Idrîs Henan
Dewletan Tirk a dagirker bi van nêzîkatî, azwerî û xeyalên xwe yên kiritandin, parçekirin û desteserkirinê, hewl dide herêma Rojhilata Navîn veguherîne dagirstaneke mezin a dirindeyî ku mezin biçûkan daqurtînin. Ango; bi xirakirina dengeya xwezayî ya herikîna jiyanê, nepixandina netewperestiya radîkal, nijadperestî û xeyalên xwe yên millî re, dixwaze hêza xwe ya destwerdana bêserûber ferz bike û her dera hêvî dike jî dagir û îlhaq bike. Lew re jî her di nava bê ewlehiyê de xwe hîs dike û wisa jî hewl dide derdorê iqna bike ku kirêtî û dagirkeriyên xwe rewa bike.
Bê guman; paş perdeya van daxwazên faşîzma Tirk “Osmaniya Nû” heye. Ew yek jî li ser bingeha xwepêşandana hêza serweriyê ya dîroka wê ya imperial xwe dide rûnişkandin. Aliyek wê yê din jî “Kemalîzm” heye. Ew jî li ser bingeha neteweperestiya xwe spartiya qirkirina netewa Kurd hatiye rûnişkandin.
Di siyasetên faşîzma Tirk ên derve de, Osmaniya Nû bûye hêza cinerator û di vê xalê de bi saziyên neteweperest ên leasîzma nijadperestiya Tirk re li ser bingeha dijatiya ji Kurdan re hemfikir in. Lew re dijatiya rojava dikin û hewl didin bi DYE û Birûksilê re li hev bikin. Herdû jî bi heman stratejiyê hez dikin ku têkîliyan bi Şam, Bexda û Tehranê re baştir bikin. Ji xwe vê têkîliya mijara gotinê, weke binyada berfirehkirina serweriya Tirk li herêmê dibînin ku şertekî tunekirin û qirkirina gelê Kurd û têkoşîna wî ya azadiyê ye.
Faşîzma Tirk fonksyoneke têkel ê wisa ye ku bi serperştiya pîskopatekî fena Erdogan û hinek egoîstên paramîlîter ên ji bermahiyên piyaseya global a xwefirotin û kepirnizimiyê hatine strandin, ji bona ewlehî û istiqrara li herêmê veguheriya çavkanî û jêdera metirsiyê. Îroj bi vê zihniyeta kolonyal, mêtinger û siyasetên kiritandin û îxlalkirina bi hêza leşkerî li dijî gel û welatên herêmê, li gel çete, xayîn û hevkarên xwe êriş dikin û aramiya herêmê beramberî xeteriyek mezin hiştine.
Dewleta Tirk a dagirker, aliyê stratejîk ve, hewl dide Misaqa Millî pêk bîne û herdû bakurên Sûriyê û Îraqê dagir bike. Ango dixwaze ji rewşa kaos ya li herêmê rû daye sûdê werbigire û Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê û herdû parêzgehên Heleb û Idlibê heya Herêma Kurdistana başûr û herdû bajarên Mûsil û Kerkûkê îlhaqî xwe bike.
Dewlet dagirker a Tirkiyê difikire bi têkbirina hêzên têkoşîna azadî û demokrasiyê re dê desthilatdarî û dewleta xwe ya faşîst biparêze. Wê yekê jî di bicihkirina sînorên Mîsaqa Millî de pêkan dibîne ku wê çaxê dê biryarên Şam, Bexda û welatên herêmê xesib bike û dê bixe bin kontrola xwe.
Êdî ev xeyal û azweriyên faşîzma Tirk çendîn pêkan e li ser erdê pratîze bibin, cihê nirxandin û mijara gomanek mezin e! Texmîn dike bi piştgiriya komên cîhadîst, terorîstên DAIŞ, Al Nusra, Al Qayîde û hinek xayînên fena binemaliyê Barzanî û bi hêza NATO`yê re wê karibe îradeya gelan derb bike û gelê Kurd ê resen qir bike. Lew re jî berê xwe daye vê rêbaza homojen a netew dewlet – olperest ku zihniyeta xwe ya faşîst a nijadperest û otorîter bi zorê ferz bike. Ancax nêzîkatiyek wisa ku biratî, hevkarî, cudahî û parvekirinê qebûl nake, bi têkoşîneke havpar a demokrasî û azadiyê ya gelan têk biçe. Rastiya ser erdê jî dibêje; êdî ti şansekî faşîzmê nemaye ku gelekî hêjayî jiyanê ye ji nû ve têk bibe û xaka wî desteser bike. Berxwedana ku îro bi pêşengiya Gerîlayên Kurdistanê têye raberkirin, misogeriya jiyana pirrengî, azadî û demokrasiyê ye.