Kemal Necim
Dibe ku ev sernivîs hinek balkêş be û pirsekê di mêjiyê mirovan de çêbike, ka gelo demsala çapkirina pirtûkan jî heye?
Bi dehên salan li seranserî cîhanê karên çapkirin û weşanê bûbû pîşeyeke pir girîn, qadeke hilbirînê ya berfereh û jêdereke darayî ya mezin. Lewma xebatên weşangeriyê ji bilî girîngiya wê ya pêşxistin û hilbirîna raman û zanistê her wiha bûye qadeke pîşeyî ya sereke.
Bi pêşketina teknolojiyê û derketina alavên hevgihînê re, pêdiviya kesan bi weşanên çapkirî kêm bû, lewma dihate gotin ku êdî ev pîşeya çap û weşanê dê mîna pir pîşeyên din tune bibe û nemîne, her wiha girêdayî wê jî dê berhemên çapkirî kêm bibin û bi demê re tune bibin. Lê berovajî hemû pêşbînî û gumanan, ev qad her çû mezintir bû û girîngiya xwe ya pîşeyî winda nekir
Rêxistina Cîhanî ya Mafên Derbirîna Ramanî (WIPO), di slan 2023`an de raporeke bi sernavê “Pîşesaziya Weşanê li Cîhanê” weşand. Li gorî raporê di van du salên dawî de pîşesaziya weşangeriyê geş bûye. “Di sala 2022’an de dahata giştî ya pîşesaziya weşangeriyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîştiye 26,2 mîlyar dolarê Amerîkî, ku dahata herî zêde ya firotinê li wî welatî, li dû wê Almanya bi 9,9 mîlyar dolar, piştre Hindistan. 9.1 mîlyar, û Birîtaniya 5 mîlyar dolar), ev dane dide diyarkirin ku paşeroja vê pîşesaziyê geşbîn e, û dikar bi gelek awayan xwe biguhere û geş bibe.
Her wiha li gorî hin daneyan pîşesaziya çêkirina pirtûkan ji pîşeyên din yên hilbirîna medyayê mezintir e, û dahata wê ji dahata çêkirina fîlman û mûzîkê jî bêhtir e.
Bê guman ev dane û hijmar li gorî dewlet û civak û herêman tê guhertin, lewma ev pîşe li pir welatan hîna qels e û nebûye jêdera dahata darayî ne jî dahata ramyarî û zanistê.
Em vegerin sernivîsa xwe (Demsala Çapkirina Pirtûkan).
Weke tê zanîn ku çanda kurdî bi giştî li Rojava di bin nîrê qedexe û çewisandinê de bû, lewma li Rojava hetanî berî 10 salan pîşeya weşangeriyê û çapê tune bû, her wiha bazara wê jî tune bû. Piştî pêşvajoya şoreşê, li gorî derfetên heyî çapxane hatin peydakirin û hin weşanxane jî hatin damezrandin. Bi derketina çapxane û weşanxeyan re hijmara pirtûkxaneyan jî zêde bû, ango em bêjin bingeha bazara çêirin, kirîn û firotina pirtûkan hinekî hate avakirin.
Lê ta niha, qada weşangeriyê ne weke qadeke pîşeyî lê belê weke erkekî netewî bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî hatiye birêvebirin. Lewma xebatên weşangeriyê bi berdewamî û seranserî salê nayên kirin. Ji xwe weşangerî ji bo saziyên weşanê nebûye jêdera darayî û bazara wê ya geş û şên tune ye. Bazara sereke ya pirtûkan li herêmê heta niha Pêşangeha salane ye ku li bajarê Qamişlo heft salan li pey hev tê lidarxsitin. Lewma piraniya weşanxeneyan û saziyên rewşenbîrî û desteyên çandê ku bi kar û barê çêkirina pirtûkan mijûl dibin, tevahiya salê guh nadin xebatê çap û weşana pirtûkan, tenê berî lidarxistina pêşangeha salane bi çend mehan nû dest bi karê weşanê dikin. Ji ber van sedeman giranî li ser çapxaneyan çêdibe, her wiha ji ber karên bilez çaweniyan pirtûkan jî pir caran nebaş derdikeve.
Piştî du mehan tê payin ku 8`mîn pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan bê lidarxistin, lewma em niha ketina Demsala Çapkirina Pirtûkan.