Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê beşdarbûna şerê Îdlibê derewand

14/08/2018
in Uncategorized
A A
QSD’ê beşdarbûna şerê Îdlibê derewand
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê fermî yê QSD’ê Kîno Gabriel îdiayên dezgehên çapemeniyê yên têkildarî beşdarbûna QSD’ê di şerê Idlibê de li rex hêzên rêjîmê derewand.
Dezgehên ragihandina Tirk îdia kirin ku hejmareke şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rex hêzên rêjîma Sûriyê beşdarî şerê Îdlibê bûne.
Girêdayî mijarê Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabriel axivî û diyar kir ku ew ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê ji destên terorîstan û dagirkeriya Tirkiyê amade ne, lê ti rastiya nûçeyên hin dezgehên çapemeniyê ku dibêjin şervanên QSD’ê beşdarî şerê Idlibê bûne tune ye û heta niha tu şervanên QSD’ê ji bo şerê Idlibê yan herêmeke din nehatine şandin.
Gabriel diyar kir ku QSD tenê xwe dispêre bangên welatiyan û heta niha tu hevpeyman an planeke leşkerî di navbera wan û hêzên rêjîmê de derbarê şerê Îdlibê de pêk nehatiye.
Gabriel di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku eger welatî ji bo rizgarkirina wan ji bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyan bang bikin, an rêjîma Sûriyê wan vexwîne wê li gorî hevpeymanekê plansaziya xwe ya beşdarbûna şerê Îdlibê eşkere bikin û wiha dewam kir: “Bêguman di navbera her du aliyan de berjewendiyên hevbeş wê pêk werin.”
Girêdayî mijara rizgarkirina Efrînê ji bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê Gabriel wiha got: “Mijara Efrînê armanca me ya sereke ye û ji bo rizgarkirina wê em plan û amadekariyên xwe dikin.”
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriel di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji diyalogê re amade ne da ku ewlehiya Sûriyê were parastin û şerê terorê were kirin. Gabrîel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em amade ne ji bo vê jî li gel aliyên pêwendîdar danûstandinan bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.