Idrîs Henan
Dem wisa lê hatiye ku her hêzek hewl dide di tewazina nû de cihê xwe saxlem bike û tevlîheviya heyî biçewisîne ku di nexşeya pêşerojê de xwedî statuyeke bi bandor be. Ji bona hêzên desthilat ancax ev yek bi rêbazên şidetê yên êriş, destwerdan û dijminahiyê pêkan be.
Taybetmendiya têkiliyên bi pêxîrtengiya Rojhilata Navîn re derketiye holê, şiklê pêşeroja tê payîn jî tayîn dike. Ew jî diyar dike ka heya kîjan radeyê rejîmên netewe dewlet aloziyên kûr dijîn ku hewl didin bi rêbazên klasîk navendîbûna xwe biparêzin. Wê yekê jî bi dijberiya ji nirx û normên mirovatiyê re dikin û misogeriya hebûna xwe di tunekirina esaletê de dibînin! Rejîmên welê çendîn bi rikberiya civakî re rû bi rû bimînin, hewceya xweguhertinê nabînin. Berevajî, di ya xwe ya miletperestî, antî-demokrasî û yektîpê de bi israr dibin.
Ger mirov li nêzîkatî û kirinên rejîma Sûriyê, di dirêjahiya aloziya li welêt de binêre, dê bibîne ku bi qasî dijberiya ji daxwazên demokrasî, dadmendî û wekheviyê re kiriye, ewqas hovîtiya xwe weke kevneşopiyeke desthilatdariyê mîna terzekî nûjenkirina serdestî û hegemoniyê parastiye. Tevî hemû mudaxeleyên derdora netewe dewlet û dagirkirina axa Sûriyê, lê dîsa jî hebûna desthilatdariya xwe bi sîstemên weke xwe re dibîne û qet girîng nabîne ku bi hêza dînamîk a gelên Sûriyê re li hev bike û welat veguherîne sîstemeke demokratîk ku têra her kesî ye. Ev yek xwe dispêre zihniyeta di encama pêxîrtengiyan de hatiye afirandin ku li ser bingeha hewldana domdar a nûjenkirina amûrên hilberînê û şîdeta çavkaniya wê desthilatdarî ye têye avakirin.
Rejîmên di encama destwerdana li ser vîna gelan de çêbûne, çendîn hêza wan lawaz bibe û çiqas hatibin keviya hilweşînê, dîsa jî ne amade ne sûdê ji atmosfera demokratîk bigirin û li rex daxwazên rewa yên civakê rawestin. Bi qastî berevajî wê yekê dikin. Ew baş dizanin ka xwedî kîjan danheva avabûna çelûxwar in û li ser kîjan serguya sermeyadariyê hatine avakirin. Lewre jî; rejîmek fena ya Sûriyê ku ewqas sal in şerê îradeya çandên Sûriyê dike, pir bi hêsanî û bê dudulî, dikare bi dagirkerên axa Sûriyê re li dijî vîna pêkhateyên Sûriyê li hev bike û di nava planên qirêj de cih bigire. Qet nêzîkatiyek xwe ya stratejîk di derbarê pêşeroja itîfaqa gelan de nîne. Çendîn şiklê lihevhatinê asê be jî, lê dema ku mijar dibe vîna gelên Sûriyê ya demokratîk, awantaja lihevkirinên taktîk li ser pişta çarenûs û axa vî welatî derdikevin pêş. Ji ber vê jî îro em dibînin ku li hemberî komkujiya rejîma Sûriyê ya li Dêra Zorê, bersiva dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li tevayî xeta sînor ê bakurê Sûriyê heye. Ev ne lihevhatinek ji rêzê ya xwezayî ye. Konsept û planeke fîtnê ye ku armanca wê têkbirina îradeya azad û demokratîk a gelên Sûriyê ye.
Ji xwe konsepta rejîma Sûriyê û faşîzma Tirk ku bi kordîneya bi Îran û Rûsyayê re pêk tê, yek ji rêzeceribandinên vê bloka dijberî demokratîkirina Sûriyê ye. Bê guman ne ya dawî ye jî. Lê geşedanên bilez ên li herêm û Sûriyê tekez dikin ku ti luksa hêza parêzvanê demokrasiyê nîne bersivên biçûk bide. Wê şiklê bersiva were dayîn jî li gorî armancên konseptê muhteşem be. Ev yek wê bihêle rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ji nû ve li hesabên xwe vegerin û çend caran ji yek heya deh bijmêrin. Hêvî jî ew e ku dema jimartinê derbas nebe û zû li xwe vegere ku ancax bi otorîteya demokratîk re jiyan ji bo wê pêkan be.