Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kuştin û talan li Efrînê dewam dike

13/08/2018
in Uncategorized
A A
Kuştin û talan li Efrînê dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe yên bermahiyên El Qaîde û DAIŞ’ê li Efrînê kuştin, revandin, talan û diziyê bê navber dewam dikin. Komên çete yên ku malên welatiyan didizin li ser şerê hev dikin. Hat ragihandin ku çeteyên koma Hemzat û Ehrar El Şerqiye li ser malên ku dizîne şer kirine û di şer de bi dehan çete hatine kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo dizî û talanê hev dikujin.
Dewleta Tirk û komên wê yên çete piştî ku Efrîn dagir kirin, mal, kargeh, dehl û rez û zeviyên Efrîniyan ên li navend û gundên Efrînê talan kirin û hîn jî talan dikin.
Çeteyên ku çavê wan ji dizî û talanê têr nabin, niha jî hev dikujin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li kolana Mehmûdiyê ya li navenda Efrînê, çeteyên Hemzet û Ehrer El Şerqiye li ser malên diziyê bi hev ketin. Tê gotin ku di vî şerê talanê de 15 çete ji her du aliyan mirine.

DAGIRKERAN SIVÎLEKÎ DIN KUŞTIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê sivîlekî bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn kuştin.
Li Efrînê, sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên dewleta Tirk sivîlê bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn ê ji gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê kuştine.
Çete bi zorê ketin mala Huseyîn û hewl dan dest deynin ser wesayita wî. Ji ber ku Huseyîn nexwest wesayita xwe bide çeteyan, çeteyan destpêkê lê dan û piştre wesayita wî jê stendin û çûn.
Huseyîn ji ber lêdanê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

SIVÎLEKÎ DIN HAT
REVANDIN

Hêzên dagirker ên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din yê bi navê Cîger Asalan Seydo revand.
Li gorî agahiyên ku hatî standin, çeteyên bi ser artêşa Tirk a dagirker ve li Efrînê gundê Coqê gundiyê bi navê Asalan Seydo revand.
Li gorî jêderên xwecih Seydo ji hêla çeteyên bi navê ‘polîsên leşkerî’ ve hatiye revandin û nayê zanîn bê ka bi kû ve birine.
Heman jêderê got çeteyên Tûgayên Siltan Mûrad ên dewleta Tirk li Efînê qebloyên elektrîkê birine û milkên gel talan kirine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.