Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peymangeha Bilind a Hunerî

06/09/2024
in Uncategorized
A A
Peymangeha Bilind a Hunerî
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Peymangeha Bilind a Hunerî, ji peymangehên ku zimanê perwerdeya wê bi kurdî ye, beşa şano, sînema û muzîkê digire nava xwe. Herwiha ji her beşekê re mamosteyên pispor têne amadekirin. Hêjayî gotinê ye ku li ser asta Kurdistan û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekar dikarin di vê peymangehê de bixwînin.   

Di Hevyazbariya Giştî ya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya îsla de beş û peymangeheke nû  tevlî beş û peymangên berê bû. Peymangeha Bilind ya Hunerî ew peymangeheke ku îsal ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve bi hevkariya Desteya Çandê û Zanîngeha Rojava hatiye avakirin. Hêjayî gotinê ye ku Peymangeha Bilind a Hunerî, beşa şano, sînema û muzîk digire nava xwe.

Çima Peymangeha Hunerî ?

Peymangeha Bilind a Hunerî, weke yekem car li Rojavayê Kurdistanê tê vekirin, wekî tê nasîn piştî destpêkirina Şoreşa Rojava bizava hunerî, çandî û wêjeyî ya kurdî kete warê geşedanê. Bi dirêjahiya şoreşê re jî kom, navend û saziyên, hunerî û çandî hatin vekirin. Lê di nêrîna saziyên hunerî, hunermend û rewşenbîrên kurd de ev yek têrê nake, lê belê pêwîstî bi peymangeheke hunerî heye. Armanca TEV-ÇAND’ê Desteya Çand û Huenerê û Zanîngeha Rojava bi avakirina Peymangeha Hunerî ew e ku perwerdeya hunerî bi awayekî hunerî û akademîk ji bo xwendekaran were dayîn e. Herwiha pêşketinekê bikeve warê şano, sînema û muzîka kurdî, hem jî hunera kurdî were parastin û zengînkirin.

Perwerdeya li peymangehê û mamosteyên pispor

Weke tê naskirin sê beş di Peymangeha Bilind a Hunerî de cihê xwe digirin, beşên şano, muzîk û sînema ne. Perwerdeya ku wê ji bo van beşan were dayîn wî perwerdeyeke akadîmîsiyenî be. Ji ber ku hejmareke baş ji mamosteyên pispor ji bo waneyên tewrî û piratîkî hatine amadekirin. Di her sê beşan de perwerde hem bi rêbazekî zanistî, hunerî  û bîrdozî ye. Herwiha fêrgehên taybet ji bo sînema, şano û muzîkê hatine çêkirin û amûrên pêwîst ji bo van beşan jî hatine amadekirin. Lewma jî wê li ser vî rêbazê perwerdeyî waneyên berfireh ji bo her metiriyaleke xwendinê werin dayîn. Hêjayî gotinê ye ku komîteyek li Ewripayê ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hatiye avakirin, ev komîte mamosteyên biyanî yên cîhanî ji bo perwerdeya onlayînê amade dike.

Zimanê perwerdê li Peymangeha Bilind a Hunerî

Zimanê xwendinê yê wanedayînê bi kurdî ye, wê xwendekar agahiyên hunerî bi kurdî werbigirin, bi kurdî binivîsin û bi heman zimanî bixwînin. Lewma jî di destpêkê de pêwîste xwendekar bi zimanê kurdî bixwîne û binivîsîne. Hêjayî gotinê ye ku waneyên ji bo fêrkirina zimanê kurdî jî wê di peymangehê de werin dayîn. Dibe ku mamosteyekî biyanî waneyên hunerî bide, lê wê pê re jî wergêrvanek bi kurdî waneyan wergerîne.

Xwendekarên ku lê dikarin bixwînin û şert û mercên pejrandina xwendekar

Xwendekar li ser asta Kurdistanê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev dikarin navê xwe li Peymangeha Bilind a Hunerî tomar bikin û bixwînin. Çi kurd be çi ereb û çi pêkhateyekî/e din be mafê wî/ê heye ku di peymangehê de bixwîne. Lê li gorî hin mercan ev yek pêk tê, di serî de divê xwendekar xwedî bawernameya qonaxa amadeyî be û temenê xwendekar ji 16, heya 26’an be. Hin xwendekar hene û temenê wan dibe biçûktir an mezintir be ji temenê zagonî û ew xwendekar ji aliyê hunerê ve behremend be û bawernameya wî tune be, lê derfet ji bo wî tê dayî. Ji sedî 25 derfetê xwendinê ji kesên xwedî bawername re ye û rêjeya mayî ji kesên nexwedî bawername re ye. Ev kesên xwedî bawername jî pêwîste ezmûnên jîrewariyê pêşkêş kiribe.

Cihê xwendinê

Cihê ku ji bo avahiya Peymangeha Bilind a Hunerî hatiye destnîşankirin, li bajarê Dêrikê ye. Herwiha li gel avahiya xwendinê jî, xewgihên taybet bi hemû pêwîstiyan hatiye amadekirin. Heta ku xwendekar di Peymangeha Bilind a Hunerî de were pejirandin, destpêkê divê ezmûn pêşkêş kiribe û di ezmûnan de bi ser ketibe. Ezmûn ji 16’ê Îlûnê dest pê dikin û heya 30’ê heman mehê didomin. Li navendên Hevyazbariya Giştî ya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûn wê werin çêkirin. Piştî ezmûnan, wê encama hemû xwendekaran diyar bibe, li ser vî esasî jî wê xwendekar 3 salan perweredeyê li gorî beşê xwe bixwînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.