Bi wesîleya salvegera duyemîn ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê pîrozbahî tên lidarxistin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê merasîmeke leşkerî lidarxist. Fermandarê Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di merasîmê de axivî û diyar kir ku Minbic bi fedekariya şehîdên mîna Ebû Leyla û Ebû Emcet hat rizgar kirin.
Bi wesîleya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê merasîmeke leşkerî li dar xistin û pîroz kirin.
Merasîm li Akademiya Şehîd Yekta bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan hate lidarxistin.
Piştî merasîma leşkerî, Fermandarê Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî.
Ebû Adil salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê pîroz kir û hemû cangoriyên azadiyê di serî de Feysel Ebû Leyla, Endan Ebû Emced û Ebû Casim El-Begerî bi bîr anî û wiha got, “Bi saya şehîdan em li vir kom bûne û salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyan pîroz dikin. Bi hezaran şervan xwedî li hevalên xwe yên şehîd derketine û herêmê diparêzin.”
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Farûq El-Maşî jî axivî û salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir û hemû dayîkên şehîdan silav kir.
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî jî rizgarkirina Minbic silav kir û anî ziman ku bi saya şehîdan aramî û aştî pêk hatiye.
Piştî axaftinan, stran hatin gotin ku govend hat gerandin…ANHA






