Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê Tebaxê, Kurdistan zindî kir

11/08/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Kurdistana ku ji aliyê dewleta tirka ve hatibû kuştin û li bin çiyayê Agiriyê xistibûn bin erdê, ser wê jî bi çimento seyandi bûn, bi pêngava 15ê Tebaxê re, ji bin erdê hat derxistin û hat zindî kirin.

Qasî pêngavê, jê zêdetir biryar standina vê pêngavê giring ê. Ev biryar bi biryara 1972’an li Bendava Çubuka Enqereyê hat standin ve girêdayî ye.

Ji ber ku wê rojê biryara rêxistinkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewama wê avakirina PKK’ê hat standin. Ji bo biryarek wisa bargiran, zanebûn, hostayîbûn û wêrekiyek gelek mezin lazim bû. Xwediyê van taybetmendî û kesayetiyên giranbiha rêveber in, Rêber Apo jî bi pêkanîna vê civînê, ev huner û kesayetiya bi rûmet da diyar kirin.

Desthilat û mêtingerên Kurdistanê bi vê bûyerê hisyan û hema xwestin bi lez, serîhildana zîndana Amedê ya dewama vê biryarê, bişkînin û dîsa Kurdistanê binerd bikin.

Lê na xêr, ew heyvanê wê bîrdozî û viyana şoreşgerî ya ku Rêber Apo dabû hevalên xwe, di mejiyê wan de meyiya bû û bi vê hişmendiya bilind, li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serî hildan.

Ev tê wateya, ev hişmendî bû wêrekî û berxwedan, tirs şikand û bû îradeyek ji pola ku êdî nema serê xwe li ber zaliman bitewîne. Rêber Apo, vê serîhildan û berxwedana van hevalên xwe yên zîndanan, mîna peyamek fermanî pejirand û got “êdî ez ê di bin fermana van hevalan de weke neferekî çalak xebatê bidim birêvebirin” û wisa jî kir.

Li ser vî ruh, hiş, hest, helwest û xwestinên van hevalên serîhildêr û berxwedêr, hinek hevalên ji ber şûrê faşîzmê filitî bûn, li Rojhilata Navîn perwerde kir, vegerand welat û di encama van rêze xebatên hêja de pêngava 15’ê Tebaxê amade kir û di sala 1984’an de da destpêkirin.

Bi van rêze qonaxên şoreşgerî; ji biryara 1972’an derbasî berxwedana zîndana Amedê bû û bi Pêngava 15’ê Tebaxa l984’an dewam kir hat Şoreşa Rojava û îro, di encamê de Kurdistana mirî rabû, zîndî bû!

Di nava çil salî de ruhê vê Pêngavê, ne bi tinê li çar parçeyên Kurdistanê belê bandora xwe li derveyî Kurdistanê jî kiriye. Çarçoveya destpêk û encamên cewherê vê Pêngavê, mirov dikare wisa destnîşan bike: Li ser hezkirina bi gel û welatê xwe re misogerbûna baweriya îradeya serbixwe, li pey şikestina tirsê li şûna wê avakirina wêrekiyê, armanckirina bihevrejiyana azad û demokrat bi hemû pêkhateyên Kurdistanê re, li ser vê bingehê avakirina peywendiyên enternasyonalî bi gelên herêmê û cîhanê re. Ji ber ku stûnên bingeha vê bîrdoziyê û Pêngavê ewqas bi hêz hatine danîn, li gel ku Rêberê wê 26 sal e di zîndanê de ye, dîsa jî ruhê vê Pêngavê bêrawestan meşiya. Erê neyarên derve û yên hundur ên vê Pêngavê gelek bûn û neyarê herî malxerab jî xiyanet bû, mixabin heman xeter her nuha jî dewam dike.

Bêguman ev neyartiya ewqas mezin, ne ji xurtbûna wan tê, belê ji lawazketina wan tê ku ewqas hewcedarî van çend kesên Berzaniya bûne.

Dîsa, divê li ser ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê, rêxistinkirin hîn xurtir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.