Nehîr pale
Kurdên Êzidî di 74 fermanan re derbas bûne, ev komkujî sala 906`an destpê kirin û heyanî 2014`an berdewam kirin e, bi destê qiral, paşa, çeteyên DAIŞ`ê û hêzên dagirker pêkhatin e. Paşayên Osmaniyan di bin navê ol de 51 komkujî li ser Kurdên Êzidî pêk anîn e. Kurdên Êzidî navê ferman li van komkujiyan kirine, ji ber ew ji aliyê erdnîgarî, fikrî, çandî û fîzîkî ve hatine qirkirin. Hêzên dagirker her tim çand û fikrê Kurdên Êzidî li ser xwe xeter dîtine û di her fermanekê de xwestine wan ji kokê qir bikin.
Di van fermanan de heman rêbaz li ser jinê dane meşandin. Dema ku êrîşî gund û warên Kurdên Êzidî dikin, mêran dukuje zarok û jinan jî dîl digrin. Jinan xenîmeta şer dibînin û êdî ew milkê wan e. Ew jinên di şer de dîl hatine girtin êdî wan di hemû rewşan de didin bikar anîn. Dema ku dixwazin li gorî temenê wan, bejna wan, xweşikbûna rû û bedena wan, qelewbûn û zeyîfbûna fîzîka wan, nirxên wan diyar dikin û didin bikar anîn. Hemû jinên ku xenîmetên şer in li sûka Nuxasa têne firotin, eger kesek wan nekre tu nirxê wan nîne û wan tavêjin. Bi rêbazên xwe yên qirêj îxanetê li jinê dikin heyanî wê dighînin asta mirin jî bidestê wê nekeve. Ji ber ew jin e îxanet lê tê kirin, Kurd e tu nirxê wê nîne û heyanî Êzidî ye tu mafê wê nîne ku bijî. Bi riya 74 fermanan hewl dan ku dawî li hebûna Kurdên Êzidî bînin. Kurdên Êzidî û bi taybet jina Êzidî li hemberî hemû komkujiyan li ber xwe didin. Di komkujiya sala 2014`an de hate belge kirin ku gelek jinên Êzidî ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ`ê dawî li jiyana xwe anîne. Ji bilindahiya çiyayê Şengalê xwe tavêjin û dawî li jiyana xwe tînin. Dema ku dîlketine destê çeteyên DAIŞ`ê li ser xwe qebûlnekirine û di wextê firset dîtine xwe çekirine çeman an jî bi awayekî dawî li jiyana xwe anîn e. Jinên Êzidî di fermanan de mirin ji xwe re çareserî dîtine.
Kurdên Êzidî ji ber ku Êzidî ne, di ol û çanda xwe de ji civakên dîtir cûda ne, nebûne Misilman her tim hêzên desthilatdar ew di komkujiyan re derbas kirine. Di encama polîtîkaya dagirkeran de civaka Kurd ticarî Kurdên Êzidî qebûlnekirine, ew dûrî xwe hiştine û xwedî li wan derneketine.
Jina Êzidî piştî komkujiya 3`ê Tebaxê 2014`an destpêkir xwe birêxistin kir. Êdî bi rêbazên berê xweparastin têrê nake. Rêxistinkirin, têkoşîn, perwerde, aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasî, aborî û hwd. Xwe pêşxistin rêbazên xweparastinê ne. Jina Êzidî eger bixwe xwe birêvebibe û pişta xwe nede tu kesî wê bikaribe xwe ji komkujiyan biparêz e. Li hemberî êrîşên hundir û derve bibe xwedî helwest û berpirsyartiya xwe rabike. Çend caran dema ku PDK`ê xwest têkeve hinek gund û warên Şengalê de jinên Êzidî li hemberî wan bûn xwedî helwest.
Mirin ji bo jinê ne parastine, xweparastin bi têkoşînê tê kirin.