Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku buhayê nirxê dermanan ji ber bilindbûna dolar li hemberî lîreya Sûrî bare wan girantir dike û wiha gotin, “Em bi hêvî ne sînorek ji buhabûna dermanan re bê dayîn û rewşa aborî a gel di ber çavan re bê girtin.”

Di vê dema dawî de li Rojavayê Kurdisranê nirxê derman wek xwe ye, lê tenê yê li ser dolar buha dibe. Ev yek jî ji welatiyên xizan re pir zehmete ku di vê rewşa zehmet ya jiyanî de karibin tedawiya xwe bikin, tevî ku derfeta hin kesan tune ye jî lê ji ber nexweşiyên xwe ew neçarin ku serdana bijîşk û dermanxaneyan bikin.

Di derbarê zehmetî û buhayên derman welatên bajarê Qamişlo û bijîşkê dermanxanê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Kirîna derman ji me re buha ye’

Welatiya bi navê Ibtîhal Yûsif diyar kir ku ji bo wan derman buha ye û derfeta wan ya zêde tune lê ew neçarin ku bikirin û wiha got: “Ji gelek kesên wek me re derman pir giran û buha ye. Îro di vê rewşa zehmet ya jiyanî de, serdana bijîjkan ji dermanên ku em dikirin buhatir e, berî demekê lênerîna bijîşkê hundirîn bi 75 hezaran bû, lê niha lênerîn kiriye bi 100 hezarê Sûrî, ev yek dihêle ku serdana welatiyan ji bijîşkan re bibe asteng. Duh min bi hezar û bîst dolarî dermanê mezinbûnê ji keça xwe re kirî, ji ber derfeta min tune bû jî lê ez neçar bûm ku ez jê re bikirim. Em bi hêvî ne ku ev dolar dakeve da ku dermanên li ser dolar jî erzan bibe û welatî karibin dermanên ji bo nexweşiyên xwe bikirin.”

‘Pir zehmetiyên min ji aliyê tedawîkirina nexweşiyan ve heye’

Welatiya bi navê Mincana Loqo da diyarkirin ku zehmetiya wê ji aliyê kirîna dermanan ve heye û wiha anî ziman: “Îro ez dayika bi temen mez in, tevî ku nexweşiya dil bi min re ye jî duh min serlêdana bijîşkan kir û îro jî ez bi keça xwe re hatim e ba bijîşk. Duh ew çû dermanxanê du derman bi 200’ hezarî kirî. Tevî ku buhaya derman ne zêde bilind e jî , lê ji gelek welatiyan re pir buha ye. Rewşa jiyanî pir zehemete ji bo wê em îro nikarin serdana bijîşkan ji bo nexweşiyên xwe yên cuda bikin. Di vê demê de nexweşî pir bûn e, ji ber wê jî derfeta hin kesan tune ye ku tudawiya xwe bikin. Lê gelek kes jî hene derfeta wan heye ku her tiştî peyda bikin.”

‘Buhayên derman li Sûriyê ji welatên derdorê kêmtire’

Dermanfiroşê bi navê Selah Remo da xuyakirin ku derman li Sûriyê ji hemû dewletên derdorê  arzantire û wiha got: “Tevî ku derman ne zêde buha ye jî lê ji bo welatiyên xizan pir zehmete ku dermanên xwe bi dest bixin. Tenê dermanê li ser dolar yê ku ji derve tê buha ye, lê dermanê din li gor buhayên xwe yên berê têne firotin. Bi tayîbetî dermanên nexweşiyên giran yên ku her mih van dermanên xwe dûbare dikin yên mîna pernceşêrê, Şekir, Gurçik û hwd buha ne, ev jî ji ber buhayê astengiyan li pêşiya kesên ku ev nexweşî bi wan re hene derdixe. Divabê îro yên bijîşk û yên dermanxanê bi welatiyên xezan re li gor derfeta ku dikarin bi wan re bibin alîkar. Ji ber îro ya herî girîng di jiyanê de tendurista mirov e. Gerek ji bo van kesên xizan, rêxistin û navendên tenduristiyê çêbin û destên xwe bavêjin dewletên navnetewî ku alîkariyan ji aliyê tenduristiyê ve ji bo vî miletî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.