Remezan Olçen
Di vê serdema ku teknolojî gihîştiye lûtkeyê û cîhana dîjîtal her kêliya jiyana me dagir kiriye de, em rû bi rûyê pirsgirêkeke nû ya hebûnê ne: Windabûna wateyê. Em her roj di torên civakî de bi sedan rû, wêne û peyaman dibînin, lê ev qerebalixiya mezin her ku diçe têkiliyên me sartir û sistir dike. Mirovekî nû derdikeve holê ku her çend bi hemû cîhanê re di nava “têkiliyê” de ye jî, di hundirê xwe de bi tenê ye û ji cîhana xwe ya rasteqîn dûr ketiye. Di sedsaleke wisa de ku her tişt ber bi sixtebûn û yekrengiyê ve diçe, pirsa herî bingehîn ev e: Em ê çawa xwe bigihînin wateya jiyanê û xwebûna xwe biparêzin?
Bersiva vê pirsê ji her demê bêtir di dilê edebiyatê û hunera vegêranê de veşartî ye. Edebiyat ne tenê rêzek ji gotinên xweş e; ew neynikek e ku rûyê me yê rasteqîn nîşanî me dide û bîra me ye ku nahêle em koka xwe winda bikin. Dema ku em çîrokekê dixwînin an li vegêranekê guhdarî dikin, em ji wê leza dîn a cîhana dîjîtal qut dibin û vedigerin ser wextê xwezayî yê mirovî. Çîrok, berevajî algorîtmayên ku tenê li gorî berjewendiyên aborî û mekanîk tevdigerin, hestên mîna empatiyê, êşê, kêfê û hezkirinê bi awayekî zindî diparêzin. Ew otantîzma ku teknolojî tune dike, edebiyat her carê ji nû ve ava dike. Mirov bi xwendin û vegêranê re fêr dibe ku li rûyê jiyanê binêre, bibîne û maneyeke kûr bide her kêliya xwe.
Ev rewş dema ku dibe mijara gelê Kurd, girîngiya xwe du qat zêdetir dike. Ji bo civakeke mîna Kurdan ku sedsalan bi rêya vegêrana devkî, bi kilam û çîrokan hebûna xwe parastiye, edebiyat meseleyeke jiyanî ye. Kurdan dîrok, nasname û xwebûna xwe ne di nav arşîvên dewletan de, lê di dengê dengbêjan û di bîra çîrokbêjan de parastiye. Îro ku teknolojiya dîjîtal sînoran radike û çandên mezin wekî şepêlekê her tiştî di nav xwe de dihelînin, rûbirûbûna me ya bi asîmîlasyona dîjîtal re hîn dijwartir e. Ev pergala nû xort û keçên Kurd ji çand, ziman û rastiya wan a civakî dûr dixe û wan di nav cîhaneke global a bêwate de asê dike.
Ji ber vê yekê, ji bo civaka Kurd vegera li ser edebiyatê û xurtkirina vegêranê, bi qasî parastina ziman, parastina otantîzm û xwebûnê ye jî. Gava ku nivîskareke/î Kurd bi zimanê xwe romanekê dinivîsîne an dema ku ciwanek li çîrokekê guhdarî dike, ew tenê nakeve nav cîhana xeyalan; ew li hemberî wê herikîna şixte û dîjîtal dibe xwedî çeper. Edebiyata Kurmancî bi hestên xwe, bi bîranînên xwe û bi şêwazê xwe yê dîtina cîhanê, dermanê wê tenêbûn û bêwatebûna ku sedsala nû tîne. Ew têkiliyên civakî û malbatî yên ku li ser ekranên telefonan parçe bûne, tenê di deryaya kûr a edebiyatê de dikarin dîsa li hev du werin girêdan û germ bibin.
Di encamê de, rizgariya me ji vê krîza wateyê ne reva ji teknolojiyê ye, lê bihêzkirina ruhê me ye li hemberî wê. Em dikarin amûrên dîjîtal bikar bînin, lê divê em nehêlin ku ew bibin xwediyê ruh û bîra me. Sedsala 21’ê çi qas mekanîk bibe, pêdiviya mirov a bi çîrokên rastîn û otantîk wê hîn zêdetir bibe. Bi taybetî ji bo gelê Kurd, her peyva ku bi kurmancî tê gotin, her rûpela ku tê xwendin û her çîroka ku tê vegêran, pêngavek e ber bi rûmeta xwebûnê ve. Ji bo ku em jiyana xwe bi mane bikin û têkiliyên xwe yên mirovî li ser bingehên saxlem ava bikin, divê em bêtir guh bidin dengê edebiyatê. Çimkî dermanê herî mezin ê li dijî tariya şixte ya dîjîtal, ronahiya xwerû û pak a çîrokên me yên rastîn e.






