Can Yûsif
Evdil Ezîz Husên helbestvan û evîndarê welatê xwe ku tevî êş û derdan ji welat hezkir û jiyana xwe û her tiştê giranbuha jêre terxan kir.
Kurdistan li cem wî deriya dilsoziyê û cihê şahiyê bû, lewra wî helbestên herî bedew jê re nivîsand û bi tîpên zêrîn xweştirîn peyev jêre xêzkir û xweşiktirîn wêne li ser xwezaya wê ya rengîn û bedewiya wê ya balkêş nivîsand û wesyetkir li zarokên xwe ku ji welatê xwe hez bikin, berevaniya wê bikin û biparêzin.
Ji ber nêrîn û helwestên xwe yên wêrek hat girtin û avêtin zîndanê, lê wan hemûyan hêrs û îradeya wî neşikandin û evîn û hezkirina wî ya ji bo welatê wî kêm nekirin.
Helbestvanê Kurd Ebdulezîz Husên Hecî Mihemed (Ebdul Ezîzê Hiso) di 1/1/1920 ‘an de li gundê En Dîwarê ji du dê û bavên kurd (bav Husên û dayîk Eyşê) hatiye dinê, dibistana seretayî li dibistana En Dîwarê ya girêdayî bajarê Dêrikê xwendiye, ya ku dikeve li ser kenarê Çemê Dîcleyê li kêleka bajarê Cezîra Botan, keleha Memê Alan û Sitiya Zîn, ku Çiyayê Cûdî yê mirada bi hemû hezkirin û dilsozî hembêz dike.
Ebdulezîz Hisên bavê wî yek ji navdarên eşîrên Şikaka û Harûna yên herêmê bû, ew muxtarê gundê En Dîwarê bû, rehmetî Ebdulezîz Hisên li qeraxên çemê Dîcle û di nav sêlaka wê û di navbera geliyên En Dîwar û daristanên wê de mezin bûye.
En Dîwar wê demê navenda Şêwirmendiya (kunseliya ) Firinsî bû, li wê deverê tenê dibistana seretayî hebû, piştî ku Ebdulezîz qonaxa seretayî bi rengekî serkeftî qedand û bawernameya Sertifîka wergirt û ji ber nebûna dibistanên amadehî û lîseyê li herêma Dêrikê rehmetî Ebdulezîz neçar ma ku ji bo qedandina xwendina xwe ya amadehî derbasî bajarê Hesekê bibe û dibistana amadeyî jî bi dawî bike, lê çavê felekê birije nehişt ku xwendina xwe biqedîne sedema kîn û nefreta dagirkerên Firinsî li hember wê malbatê ji ber helwestên wan yên netewî û welatparêzî, di wê demê de desthilatdarên Firinsî fermana sirgûnkirina wê bavê wî bo bajarê Dêrezorê da, ji ber wê yekê wî xaka xwe û hezkiriyên xwe li şûn xwe hiştin, mala xwe terikande û dûrî cih û warê xwe û gelê xwe bû, li sirgûnê du salan jiyan kir bi tawana kuştina pênc leşkerên Firinsî li nav daristanên En Dîwarê di bin şert û mercên nepenî de.
Ji ber vê yekê rehmetî Ebdulezîz neçar ma dest ji xwendina xwe berde û li ser meseleyên malbatî mijûl bibe, rehmetî dildar û hijêkiriyê ilm û kulturê bû û bi çend zimanan (Kurdî, Erebî, Tirkî û Firinsî) baş dizanîbû, li her cihê ku pirtûkek û romanek bidîta wî dikiriya û li mala xwe pirtûkek çêkiribû û gelek pirtûkên çandî, wêjeyî û weke din jî têde hebûn.
Dagirkerên Firinsî tenê bi sirgûnkirina wê malbatê têr nebû, ew neçar kirin ku bi darê zorê wan ji En Dîwarê derbixin û jê dûrbikin, ji ber helwestên xwe yên niştimanperwerî û welatparêzî, wan ev yek wek metirsî li ser hebûna xwe li herêmê didît,ji lewra malbat neçar ma gundê xwe bêhêle û bi darê zorê koçî gundê Girasor yê ku dikeve li ser sînorên herêma Kurdistanê û li cem maqûlê eşîra Mîserşa (Heso Şelala) bibe mêvan, wî bi germî pêşwazî li wan kir, piştre rehmetî karîbû milkê gund ji wan bikire û bû xwedan û muxtarê gundê Girasor (Gira sorê Heso), wê demê wî daxwaz ji gelek malbatên eşîrên Şikaka û Harûna kir yên li gundewarên wan ku werin li wir bi cih bibin û niştecih bibin, wan mêvanxaneyek mezin li gund ava kirin ku hemû gundî tê de kom dibûn û rehmetî Ebdulezîz ji wan re çîrokên gelêrî yên kurdî û rûpelên ronakbîrî yên lehengiya gelê kurd ji wan re digotin, wek destana (Kelha Dimdim, Mem û Zîn, Ferhad û Şîrîn, Siyamend û Xecê…hwd.)
Ebdulezîz Hisên kesayetiyekî rêzdar yê netewî û civakî bû ku ji ber helwestên xwe yên mirovî, civakî û netewî ji aliyê xelkê gund û gundewarên cîran ve dihat hezkirin û mala xwe ji bo şoreşger, pêşmerge, siyasetmedar û Rewşenbîrên kurd, kiribû hêlîn û wargehek ewle, ji ber ku gundê wî li ser sînorê Iraq û Sûriyê bû.
Dema ku di sala 1961’ê de li başûrê Kurdistanê bi serokatiya nemir Mistefa Barzanî şoreşa birûmet a Îlonê dest pê kir, agirê hezkirina ji bo welat, hezkirina Pêşmerge û şoreşa Kurdistanê ya bi serokatiya Barzanî di dilê wî de geş bû û ew kire evîndarekî dilpak ji wan re. Dema ku dilê helbestvan di evîna welat de lêdide, hestek kûr diherikîne ser zimanan, helbestên şîrîn û bîhnxweş diafirîne, bi wateyên evîn û bêrîkirinê , têgînên şanazî û serbilindiyê û agirê heskirinê dihêle ku helbestvanê dilpakê welat ji xak, gel û rêbertiya wê re rêzgirtinê bigire.
Evdil Ezîz dizanîbû ku evîna ji bo welat ne tenê gotin, axaftin û helbest e, divê ev gotin di hemû qadên jiyanê de bibin kiryar, ji ber vê yekê jî bi wê hestê dilpak û giran li ser evîn û hezkirina xwe ya ji bo welat, Pêşmerge û serkirdayetiya Kurd re, di gelek sirûd û helbestên xwe de nivîsiye.
Ji ber vê yekê ew bû armanca rejîma Sûriyê, ji lewra ku 6 caran bi tometên curbicur wek piştgirî û hewandina Pêşmerge û şoreşgeran, alîkarîkirina tevgerên kurdî û sorkirina (hanedana) xelkê li dijî rejîmê hat girtin, 5 caran li zindana navendî ya Hesekê û carekî jî li zindana navendî ya Helebê sala 1966’an de bi serokatiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Osman Sebrî û hevalên xwe re), van hemûyan ew ji hezkirin û evîna wî ya ji bo welatê wî bêhêvî nekir û baş dizanî ku evîna welat hesta wefadarî û dilsozî û girêdanê ye ku ji dil û fedekariya ji bo wê tê, dara azadiyê tenê di nav axa fedakariyê de şîn dibe û bi xwîn û xwêdan tê avdan, lewra wî hezkirina welat, fedekarî û rizgariyê di dilê zarokên xwe de ji bo azadkirina wê çandiye.
Zarokên wî û yên birayên wî rêça wî şopandin û 2 ji zarokên wî (Dr. Kendal û Sozdar) û kurê birayê wî (Zinar) li çiyayên Kurdistanê tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn.
Abdulazîz Hisên di roja 29/12/1978’an de bi sedema kirîza dil koça dawî kir.
Abdulazîz gelek helbest û sirûd bi şêweya kilasîk (bi kît, rêzbend û pêlawaz) li ser Kurdistanê, li ser azadî, şoreş û Pêşmerge, li ser evîn, aştî û hezkirinê û li ser berxwedana zindanan, derd û belayan û qederê nivîsandiye.
Lê mixabin ji ber rewşa siyasî û zextên rejîmên Sûriyê yên li pey hev li ser welatparêzên Kurd di wê demê de, gelek ji wan di wê heyamê de zerer û ziyan dîtin û wendabûn, di van demên dawî de kurê wî Mihemed bavê Fener bi saya keda xwe, ji tirsa windabûn, jibîrkirin û ziyangirtinê karîbû çend sirûd û helbestên wî berhev bike û biparêze di dîwaneke helbestên bi zimanê kurdî de bi navê “Ey Felek”,tê de bîst û heft helbestên curbecur ên li ser rûmeta welat, Serok Barzanî, Pêşmerge, hezkirin û evîn, yekîtî û aşitiyê hene. Hezar rehmet û rûmet li giyanê wî yê pak be û ji bo mîrasa wî ya têkoşînî, çandî û wêjeyî mayende û berdewamî.