Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê CPT derbarê Ocalan de agahî bide

14/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê CPT derbarê Ocalan de agahî bide
Share on FacebookShare on Twitter

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku aloziya li herêmê ancax bi fikrên Ocalan dikare çareser bibe û da zanîn ku ji ber ji fikrê Ocalan ditirsin lewma peywendiya wî ya bi derve re bi temamî qut kirine Berwarî wiha got, “Eger CPT nikare mafê Ocalan biparêze û hevdîtin pêre pêk bîne, wê demê erka wî çiye? Divê CPT, agahiyên zelal di derbarê rewşa Ocalan de bide. Ji ber tecrîdkirina Ocalan sûc e.”
Endamê Komîteya Azadî Ji bo Ocalan û di heman demê de Hevserokê Bereya Demokrasiya Gel Dr. Kamûran Berwarî têkildarî sedemên tecrîdê û girîngiya Ocalan ji bo gelên herêmê axivî.
Berwarî diyar kir ku Ocalan mîmarê aşitiya Rojhilata Navîn e û wiha axivî, “Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî fikir, îdeolojiye. Her wiha ji bo azadiya wan jî hem dixebite hem jî têdikoş e. Armanca ji tecrîdkirina Ocalan ewe ku fikrên wî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê sernekeve. Rêya yekane ya çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikir û felseya Ocalan re derbas dibe. Bêyî fikrên Ocalan aramiya li herêmê ne pêkane. Ji ber vê jî dewletên dagirker ji fikrên wî ditirsin û peywendiya wî ya bi gel, rêxistin û hêzên Rojhilata Navîn re qut dikin. Tecrîda li ser Ocalan û qutkirina peywendiyên li gel Ocalan dide nîşandan ku niyeta dewleta Tirk a çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne.”

DIVÊ CPT AGAHÎ BIDE

Dr. Kamuran Berwarî da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan sûce û bang li Komîteya Pêşî lê Girtina Êşkenceyê (CPT) kir ku erka xwe pêk bîne. Berwarî anî ziman ku Ocalan jî weke her girtiyekî mafê xwe yê hevdîtinê heye û got, “Qutkirina hevdîtina malbat û parêzeran ya bi Ocalan re sûc e. Ji ber her girtiyek mafê xwe yê hevdîtinê heye. Dewletên ku destê xwe di tecrîdkirina Ocalan de heye di ber jiyan û ewlekariya Ocalan de berpirsyarin.”
Berwarî bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan a li hember rewşa Ocalan jî rexne kir û dazanîn ku ev rêxistinên dibêjin em mafê mirovan diparêzin girêdayî dewletanin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Rêxistinên Mafê Mirovan yên cîhanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn erka xwe ya rast pêk nayênin û nikarin nûnertiya rasteqîne ya mafê mirovan bikin. Ev rêxistinên mafê mirovan girêdayî dewletanin, girêdayî dezgehên îstîxbaretêne. CPT jî yek ji van rêxistinaye ku nekariye di mijara Ocalan de roleke rast û bê alî bilîze.
Berwarî diyar kir ku ti rêxistinên mafê mirov li cîhanê bi rast û dirust nikarin nûneriya mafê mirov ne li Kurdistan ne jî li Rojhilata navîn bikin û wiha pêde çû: Rêxistinên mafê Mirovan û CPT di mijara Ocalan de xwe zelal nekirine. Eger CPT nikare parastina Ocalan bike û hevdîtin bi Ocalan re bike, wê demê parastina çi dike? Erka CPT ye ku bi Ocalan re hevditinê bike û têkildarî Ocalan raya giştî ya Kurd agahdar bike. Divê CPT herî kêm mehê carekê serdana Ocalan bike.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.