Lîloz Hisên
Tengav û dergehên deryayî yek ji hêmanên erdnîgarî ne ku dîroka bazirganiyê di cîhanê de pêkaniye. Herwiha ev dergeh ne tenê derbasbûna keşteyan hêsan dike, lê belê xalên kontrolkirina statîjîk ya tevgera enerjî û kelûpelan di navbera parzemînan de temsîl dike.
Dergeh û tengavên avê roleke sereke û girîng di girêdana derya û okyasnosan de, dilîze. Herwiha dihêle ku dûrahiya derya, dem û lêçûnan kêm bike, li şûna rêwîtiya li derdora parzemînan, dergeh û tengav dihêle ku derbasbûn bi awayekî rasterast çêbibe, ev yek bandorekê li ser buhayên kelûpelan û rêzedabînkirina cîhanî nîşan dide, ji ber vê yekê her astengiyek ku di van dergehan de erkeve, dikare bibe sedema kirîzeke berfireh di bazarên navneteweyî de.
Girîngiya dergeh û tengavan ne tenê di aliyê aborî de sînordar e, lê dirêjî aliyê siyasî û leşkerî jî dibe. Gelek caran ev dergeh bûne cihê pêşbaziya di navbera hêzên mezin de, ji ber ku ew dikare bandorê li ser tevegera cîhanî bike di heman demê de desthilatdariyeke mezin dide dewletên ku kontrola wê dikin, ev yek dikare di demên kirîzan an pevçûnên navneteweyî were bikar anîn. Di vê raporê de em ê balê bikînin li ser 7 dergeh û tengavên herî ginîng û stratîjîk di cîhanê de.
Tengava Hurmuz
Tengava Hurmuz di navbera Îran û Umanê de ye, ji ber cihê wê yê stratîjîk ku Kendavê bi kendava Umanê ve herwiha bi okyanosa Hindî ve girêdide, yek ji girîngtirîn dergehên deryayî di cîhanê de tê hesibandin. Ev cih ew kiriye xaleke sereke ji bo derbasbûna tankerên veguhestina petrolê yên ku ji welatên kendavê tên û ber bi bazarên cîhanî ve diçin.
Dirêjahiya wê nêzî 176 kîlometre ye, firehbûna wê di navbera 52 kîlometre ye di xala herî berfireh ji tengavê û nêzî 33 kîlometere di xala herî teng de.
Di tengavê de ji sedî 20 ji dabînkirinên petrola cîhanî tê de derbas dibe, welatên hilberîner ên enerjiyê bi aweyekî mezin ji bo hinardekirina kelûpelên xwe bi tengavê re girêdayî ne, her astengiyeke an kirîzeke ku di tengavê de derkeve, dikare bandorê li ser buhayên petrolê di cîhanê û aboriyên dewletên mezin de, bike.
Di dema dawî de Pasderên Şoreşê yên Îranê girtina tengavê li pêşiya derbasbûna keşteyan raghandibû, bi taybet yên girêdayî DYA û Îsraîlê ve. Ev yek wekî bertekek rasterast li ser êrişên leşkerî ku li dijî Îranê di Sibata 2026’an de pêk hat, hat nîşan dan. Vê helwestê hişt ku tevgera keştevaniya bazirganî di tengavê de heta astekê bê rawestandin, ji ber xeteriya êriş û gefên ewlehiyê.
Kanala Suweysê
Kanala Suweysê li Misrê yek ji girîngtirîn kenalên avê di cîhanê de ye. Ew Deryaya Sor bi Deryaya Spî ve girêdide, herwiha rêyeke kurt di navbera Ewropa û Asya dabîn dike bêyî ku li derdora parzemîna Afrîqayê bigere. Kenal roleke girîng di bazirganiya cîhanê dilîze, bi taybet tankerên petrol û gazê. Di heman demê de çavkaniyeke sereke ji bo derbara ewlehiya Misrê ye û rasterast bandorê li ser aboriya cîhanî dike.
Kolandina Kanala Suweyşê di serdema waliyê Misrê Seîd Başa sala 1858’an dest pê kir, ku destûrnameya xebata kolandinê dabû kompaniyeke Fransî bi serokatiya Ferdinand de Lesseps. Proje derdora 10 salan dewam kir û bi fermi di 17’ê cotmeha sala 1869’an har vekirin di serdema Xidêwî Îsmaîl.
Tengava Bab Mendeb
Tengava Bab Mendeb ji okyanosa Hindî ber bi deryaya Ereb û kendava Eden dirêj dibe, di rêya Bab Mendeb ber bi Deryaya Sor piştre Deryaya Spî di rêya Kanala Suweyşê, sînorê wê ji aliyê Asya Yemen e û li aliyê Afrîqî Cîbotî û Erîtiya ye.
Rûbera di navbera herdu qeraxên tengavê de, ji Ras Menhaliyê li aliyê Asyayê heta Ras Siyan li aliyê Afrîkayê, nêzîkî 30 kîlometreyan heye, di heman demê de firehiya kanala keştevaniyê ya di navbera Girava Perim û parzemîna Afrîqayê de nêzîkî 16 kîlometreyan e, kûrahiya wê digihêje navbera 100 û 200 metreyan, ku ev yek wê dike herêmek pir guncav ji bo derbasbûna keşte û tankeran di her du aliyan de.
Tengav xwedî stratîjiyeke girîng e, ew yek ji rêyên deryayî yê herî kurt di navbera rojhilatê Asya û Ewropa de ye, ji ber cihê wê di navbera quncika başûrê rojava yê nîvgirava Erebî û rojhilatê Afrîqayê de.
Beşek mezin ji keşteyên ku di navbera Asya û Ewropayê de diçin û tên, ji wir derbas dibin, ev yek wê dike xaleke derbasbûnê ya sereke di rêze dabînkirinên navneteweyî de, herwiha ew bi rêyên deryayî yên herî kurt ve rasterast bi bazarên cîhanî ve girêdide.
Tengava Cebel Tariq
Tengava Cebel Tariq di navbera bakurê Muxrib û başûrê Spaniyayê de ye, digel hebûna herêma Cebel Tariq ya di bin serweriya Birîtaniyayê di aliyê wê yê Ewropî de, ev yek hebûneke stratîjîk a bi bandor dide Birîtaniya di vê dergeha girîng de, ku Deryaya Spî bi okyanosa Etles girêdide. Dirêjahiya tengavê nêzî 51 kîlometre ye û firehiya wê di navbera 14 û 32 kîlometre herwiha kurahiya wê zêdetirî 300 metre ye.
Girîngiya wê ji ber ku ew rêyeke sereke ji bo tevgera keşteyan di navbera Ewropa, Afrîqa û Amerîkaya bakur û başûr de ye, ev yek wê dike xaleke sereke di bazirganiya cîhanî de, herwiha dibe alîkar ku gelek bazaran bi rêyeke deryayî ya yekane ve girê bide.
Di heman demê de Tengava Cebel Tariq xwedî girîngiyeke leşkerî û siyasî ye, ji ber ku nêzîkî parzemîna Ewropayê ye û yek ji girîngtirîn deriyên deryayî yên cîhanê di destê wê de ye.
Di nav nakokiyên herî berbiçav ên ku çêbûne, ew ên ku bi pêşbaziya kolonyalîst a ku bi sedê salan ve di navbera hêzên Ewropî, nemaze Brîtanya û Spanyayê de ve girêdayî ne. Brîtanyayê di sala 1704’an de kontrola xwe li ser herêma Cebel Tariq danîbû, dema ku hêzên Brîtanî-Holandî herêm bi dest xistin. Ev kontrol paşê bi fermî di Peymana Utrechtê ya sala 1713’an de hate detsnîşan kirin, ku tê de Spanyayê tawîza Cebel Tariq bo Birîtaniyayê kir. Herwiha di navbera Muxrib û Spanyayê de li ser hin giravên piçûk ên nêzîkî tengavê wek Girava Leyla (Tora), nakokiyên dubare derketin holê, di sala 2002’an de krîzek sînorkirî derbas kir, ev yek hesasiyeta rewşa ewlehî û serweriyê ya li herêmê nîşan da.
Her çend ev nakokî di serdema nûjen de nebûne pevçûnên mezin jî, cihê stratejîk ê tengavê ew dike navenda eleqeyeke leşkerî û siyasî ya berdewam ji bo hêzên herêmî û navneteweyî, ji ber ku hemû alî dixwazin piştrast bikin ku navîgasyon tê de aram û ewle bimîne.
Kenala Benma
Kenala Benma li Amerîka Navîn e, ew dergeheke avî ya çêkirî ye, okyanosa Hadî û Etlesî di rêya Benma bi hev girêdide.
Dirêjahiya wê 82 kîlometre ye, li gorî hejmarên ji Banka Navdewletî ji sedê 5 ji bazirganiya cîhanê tê re derbas dibe, niha salane bi buhayeke nêzî 270 milyar dolar ji kelûpelan tê re derbas dibe.
Ev kenal roleke girîng di bazirganiya cîhanî de dilîze, bi taybet di veguhestina kelûplan di navbera Amerîka başûr û bakur herwiha Asya de. Ji bo zêdekirina kapasîteya wê ya wergirtin û veguhestina mîqdarên mezintir ên keştî û kelûpelan, xebatên nû yên pêşketin û berfirehkirinê hatine kirin, da ku ew bikaribe bi zêdebûna berdewam a bazirganiya cîhanî re gav bi gav biçe.
Xebatên kolandina Kanala Benmayê di sala 1881’an de bi înîsiyatîfeke Fransî ya bi serokatiya Ferdinand de Lesseps dest pê kir, di wê demê de Benma beşek ji Kolombiyayê bû. Lêbelê, proje têk û rawestiya, piştî Benma ji Kolombiyayê bi piştgiriya Amerîkayê cuda bû di sala 1903’an ji nûve dest pê kir. Kanal di 15’ê Tebaxa 1914’an de, di dema serokatiya Woodrow Wilson de yê Amerîkayê, hate temamkirin û bi fermî hate vekirin. Serokê Banamayê wê demê Belisario Porras Barahona bû, ku di navbera 1912 û 1916’an de hukim girt.
Piştî vekirina kenalê bi dehê salan di bin desthilatdariya Amerîkayê de ma, ev yek hişt ku rageşî û bertekên berfireh li Benmayê derkevin holê. Di sala 1964’an de di navbera gelê Benmayê û hêzên Amerîkayê pevçûneke xwînî rû da.
Di salên 70’ê de, di rêya peymanan de serweriya kenalê gihaşt Benma û bi fermî ev yek di sala 1999’an de hat bidest xistin. Tevî bidawîbûna pevçûna serweriyê, heya niha jî kenal bi astengiyên siyasî û aborî rû bi rû dimîne, lewma carnan bandorê li ser tevgera nîvîgasyonê dike û ji nû ve balê dikşîne li ser girîngiya wê ya stratîjîk.
Tengava Melqa
Tengava Melqa di navbera Malezya û Endonezya de ye. Yek ji dergehên deryayî yên herî qerebalix di cîhanê de ye, okyanosa Hindî û Deryaya Çînê ya başûr bi hev girêdide. Ev tengav rêyeke sereke ji bo keşteyên bazirganiyê di navbera Rojhilata Navîn û rojhilatê Asya temsîl dike.
Girîngiya wê diyar e ku ew rêya herî kurt e ji bo veguhestina petrol û kelûpelan bo aboriyên mezin ên wekî Çîn û Japonya, ev yek wê dike hêmaneke sereke di rêze dabînkirinên cîhanî de û gelek welat ji bo misogerkirina herikîna domdar a madeyên xav û enerjiyê pê ve girêdayî ne.
Yek ji wan zehmetiyên herî berbiçav ên ku hat dîtin, belavbûna (korsanîya deryayî) bû, bi taybetî di navbera salên 2000 û 2005’an de, dema ku keşteyên bazirganî li hin deverên hesas ên tengavê rastî êrişên dubare hatin, ku ev yek hişt welatên herêmê yên wekî Malezya, Endonezya û Sîngapûrê hevkariya ewlehiyê xurt bikin û dewriyeyên hevbeş pêk bînin.
Tengavên Bosfor û Dardanelê
Tengava Bosforê, li Stenbolê, Tirkiyeyê ye, parzemînên Asya û Ewropayê ji hev vediqetîne, Deryaya Reş bi Deryaya Mermarayê ve girêdide. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, ew yek ji girîngtirîn tengavên xwezayî yên cîhanê ye. Dirêjahiya wê 32 kîlometre ye û firehiya wê di xala xwe ya herî fireh de di navbera 700 metre û 3,5 kîlometreyan de diguhere.
Ev tengav di veguhestina petrol, gaz û kelûpelan ji welatên Deryaya Reş bo bazarên cîhanî de roleke girîng dilîze. Herwiha ew rêyeke sereke ye ji bo keşteyên bazirganî û leşkerî, Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî rêxistina trafîkê tê de kontrol dike.
Girîngiya wê jî ew e ku ew xalek hevdîtinê di navbera Rojhilat û Rojava de ye, ku ev yek jî aliyekî jeopolîtîk ê berbiçav dide wê. Her wiha ji ber hesasiyeta cihê wê û bandora wê li ser hevsengiyên navneteweyî, ew di ewlehiya herêmî de hêmanek bingehîn pêk tîne.
Tengava Dardanelê jî di nav Tirkiyê de ye û Deryaya Egeyê (ku beşek ji Deryaya Spî ye) û Deryaya Mermarayê ya li Tirkiyê bi hev ve girêdide. Ew dirêjkirina Tengava Bosforê ye di nav rêyên avê yên Tirkiyê de ku Deryaya Reş bi Deryaya Spî ve girêdide
Tengav xwedî girîngiyeke statîjîk a mezin e, wek rêyeke derbasbûna keşteyên bazirganiyê ku kelûpelan di navbera Ewropa û Asiya vedguhezînin, tê bikar anîn. Herwiha ew beşeke ji pergala navîgasyona navdewletî ku bi rêkûpêk pêk tîne, ye.
Her du tengav li gorî Peymana Montreux a 1936’an di bin kontrola Tirkiyê de ne.






