Hafiz Ahmet Turhalli
Gelê Kurd pişti 1938 an di têkoşîna xwe ya Netewîde, nefes û hêza xweya leşgeri û çekdarî li bakurê Kurdîstanê wenda kir.
Ji serîhildana Şeyx Seîd heta ya Seyîd Riza, kar û barên berxwedana leşgeri berdewam dikirin. Piştî têkçûna serhildana Dersimê, dewleta dagirker ya Tirk; xwe di erdnîgariya Kurdîstanêde wek dagirkerekî xwînxwar li Welatê me cîbicîh kir. Bi plana tunekirina Kurd û Kurdîstanê, Tirkitiyekî bi darê zorê, li millet hate pêçandin. Bi vê plana darê zorê, Neteweyên dîtir hemû hatin yekalîkirin û Tirkitiyekî sexte hate bicîhkirin. Piştî serîhildana Seyît Riza, karê tunekirina çand, ziman, dîrok û Kurdayetî bi rengekî kur hate meşandin. Asîmîlasyon û oto asîmîlasyon di nava Kurdande jî, bilezûbez hate pêşxistin. Lewre li gor dewleta Tirk, qirkirin û têkbirina Kurdan ya leşgerî hatibû biserxistin. Kurdistan wek mezelekî ji beton hatibû xêzkirin û li ser wê jî ev hatibû nivîsandin: “Kurdîstan divê mezelê de hatiye binaxkirin”. Xweliya mirinê li ser me Kurdan hatibû rişandin û Kurd bi saxitî hatibûn binaxkirin.
Gelê Kurd di hêla leşgerî, aborî, çandî, olî, gelerî, zimanî de ketibûn ber mengeneya dewleta Tirk û ji hêla derûnî û psikolojîk jî hatibûn şikestin.
Di vê rewşa mirî û binaxkirîde, li beramber dewleta Tirk, fîşek teqandin û dijî vê hovîtiyê serî rakirin weke mûcîzeyekî hate pêkanîn. Ev mûcîze bi teqandina fîşeka li Eruh û Şemdînliyê erdhejekî, ruhî, fikrî û jiyanî bixwere anî. Dewleta Tirkanjî bixwe bawer bû ku di van çil û şeş salên bihûrî de, Kurd hatine tunekirin û bûne Tirk. Dema ev fîşek li leşkerên dagirker ketin, bandora wê tenê ne li ser laşe neyarên hov çênekir? Berovajî wê li ser hebûna dewletê bandor çêkir. Bandora wê ya herî mezin li ser gelê Kurd çêbû. Civaka Kurd ku ji hêvî û jiyana azad hatibû bêparkirin, dîwarên tirs û bê hêvîtiyê di mejî û dilê wê de hatibûn avakirin, hatin serûbin kirin.
Bi van fîşekan perdeya derewan ku dewletê ser heqîqeta millet û welatê me hatibû bicîh kirin, hate çêrandin û perçekirin, dilê welatperwer û aşiqên azadiyê hate germ kirin, tirsa ser gelê mejî hate rakirin. Van fîşekan tirsekî mezin di dilê xayîn û dewletêde ava kir. Erdhejekî di şîdeta dehande çêkir û dewlet serû bin kir. Ev fîşekên ku pazdehê tebaxê hatin teqandin, çavên Kurdan û azadîxwazan ronî kirin, dîwarê tirsê û bê hêvîtiyê ji binîve xera kirin. Van fîşekan; başurê Kurdîstanê derî li statuyê vekir, li Rojava bingeha fikir û ramana azadiyê bicîh kir, li Rojhelat buye tirsa neyaran û li bakur xîmên dewleta Tirk jibinî, bê wate kir.
Divê Milletê me hemû bihevre, vê vejîna xwe pîroz bike. Ev vejîn ne tenê teqandina fîşekekiye; ev vejîn belavkirina taritiya ser laş û ruhê meye.
Çil saliya vê vejînê divê weke têgeha azadiya hemû Kurdan were dîtin û pîroz kirin. Lewra fikr û ramanê azadiyê bi nirxe û ev ramana çil sale, li beramber hemû zilm û zordariyê berxwe dide.
Divê Kurd vê vejînê bikin malê hemû mirovahiyê! Ger azadî tunebe, tu wateya mirovî nîne! Mirov tenê bi azadiyê kare bibe xwedan nirx. Mezelê dagirkeran ji bo me çêkiribû hate qelaştin û bêhna azadiyê tê.
Vejîna azadiyê li me û hemû gelên bindest pîroz be.