Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gav bi gav rizgarkirina Minbicê -4-

13/08/2018
in Uncategorized
A A
Gav bi gav rizgarkirina Minbicê -4-
Share on FacebookShare on Twitter

Bajarê Minbicê wekî paytexa DAIŞ‘îyên biyanî dihat pênasekirin, Tirkiyê daîm hewl dide ku bajarê Minbicê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de bimîne, da ku karibe bi hêsanî planên xwe yên zindîkirina xeyalên Osmanî bi cih bîne. Lewra jî bi hemû rêbazan destek dida DAIŞ‘ê. Lê bajêr bi destê şêniyên wê hate rizgarkirin û rêveberiya sivîl ji aliyê pêkhateyên wê hatiya rûniştandin. Herî dawî Minbic êdî bûye mînaka herî pêşketî ya demokrasiyê û rêveberiya siyaseta dirust.
Di navbera sala 2015 û 2016‘an de Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan û hin rayedarên hikûmeta wî YPG, YPJ û paşê jî QSD hişyariya derbaskirina rexê Rojavayê Çemê Firatê dikir. Hişyariyên ji aliyê wan ve mîna peyamekê ku tê de fermandarên Tirk rizgarkirina bajarê Minbic û Cerablusê yên dikevin rojavayê Firatê red dikirin.
Erdogan 11‘ê Mijdara 2015‘an di daxuyaniyeke xwe de ya piştî civîna G20 got “Tirkiyê destûr nade ku ti hêz rojavayê çemê Firatê derbas bike” û anî bû ziman wê welatê wî Tirkiyê bersivê bide.
Di wê demê de, Minbic hîna di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de bû. Daxuyaniyê rayedarên Tirk di naveroka xwe de gelek nîşaneyan dide. Ji ber ku Tirkiyê ne dixwest ku DAIŞ bi dawî bibe. Ji ber vê yekê bi hemû rêbazan destek

dida.
Herêmên rojavayê çemê Firatê bi taybet bajarê Minbicê baregehên sereke yên DAIŞ‘ê bû. Minbic wekî paytexta çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî diha naskirin, ku bi riya Tirkiye derbasî Sûriyê dibûn û pêkirinên xwe yên ne mirovî pêk di anîn, her wiha navenda plankirina êrîşên li Ewropayê bû.
Di 11‘ê Mijdara 2016‘an de Rojnameya Birîtanî ya Telefraph gotarek bi navê “Minbic Londona biçûk e” weşand, tê de îşaret bi hejmarek pir a Birîtaniyên di nava DAIŞ‘ê de li vir dike, her wiha rêjeyeke mezin ji Alman, Fransî, Siûdî û Cezayîr jî lê hene.
Siyaseta Tirkiyê ya di Sûriyê de ne tenê çûna hêzên ku şerê DAIŞ‘ê li Sûriyê dikirin ber bi rojavayê Firatê red dikir, lê belê çûyîna wan a ber bi Reqayê ve “Paytexa DAIŞ” jî red dikir. Ev yek diyar dike ku Tirkiyê her tim dixwest ku DAIŞ‘ê li herêmê bimîne da ku pilanên xwe di herêmê de pêk bîne. Tirkiyê DAIŞ‘ê wekî tehdîtekê li hemberî gelê Bakurê Sûriyê bi kar di anî.
Gelê herêmê bi desteka QSD‘ê di 1`ê Hezîranê de operasyona rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Operasyon di 12‘ê Tebaxa heman salê bi rizgarkirina Minbicê bi encam bû.
Ji wê dîrokê ve rewşa herêmî guherî û xaleke hevsengiyên ji hêzên Rojhilata Navîn re dest pê kir.
Êdî Minbicêbi destê gelê xwe tê birêvebirin û parastin. Bi rizgarkirina Minbicê re hêviyên dewleta Tirk a dagirkirina Minbicê şikestin.
Tirkiyê ne tenê Minbic, tevahî Bakurê Sûriyê wekî herêmên Osmanî yên beriya sedsalan di bin serweriya Tirkiyê de dixwest. Tirkiye bi artêşa xwe derbasî Sûriyê bû, ala dewleta xwe û wêneyên Erdogan li kolanan daliqandin. Her wiha afîşeyên danasîna bi zimanê Tirkî danîn.

Gelek alî, dewleta Tirk bi karanîna “Muxalifên rêjîmê” li herêmên Heleb, Şam û Dera li hemberî herêmên li Bakurê Sûriyê mîna ku li Idlibê li beramberî Heleb û Efrînê li beramberî Efrînê sûcdar dike.
Tirkiye niha jî dixwaze hemû planên xwe ji Minbicê ve dest pê bike. Lê gelê Minbicê ji hemû plan û hêza dewleta tirk bi hêztir e, hevgirtina gelê Minbicê li pêşberî hêza dagirkeriyê bûye mertal.
Her wiha çavên hêzên herêmî û cîhanê li Minbicê ye. li gel Tirkiyê jî rêjîm û Rûsya dixwazin li herêmê pêşketinan bidest bixin. Emerîka jî naxwaze Minbicê ji destê xwe bibe. Êdî Minbica pêşketî ji xaleke ku li ser nakokî hebûn, bûye xaleke hevsengiyan.
Minbicê niha yek ji herêmên herî bi ewle ye û bûye mînaka herî pêşketî ya demokrasiyê.

Cûma MIHEMED

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.