Cemîl Xoce
Herêm di demeke pir hesas de şahidiya tevgereke dîplomatîk a Kurdî ya berbiçav dike. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Rêzdar Îlham Ehmed vê tevgerê bi rê ve dibin. Ev gera Ewropayê ya niha xwedî wateyên siyasî yên kûr e. Ew di demekê de tê ku nîqaş li ser birêkûpêkkirina têkiliyên navbera Şam û Rêveberiya Xweser zêde bûne.
- Destpêkirina Hemleyê û Stasyonên Armanckirî
Tevgera dîplomatîk bi fermî di 5’ê Hezîranê de dest pê kir. Ev tevger bi hewildanên Dr. Ebdulkarîm Omer û Rêzdar Îlham Ehmed ligel tîma rêxistinê li Ewropayê dest pê kir. Van hevdîtinan rê ji bo serdana niha ya General Mezlûm Ebdî re amade kir. Ev ger stasyon û paytextên ewropî yên girîng û bibandor li xwe digire. Ji van stasyonên herî girîng Parîs, London, Washington, Bonn, Roma, Bruksel, Amsterdam, Stockholm û Oslo ne.
Beriya vê gerê, hevdîtinên giring li Herêma Kurdistanê pêk hatin. Di wan hevdîtinan de şandeyê ligel Nûnerê Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Tom Barrack û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî rûniştin.
- Armancên Sereke û Lêgerîna Garantiyan
Rêveberiya Xweser bi rêya vê gera lezgîn hewl dide armancên stratejîk û zelal bi dest bixe:
- Komkirina Piştgiriya Siyasî:
Armanca serdanê komkirina piştgiriya navdewletî ji bo gerantîkirina mafê Gelê Kurd di xwerêvebirina herêmên xwe de.
- Parastina Taybetmendiyê:
Tekezîkirina li ser çespandina taybetmendiya herêmê di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de.
- Bibîrxistina Garantorên Navdewletî:
Daxwazkirina ji hêzên navdewletî ku sozên xwe yên berê yên dane herêmê, bi cih bînin.
- Sepandina Peymanê:
Daxwaza garantiya sepandina tam û giştî ya bendên peymana 29’ê Çileya 2026’an.
- Îstîqrara Xweser:
Tekezkirina li ser birêvebirina herêmê ji aliyê gelê herêmê bi xwe ve, bêyî navbeynkar an çavdêrekî ji Şamê, û dûrxistina herêmê ji pevçûnên herêmî yên pêşerojê.
- Diplomasiya Paralel û Bihêzkirina Helwesta Danûstendinê
Ev serdan di qonaxekê de tê ku zext li ser entegrekirina saziyên leşkerî û îdarî di nava dewleta Sûriyeyê de zêde dibin. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser tevgera xwe ya dîplomatîk zêde dike da ku destkeftiyên xwe biparêze. Ev ger berdewamiya “dîplomasiya paralel” a Rêveberiyê nîşan dide. Armanca wê ew e ku rê li ber girtina pêşeroja herêmê tenê di çarçoveya hevsengiyên navxweyî yên Sûriyeyê de bigire.
Ev tevger nayê wateya redkirina diyaloga ligel Şamê. Lê, ew hewldanek e ji bo bihêzkirina helwesta danûstendinê ya rêveberiyê di pêngavên pêşerojê de. Şande îspat dike ku rêveberî xwediyê kanalên peywendiyê yên rastexast û bibandor e ligel paytextên herî mezin ên Rojavayî û ew aktoreke sereke ye di herêmê de.
- Nirxandina Ewropî û Têkoşîna Dijî Terorê
Aliyê ewropî giringiyeke mezin dide berdewamiya peywendiya ligel Rêveberiya Xweser. Rewşa li Sûriyeyê hîn jî dikare biguhere û şahidiya surprîzan bike. Hinek derdorên Ewropî di wê baweriyê de ne ku divê hêza leşkerî ya Kurdî her dem di amadebaşiyê de be. Armanc ew e ku her valahiyeke gengaz di eniya têkoşîna dijî terorê de were dagirtin e.
Vebûna Ewropayê bi ser Rêveberiya Xweser de, berdewamiya girîngiya rêveberiyê di mijarên ewlehî, îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê de nîşan dide, lê ew nayê wateya ku her tişt temam e û gerantiya navneteweyï ketiye berîka me de, ji ber ku divê em vê ji bîr nekin ku dewlet her tim li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.
Ev gera dîplomatîk ne tevgereke asayî ye, belê tevgereke stratejîk e ji bo xêzkirina rûyê qonaxa pêşerojê. Divê piştgiriya derve wekî garantiyeke mutlaq neyê dîtin, ji ber ku berjewendiyên dewletan her dem diguherin. Lê serkeftina rastîn di çespandina Rêveberiya Xweser de ye wekî hevalbendeke sereke ku nayê paşguhkirin di sazkirina her çareseriyeke siyasî ya pêşerojê de ji bo Sûriyeyê û mîsogerkirina ewlehî û îstîqrara Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.






