Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ruhê şervanên Kobanê vejîn dibe

04/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale  

Li ber xwe dayîna şervanên Kobanê hemû zend û bend, qeyd û zincîr ji holê rakirin. Di rastiyê de, ne xeyal bû ku wan şervanên jin li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan, Kobanê şahidê vê têkoşîn û berxwedaniya şervanên YPJ`ê bû.

Şehîd Rêvan yekemîn şoreşger bû ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê helwest nîşan da. Ew nêrînên zayendperestiyê yên ku dibêjin jin tenê bi kêrî karê malê tê û nikare şer bike, pûç kir. Li çepera şer teslîm nebû û qebûlnekir ku dîl bikeve destê çeteyên DAIŞ`ê. Ew jî yek ji jinên ciwan bû ku temenê wê biçûk bû lê belê di wextê herî tengav û zehmet de netirsiya û gav paşve ne avêt.

Xwebûn, bûyîna xwedî helwest, îradeya xwe parastin û azad jiyan kirin rêgezên têkoşînê yên şervanên Kobanê bû. Şehîd Êvar Efrîn jî yek ji şervanên YPJ`ê ya ku hîna birînên wê ne kewiyabûn, dîsa vegeriya Kobanê. Dema ku berxwedana Kobanê destpê kir, hevala Êvar sînor qut kirin û xwe gihand Kobanê. Ji Efrîna delal bû; wê ji ava çemên çik nabin û ji çiyayên serê xwe li ber kesekî natewînin, mezin bibû. Ne tenê di çeperan de li ber xwe da, fermandar bû, şervan birêxistin dikirin û şer birêve dibir. Carekê birîndar bû, sed carî daxwaza intîqamê kir, heyanî ku şehîd bû ji xaka Kobanê dûrneket.

Şehîd Ozgur Efrîn, Şehîd Hebûn Dêrik, Şehîd Ararat, Şehîd Stêrk û bi sedan keçên Kurd serê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê netewandin. Fîzîkî diwestiyan, piskolojîk bi çeteyên DAIŞ`ê re di nava pevçûnekî dijwar de bûn, radestî lewaziyên xwe nedibûn, li gel wan cûdahiya roj û şev tine bû û qebûlnedikirin ku çeperên wan ji destê wan biçin. Bi şev li gel hevbûn, nîvê şevê heyanî serê sibehê şer dikirin, êdî bi tîrêjên rojê re didîtin ku hejmara wan kêm bûye, hinek ji hevalên wan li nexweşxanê ne û hinek jî şehîd bûne, li pêşiya çeperên wan û di hewşên malên ku ew lê ne perçeyên termên çeteyên DAIŞ`ê li erdê ne. Di wan kêliyan de kêfxweşî û xemgînî ji bo wan şerm bû.

`Piştî Kobanê rizgar bibe, em ê têra xwe xew bikin` ev hinek ji gotinên şervanên Kobanê ne ku di bîra min de ma ne. Ew ne daxwaza xewê bû, hêviya azadkirina Kobanê bû. Heyanî Kobanê rizgar bû ew hêvî di çavên wan de diberiqî. Şerê çeteyên DAIŞ`ê yê hov çavên şervanên jin ne tirsand. Îro ruhê wan li tevahiya cîhanê belav bû. Şervanên Kobanê dawî li dagirkirina DAIŞ’ê ya cîhanê anîn.

Têkoşîn û berxwedana şervanên Kobanê îro jî berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê jin li çiyan, girtîgehan û hemû ciyê ku jin xwe lê birêxstin kirine, têdikoş in. Li Îranê jî zîhniyet û rêbazên desthilatdaran nikarin têkoşîn û berxwedana jinê bişkîn in. Ev têkoşîn û berxwedana jin li hemberî zîhniyeta baviksalarî helwest e. Jin çiqasî li dijî zayendperestiyê û desthilatariyê xwedî helwest be ew qasî hebûna xwe diyar dike û xwe diparêz e. Jina têkoşîn nake û tenê li ser xwe qebûldike ku mulkê mêr be ew ê mehkûmî inkeftin û koletiyê be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.