Navenda Nûçeyan
Helbestvanê nav û deng yê Kurd Şêrko Bêkes helbestvanek yê serdemê bû ku bi helbestên xwe xizmet ji bo huner û dîroka gelê Kurd dikir. Gelek berhem ji bo civaka xwe li pey xwe hişt.
11 sal bi ser wefata helbestvanê bi nav û deng yê Kurd Şêrko Bêkes re derbas dibe. Şêrko Bêkes kurê helbestvanê bi nav û deng yê Kurd Fayîq Bêkese ku di 2’ê Gulana 1940’an de li Taxa Guyjer a bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Şêrko Bêkes dema 8 salî bû, bavê wî di sala 1948’an de wefat dike.
Zaroktî û ciwaniya Bêkes tejî zehmetî û êş derbaz bû, di aliyê aborî de jî zehemtiyên mezin kişand. Bi gelek zehemetiyan re Bêkes qonaxa dibistanê ya amadeyî temam kir. Bêkes yekem helbesta xwe di 17 saliyê de dinivîse û ev helbesta xwe di rojnameya Jin de belav kir. Bêkes di sala 1969’an de li gel Nesrîn Mirza di zewice.
Di sala 1965’an de dibe pêşmerge û di radyoya Dengê Kurdistanê de li Şikefta Serdêman a Başûrê Kurdistanê dest bi kar dike. Ev şikefta nêzî kîlometreyek ji rêya navnetewî dûre. Li gorî diyardeyan ev şikeft dikeve nêzîk Gundê Şînawew ya bajarokê Qerê ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê.
Di sala 1968’an de yekem pirtûka bi navê ‘Tirîfey Helbest’ li Bexda çap dike. Di sala 1970 ‘an de çend helbest bi nav û deng yên wê serdemê ku bangewazî ji bo guhertina di helbestên Kurdî de dike û cureya helbestên nû yê Kurdî belav kir.
Di sala 1987’an de li Swêd ‘Xelata Tuxulskî’ ji destê Serokwezîrê wê demê yê Swêdê Îgvar Kalrisunewe werdigre. Di sala 1992’an de ji Swêdê vedigere Herêma Kurdistanê, di wê salê de dibe Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev yek jî yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dihat avakirin. Piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê wêdemê ji lîsteya PDK’ê Franso Herîrî biryara girtina Rojnameya Welat dide. Li hemberî vê biryarê Şêrko Bêkes di sala 1993’ê de dest ji kar berda.
Bêkes li Ekntelociyayî Amerîka û Kanadayê xwendiye. Di sala 1998’an de bi rêya heval û jimarek kes ‘Dezgeha çap û Weşanê ya Serdem’ li bajarê Silêmaniyê damezirand. Ev dezgeha çap û Weşanê ya Serdemê heya niha jî li bajarê Silêmaniyê xizmetê ji welatî û kesayetiyan re dike. Di nava Dezgehê de hîna jî cihê Bêkes wek xwe maye û tû deskarî jî lê nahatiye kirin.
Di dema komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li sala 1999’an de Şêrko Bêkes qesîdeyek li ser Rêber Apo dinivîse û wiha dibêje; “Ev der Silêmani ye, ev çend roj e xemgîniyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Rêber Apo girtin, lê nekarîn ruhê kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêva darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”
Di sala 2001’an de navenda çap û ragihandinê ‘Xak’ xelata Helbestvan Pîremêr didin Bêkes. Di sala 2009’an de giştî berhemên Bêkes li ser 8 hezar rûpelan hat çapkirin.
Bêkes helbestvanek nav û deng yê moderin yê Kurde ku xwedî çend helbest û dîwan e. Helbestên Bêkes bi gelek zimanên cîhanî hatiye werger kirin. Helbestên Bêkes herî zêde qala Niştîman, welatparêzî, av, xak û xweşikbûna Kurdistanê kiriye.
Bêkes xwediyê gelek ezmûnên cuda bû, gelek nivîs, helbest, şano, wêne û destan nivîsiye. Bi van nivîsên xwe êş û zoriyên kişandî aniye ser ziman.
Şêrko Bêkes zêdetirî 30 dîwan û pirtûkên helbestên xwe belav kiriye ku yên herî berbiçav ev in:
Xaç û Mar û Rojjimêrî Şaîrêk
Derbendî Pepûle
Rengdan
Kursî
Goristanî Çirakan
Êsta Kiçêk Nîştimanime
Pirtûka wî ya herî dawî jî “Bilezîne-Vaye mirin gihîşt” bû.
Hinek ji helbestên Şêrko Bêkes bi Erebî, Tirkî, Farisî, Îngîlîzî, Swêdî, Danimarkî, Fransî, Îtalî û Almanî hatine wergerandin.
Şêrko Bêkes di sala 1999’an de di 15’ê Sibatê de dema Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, di ekranên Med TV de ev helbest qêriya: “Ev der Silêmanî ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Abdullah Ocalan girtin, lê nekarîn ruhê kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirîm û çavên min li Amedê ye.”
‘Li Bakur agirê şoreşê’
Helbestvan û Nivîskarê kurd Şêrko Bêkes li ser grevên birçibûnê yên girtîgehên Bakurê Kurdistanê ji bo tecrîda li ser Rêberê Apo dawî bibe jî wiha diqêrî: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku Kurd bi şer û zextan naqedin.”
Bêkes di 4’ê Tebaxa sala 2013’an de li paytexta Swêdê Stokholmê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat dike. Li ser wesyeta Bêkes cenazeyê wî li Parka Azadî ya li Silêmaniyê hate veşartin.