Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Qesabê Şengalê Mesûdê Berzanî”!

25/08/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Kovara nûçeyan a THE CRADLE ku navenda wê li Libnanê ye, berî çend rojan ev manşet li kovara xwe danî bû.

Heta nIha li Rojhilata Navîn, bêhtir komkujiyên Israîlê yên li dijî gelê Filestîn deng vedabûn û bi navê QESABÊ SEBRA û ŞATÎLLA Serokwezir Ariel Şaron dihat naskirin.

Di heman demê de li herêma Balkanan jî, navê hinek fermandarên komkujî pêkanîbûn derketin çapemeniyê, hinek hatin darizandin û hatin ceza kirin jî.

Niha, ji bo êrîşên Israîlê yen li ser gelê Filestînê, bi heman karî Serokwezîr Netanyahu mîna Qesabê Xezayê tê bi nav kirin.

Erê, komkujî an qirkerî li kuderê cîhanê pêkhatibin, me jî û herkesên mirovperwer xemdar dikin, lê ya herî nêz û me yekser xemdar dike û xedar birîndar dike, komkujî û qirkeriya bi destê “kesên kurd” pêk hatibin.

Em ne biyanî ne, ji siyaset û kiryarên hinek kesên ji malbata Berzanî û nûçeyên wan ên kujeriyên yekanî û komanî! Ji vê malbatê, navê Mesûd, kurê wî Mesrûr û Biraza/zavayê wî Nêçîr  derdikevin pêş.

Erê, berî van kesan navên hinek kesên din jî ji vê malbatê mîna Mele Mustefa û hinek kesên nêzî wan hatin gotin.

Her wiha di kovara The Gradle de, bahsa Dadgeha Herêmiya DYE’yê ya li Washington DC’ê ye dewam dike, ku di vira de jî dibêje “Mesûd Berzanî, bi DEAŞê re li ser ÊZDIYA komkujî pêkanî ye”!

Doza vê dadigehê, bi navê Fona Mexdûrên Kurdistanê ya di bin serokatiya Stephen Studdert ê serşêwirmendê Bush, Reagan û Ford bû hatiye vekirin.

Lewma ev doz û dadigeh giring e û di nava vê dozê de, Mesûd û kurê wî Mesrûr bi tawanên giran, bi sûcên mezin tên destnîşankirin.

Her wiha, di kovarê de cih dide gotinên Mîrza Ismailê Serokê Rêxistina-Navneteweyî ya Mafên Mirova yên Êzîdiyan ku ew jî sûcên van Berzaniyan piştras dike.

Û armanca sereke ya Mesûd, ji vê xiyanetê û bi taybetî bi DAIŞê re qirkeriya Êzidiyan; avakirina dewletek Islamî ye!

Weke mînak; berî çend rojan, Cavit Çaglar ê
wêzîrê kevn ê Silêman Demirel bû, di hevpeyvînek xwe de ya li gel Rojnamevan Cansu Çamlibel, hevalbendiya Mesûd a li gel Dewleta Tirk çawa ji dil e, an jî bi gotina rast ‘çawa di nava xiyanetê de vedigevize’ zelal diyar dike.

Yek ji guftugoyên Cavit û Mesûd wisa ye:

Dibêje Mesûd ji min re got, “ bavê min Mele Mistefa şîret li me kiriye û gotiye ‘hûn ti carî bi Seddam bawer nebin, belê hûn bi Tirkan bawer bin, ew dostên me ne”!

Eger rast be(heta nuha kesî ji wan, negotiye ev mirov derewa dike) û Mesûd ev gotin kiri be; ya rast dibêje û bavê wî jî weke wî di nava xiyanetê de bû û jixwe ew jî li ser şopa wî dimeşe, ya derewa dike ku wê wextê jî him xiyanetê bi bavê xwe re dike û him jî xiyanetê bi gelê Kurdistanê re dike!

Êdî şîrove ya gel û raya giştî ye.

Post Views: 136
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.