Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

R.Erdogan, bûye hewcedarê HAKPARê!

08/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Biwêjek Kurdan heye, dibêje “dostê xwe ji min re bêje, da ku ez te nas bikim”. Ka bala xwe bidinê, gelo şefê faşist Erdogan kê weke dost ji xwe re dipejirîne? Ji aliyê Tirkiyê ve Bahçelî, Mistefa Destici û kurê Erbakan jî hebû, lê niha jihev dûr ketine. Yekî din jî heye, lê ne hêjaye ku mirov navê wî bîne ser zimanê xwe. Ji aliyê Kurdistanê ve Mesûdê Berzanî, kurê wî Mesrûr, biraziyê wî Nêçirvan, ENKS’ê  û HAKPAR jî lê zêde kiriye. Hinek serokdewletên Ereban hebûn, mîna Mursiyê Misrê, Omer Beşîrê Sûdanê û hwd.lê yek hat girtin û mir, yê din jî hîn di zîndanê de ye. Belê divê em bînin bîra xwe, gelek serokdewletên Ereban hebûn ku ew bi zalimî, kujerî û qirkerî tawanbar dikir, ên mîna Mihemedê Siûdî, Sîsiyê Misrî, Mihemed Nehyanê Miregê Erebê Yekgirtî, Beşar Esedê Sûrî û hwd.niha bi paşve gav avêtiye û bi van hemûyan re dostanîya  xwe nûjen dike.

Çima gelo? Bêgûman ji lawaziyê ye, ne ji xurtiyê ye. Lê divê konjoktura cîhanî jî neyê jibîr kirin. Jixwe dostayî û neyartiya dewletên ji rêzê, êdî ji neçarî bi berjewendîyên dewletên giregirên cîhanê ve girêdayî ne. Di vê dema ku şerê cîhanê 3’emîn germ dibe, ev naçerî zêdetir dibe. Weke mînak, dema cara dawî ku Sûdaniyê Iraqî ji Washingtonê vegeriya, êdî biryar da ku li gel Tirkiyê û Berzaniyan êrîşî Tevgêra Azadiyê bike. Ev jî tê wateya ku destûr ji DYEyê sitandiye. Lê wisa tê xuya kirin ku dîsa dewleta Tirk, bi xwe ne bawere ku karibe Tevgera Azadiyê têk bibe, lewma zêdetir hewcedariyê bi xiyanetê dibîne.

Ya sosrettir, êdî baweriya xwe baş bi Berzaniyan jî nayne, lewma li Bakur, hewcedariyê bi hêza herî lawaz û herî xwînrij HUDAPARê jî tîne. Îca HUDAPARa dewama Hizbillahê ye, ji bo karê kujeriyê û qirkeriyên li dijî gelê Kurdistanê, li her çar parçeyan pak bide nîşandan dide xebitandin. Receb Erdogan, ji bo pîrozkirina salvegera 95’3an a dagirkeriya Melezgirê, serokê vê partiyê Zekeriya Yapicioglu li gel xwe bir Xelata Bedlisê. Di protokolê de Receb Erdogan, li gel generalên şer, Devlet Bahçeli, Mustafa Testici û hwd.li rex xwe rêz kir. Tê zanîn ku ev dîroka dagirkeriya Tirkan(Selçûkiyan) a destpêkê ya Kurdistanê ye. Îca Receb Erdogan, Zekeriya li gel parlamenterê wî Serkan Ramanli, mîna desteyek HUDAPARê şand li gel BERZANIYAN, da ku bi hev re li dagirkeriya Tirka ya Başûr bimeşînin. Jixwe Serkan Ramanli, di televizyonên Berzaniyan de, aşkere pesinê şefê faşist Erdogan dida, digot “kurdî li Tirkiyê ne qedexe ye, ev derewên PKK’ê ye, aha TRT Kurdî ” û hwd.!

Ev karê pakkirina qirêj û rewakirina qirkeriya dewleta tirkan, Berzanî ji mêj ve didin meşandin. Mînakek balkêş xebata Weqfa Xêrxwaziya Berzanî ya li Efrînê ye. Çi zilma li Efrinê tê birêvebirin kesên nizanibin nema ye, lê mîna TRT Kurdî, weke ku xwedêgiravî bêjin, “eha dewlet destûrê dide vî karê mirovperwerî yê Berzaniyan jî”!

Aqûbeta Receb jî, wê ne dûrî ya dostên wî Mursî, Omer Beşîr û hwd. be!

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.