Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendina ramanên Rêber Apo riya fêmkirina pêvajoyê ye

04/08/2024
in Uncategorized
A A
Xwendina ramanên Rêber Apo riya fêmkirina pêvajoyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dengê gelê Kurd bi ramanên rêber û pêşengê serdema azadiyê ya nû Rêber Apo  li tavahî cîhanê hatiye belavkirin. Ji bo piratîkirina felsefeya azadiyê xwendina wê pêwêste, li ser vê bingehê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi xwendina ramanên Rêber Apo kirin e.

Zana Roj/ Şehba

Xwendin, analîzkirin û fêmkirina felsefeya Rêber Apo bi hurguliyên wê, dibe stûna herî bingehîn di avakirina civaka ku bi sedê salan  di nava lepên dagirkeriyê û hêzên kapîtalîst de jiyan dikin de ye. Bi taybet ji bo gelê Kurd xwendina felsefeya Rêber Apo yek ji gavên herî girîng di fêmkirina siyasetên ku li dijî gelê Kurd hatine û tên kirin, naskirina rastiya dijmin û kesayeta Kurd her wiha têkoşîna ji bo doza azadiya Kurdistan di serdema nû de divê çawa biser bikeve daye diyarkirin. Li gorî pêvajoya heyî û herikîna pê re, divê xwendina Parezname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi geşkirî di nava tavahî civakê de bê belav kirin.

Bi taybet ev felsefe bandora xwe di nava tavahî gelên cîhanê yên azadîxwaz de da ye teysandin, ji lewra di nava rayên giştî û yên navnetewî de Rêber Abdullah Ocalan dibe mijara nîqaşê û metirsiya wan ji vê yekê avadibe. Ji bo zêdetir ev fikir di nava gelê Kurd û pêkhateyên di nava herêmên Rêveberiya Xweser de jiyan dikin de bê zelalkirin, xwendina pirtûkên Rêber APO dibe çandek. li herêma Şehbayê jî ev yek bi riya lidarxistina çalakiyên berfireh ji aliyê tavahî sazî û partiyên li herêmê ve tê pêkanîn. Herî dawî ji aliyê Partiya Yekîtiye Demokrat PYD ê ve çalakiyeke berfireh bi tevlîbûna bi sedan hate lidar xistin. Girêdayî girîngiya xwendin û fêmkirina felsefeya Rêber Apo bi hemû çaxên wê, endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê Luqman Jaro ji rojnamya me re axivî.

Îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan rêbazê jiyana îro û ya pêşerojê ye

Luqman anî ziman ku armanc me valaderxistina pilanên dijmin li ser gelê Kurd e û ev gav bersîvdayîna me ye û wiha got: “Di nava geşedanên siyasî yên ku tên dîtin de, bi tayebt Rêber Abdullah Ocalan bûye yek ji mijarên sereke. Faşîzma Tirkiyê tavahî hewildanên xwe di çarçoveya ku doza Rêber Apo di nava navnetewî de weke girtiyekî ji rêzê bigire dest û ev dosiye di raya giştî de neyê vekirin de dike. Herî dawî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo weke ceza dan nîşandin ku tecrîd nîne û Rêbertî bi rihetî jiyan dike, tenê di aliyê hevdîtinan de ceza heye. Ev yek bi serê xwe weke sûce û divê li hember wê helwesta gelê Kurd, parêze, siyasetmedar û ya CPT’yê  derkeve holê. Faşîzma Tirkiyê di dirêjiya ewqas sal di girtina Rêbertî de armanca wî ew e ku ev felsefe bi girtin û tecrîdê re bê tunekirin û derbasî nava gel nebe. Her çendî di vê pilanên xwe yên qirêj li ser hesabê tenduristiya Rêber APO pêk anîn; lê belê ev yek bi tu awayî nehat pêkanîn û berhemên vê felsefê îro em di destkeftiyên gelê Kurd de dibînin.

Lidarxistina çalakiyên bi vî rengî di bingeh de bersîvdayîna ji pilan û siyaseta Dagirkeriya Tirkiyê re ye. Bila îro bala xwe bidê ji zarokên Kurd bigire heyanî kal û pîrên wê xwe li ser îdeolojiya Rêber Apo perwerde dikin û vê yekê dikin rêbaza jiyana xwe û ya pêşerojê. Ev çalakî wê domdar bin û emê bi van helwestan pilanên dijmin li ser Serokatî û gelê Kurd valaderxin.”

`Rêber Apo çareseriya tavahî alozî û pirisgirêkên cîhanê diyar kiriye`

Luqman da zanîn ku çareserî di fêmkirina îdeolojiya Rêber APO de ye û wiha pê de çû: “Di jiyan û rastiya ku em tê de jiyan dikin de pêwîstitiya me bi fêmkirina lêhurbûn û îdeolojiya Rêber APO heye. Di Kurdistanê, Rojhilata Navîn de û di guhartina zihniyeta heyî ya serweriya xwe li ser hemû şaneyên mirov kiriye, pêkanîna felsefeya Rêbertî ew çareseriya bingehîn ya domdar e. Bi taybet di aloziyên ku Rojhilata Navîn tê de jiyan dike de tu çareseriyên bingehîn nehatin pêşkêş kirin, di encama pêşbîniyên çareseriyê yên ne guncav û li gorî berjewendiyên hêz û aliyên ji derve de, her tim xwestine ku di rewşa xwe ya heyî de bimîne. Rêbertî pirisgirêk û hêza çareserkirina tavahî pirisgirêkan di parezname û pirtûkên xwe da ye diyarkirin, û ev yek di Pirojeya Rêbertî ya Netewa Demokratîk di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tekez bû ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.