Amara Baran / Qamişlo
Ji dîrokê ve û heta niha, herdem PDK’ê bi xiyanet û rûreşiyê cihê xwe di nava rûpelên wê de girtiye. PDK’ê di sala 1992’an de li hember xeta Jina azad û berxwedêr a Şehîd Bêrîtan, xiyaneta xwe eşkere kir. Herwiha her ku xeta têkoşînê mezin bû, PDK’ê jî xiyaneta xwe mezin ki.
Mirov bala xwe bidiyê wê were dîtin, dema ku serhildan bi hêzên leşkerî nehatiye têkbirin îxanet ketiye dewrê. Sefera dawîn bi êrişa îxanetê re tê kirin. Di vê pêvajoyê de PDK’ê dikeve dewrê. Ji ber vê Erdogan dibêje ‘Em hatin dawiyê, em ê îsal terorê biqedînin, ji ber vê em hemû hêza xwe û derfetên xwe dixin dewrê. Heke wê dostên me, hêzên herêmî, NATO ew ê alîkariyê bidin me, a niha dema wê ye. Ji ber ku me êrişeke topyekun daye destpêkirin.”
Erdogan dema qala ‘hêzên herêmî’ dike bêguman qesta wê PDK ye. Wisa gotiye “Dostaniya me ya bi Nêçîrvan Barzanî ji bo me gelekî cihê ye û hiqûqa di navbera me de di asteke pêş de ye. Di her warî de fikra me wekî hev e. Wî jî got ku wê di vê meseleyê de tişta ku ji destê wî tê bike.” Ev ne dîplomasî û ne jî têkiliyeke normal e. Ev daxuyanî tê wateya ku di konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de mîsyona ku Erdogan daye PDK’ê. Bila tu kes bi awayekî din şîrove neke û wekî têkiliyeke dîplomasiyê nenirxîne! Hêzên navneteweyî yên ku ji bîrdoziya PKK’ê aciz in, mîsyona şerê li hemberî Tevgera Azadiyê dane malbata Barzaniyan. Bila tu kes vî tiştî înkar neke û bi awayekî din şîrove neke
Şerê Xiyanetê yê Sala 1992
Şerê sala 1992‘an ku PDK û YNK bi hevkariya artêşa tirk li dijî PKK kirin, divê bi îxanetê bê hejmartin. Wê demê PDK û YNK gotibûn em ê PKK’ê li Başûr ji nav bibin û Turkiye jî statuya federalî qebûl dike. Bi vê awayî hikûmet û perleman hat pejirandin; ew jî dîsa bi sedema xebata PKK’ê li Başûr bû. Lewma hikûmet û perleman ava bû û biryar jî hat girtin li dijî PKK’ê şer bikin. PKK’ê tenê bû û hêza wê jî li hember wan hêzan zêde nebû. Li gorî nêrîna PDK’ê ku ji gel û pêşmergeyên xwe re dikir, digot “beşek ji wan (PKK) zarok in û beşek din jî jin in, tenê bi destan em ê wana bigrin, her kes têra xwe tiştan bike û jinê wan jî ji xwe re bibin.” Piştî ku PKK’ê eniya PDK’ê têkbir, dewleta tirk jî ev dît ku bi têkçûna PDK’ê riya Zaxo vedibe û eger destêwerdan nake, kar ji kar derdikeve. Turkiye heya wê demê ev hesab dikir ku PDK û YNK’ê êriş tînin ser PKK û eger birevin û nêzê sînor bibin, wan jî wê li hemberê gerîla bikevin nave şer. Lewre navê vê operasyonê kiribûn “Tevgera Sendiwîç!” sedî sed jî baweriya wan hebû ku wê encam bigrin. Turkiye ji her milî ve wan amadekiribûn, ji çek û teqemenî ve bigre, heta hinek tîmên taybet bi cilê pêşmergeyan pê re bûn. Di rastiyê de Tirkiye şer bi rê ve dibir û bi helîkopter, top û balafir jî ji Bakur û Başûr ve êriş kir. Êdî dema dîtin Zaxo ketiye ber metirsiyê, pêbaweriya Turkiye bi PDK û YNK’ê nema û wan bi xwe destêwerdan kir.
Yê Ku PDK’ê Cihbicih Kir Siyaseta Giladyo Bû
Di sala 1997’an de çendîn tevgerên dagîrkerî yên berfireh ji aliyê artêşa tirk û PDK’ê ve li dijî gerîla hat kirin ku destpêk di meha Gulanê de, herêma Zapê girt nava xwe, lê pişt re di mehên dawiya salê, ev tevgera dagîrkerî herêmê din jî girt nava xwe û bû serdema rûdana şerên pir giran. Di 14’ê Gûlana sala 1997’an de ji bo kontrolkirina herêma Zapê operasyon dest pê kir. PDK’ê girê “Kurêjehro” girtibû û ji wir ve piştevanî dikir. Pîlanekî wiha hebû ku armanca wê tenê bêbandorkirina baregeha sereke û di encamê de bidestxistina herêma Zapê bû. Di lîteratura artêşa tirk de jê re digotin “Belavkirina Sîstema Fermander”. Tevahî hêzên hewayî bikar anîn û ji ber westîna hêzên PKK’ê di mehên berê de, gerîla ji herêmên din paş ve kişiya. Lê piştî wê û dema ku gerîla bi fuzeyan li helîkopterekî dan ku fermandarên şer tê de bûn. Lewma operasyon têk çû û bi pîskolojiyekî xirab bi lez paş ve kişiyan.
PDK, Civîna Ûrdûn û Ragihandina DAIŞ’ê
Li Kurdistanê PDK’ê bi alîgirê suniyan tê naskirin û têkiliya wî bi Erebistana Seûdî, Kûweyt û Misir ji serdema Mela Mistefa re vedigere. Di serdema Mesûd Barzanî jî ev têkilî berfirehtir bû û Turkiye jî li ser zêde bû. Şerê ku Barzanî li hember Caferî, Malikî û pişt re Ebadî kir, bi wekalet bû ji bo Turkiye, Erebistana Seûdî û Emerîka. Hêzên tundajoyên kurd mîna Ensarolîslama Mela Kirêkar, Tewhîdî û Condiyan. Her wiha beşek ji kadroyên nava Bizûtnewey Îslamî û Komelê Îslamî ku li Efganistan rahênan dîtibûn, ji ber hebûna PKK’ê, derfet nemabû li çiyayan xwe veşêrin, li derfetekê digeriyan ji bo careke din werin meydanê. Di derketina DAIŞ’ê de hemû wan hêz û dewletên ku li jor amaje bi wan hat kirin, xwedî rol bûn. Piranî wan aliyan jî di civîna Ûrdûnê di meha Pûşbera 2014’an de amade bûn ku tê de (DAIŞ) hat ragihandin.
Di destpêkê de DAIŞ bi eniya El-Nusra re bû û pişt re bi perspektîfên El-Qaîde re tev digeriya û di demekê kin de bi serê xwe bi navê DAIŞ’ê Pêşnûme û naveroka civîna Ûrdûn ji aliyê Îran ve hat eşkerekirin û bi vî rengî, hemû aliyên ku tevlî bibûn eşkere bû. Her çend ku PDK’ê tevlîbûna xwe ji wê cvînê re inkar dike, lê ew jî têde amedebû. Lê di heman dîrokê de, serok û sekretera PDK’ê û kurê mezinê wî li Ûrdûn bûne. Li gorî wan belgeyan, Mesrur Barzanî û sekretera PDK’ê, Fazil Mîranî tevlî civînê bûne. Gotinekî Mesûd Barzanî ji Malikî re hebû ku gotibû “ezê belayekî bînim ser te, navê xwe ji bîr bikî!”, her wiha dema DAIŞ Mûsil dagir kir, dîsa li parlemanê gotibû “ji niha û şûn ve cîranekî me ya nû heye û dê bi wan re danûstandin bikin ” Têkiliya RûdawTV bi berdevkê DAIŞ û nebirîna xetê mobilê KOREK û valakirina Şengal bê ku fîşekekê jî bê teqandin jî dikeve heman çarçovê. Her wiha serokê PDK’ê şerê çeteyan li dijî hêzên 157 şoreşger a Rojava bi rewa dihesiband. Yek ji kiryarên din ê qirêj, çêkirina Xendeqan di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo ku gelê Rojavayê Kurdistan di dema tengavbûnê de derbasî Başûr nebin.
Ji sala 2003’an û vir ve derfeta PDK di her qadê de zêdetir bû ku an pirsgirêkan kêm bike û Başûrê Kurdistan geşe bike an jî weke her hêzekî din ku deshilatê digre dest, destpêk ê ji xwe re bifikre û pişt re jî bi rengekî şeklî, hinekî bi civakê re mijûl dibe. Lê mixabin yê ku PDK’ê nişan da, ji her desthilatekî din ji bo kurd û civaka Kurdistan xirabtir bû. Pirsgirêkên siyasî, civakî, çandî, ekoloji û hemü qadên ku têkildarê civakê ne, naveroka qeyranê bi xwe girtin û niha Başûrê Kurdistan di lûtkeya qeyranan de dijî.
Dewleta tirk PDK’ê wek hespê Tirûvayê bikartîne
Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî dixwazin bi destê malbata Barzanî tevgera azadiyê tasfiye bikin. Wekî di serhildanên berê yên Kurdan de di vê serhildanê de jî îxanetê dixin dewrê. Malbata Barzanî wekî hespê Trûvayê bi kar tînin û dixwazin xeta Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê tasfiye bikin. Divê êdî her kes vî tiştî bibîne û wisa fêm bike. Bila nebêje ‘PDK Kurd e, pêşmergeyên wan heye, ji bo Kurdan têkoşîn hatiye kirin û ji ber wê îxanetê nake’.Rayber jî Qasim jî û Êzdinşêr jî Kurd bûn. Malbata Barzanî ne bi tenê êrişî Tevgera Azadiyê kirine û gerîla qetil kirine. Malbata Barzanî Saît qetil kirine, gelek fermandarên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê înfaz kirine, di şerê li hemberî YNK’ê de bi hezaran şervan qetil kirine.
Bi kurtasî, dewleta Tirk a ku hêza wê kêm bûye, malbata Barzanî wekî hespê Trûvayê bi kar tîne û dixwaze encamekê bi dest bixe. Lê Kurd ne Kurdên berê ne. Gelê Kurd rastiyeke gel a polîtîk bi dest xistine. Gerîlayên ku li hemberî dagirkerî û îxaneta li ser Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin, wê îxanetê jî têk bibin. Wê careke din dewleta Tirk a ku dijminatiya gelê Kurd dike wê bi îxanetê bi ser nekeve, wê gerîla demarê îxanetê ji Kurdistanê bavêje.
PDK’ê bi qetikirina ciwanan hovîtiya xwe dide ispatkirin
Vaye îro dîsa PDK’ê bi qetilkirina ciwanên gelê xwe, hovîtiya xwe ji dagirkeran re dide isbat kirin. Bi qetilkirina Endamê Ofîsa KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun pir zelal dide diyar kirin ku erkê xwe ji bo dewleta faşîst a Tirk pêk tîne. Em ji bîr nekin armanca serdana Hakan Fîdan a ji bo malbata Barzanî ev bû ku erkê KDP’ê bîne bîra wî, ji bo ku îxaneta xwe bi her awayi bê qisûr dewam bike. Piştî serdana Hakan Fîdan a li Başûrê Kurdistanê, êrîşê li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêdetir bûn û bi taybetî li ser pêşengên gelê Kurd. Hemû jî bi desteka mala Barzanî ev êrîş pêk tên û heta ew bi xwe jî destûra êrîşan dide ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê çêbibin. Eger gelê Kurd, Kurdistan û Yekîtiya Neteweyan ji bo mala Berzanî armanc bûya, niha li seranserî cîhanê gelê Kurd û Kurdistan xwedî statu bûn.
Divê her kesên ku ji bo nasnameya Kurdbûnê û Kurdistanê têkoşîn dike, bi helwesta xwe kiryarên ku bi destê malbata Barzanî hatine kirin, lêpirsîn bikin û PDK’ê vexwînin meydana hesab xwestinê. Êdî tu hincet nemaye ku PDK’ê rûreşiya xwe veşêre û di bin navê Kurdbûnê de tenê xizmeta berjewendiyên xwe bike. Pêwîste êdî PDK’ê wek partiyekê Kurd neyê dîtin. Divê destûra vê yekê jî neyê dayin ku pir bi rihetî dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih bike û hemû gelên ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jiyan dikin nehêlin ku PDK’ê qedera wan bixe destê hêzên dagirker. Bila hemû gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê baş bizanibe ku bi yekbûna netewî, wê cih ji desthilatdar û dagirkeran re li ser xaka Kurdistanê nemîne. Li hember her kiryarên mala berzanî çalakiyên radîkal pêwîstin. Li hember her êrîşekê xwedî li destkeftiyên xwe û gelê xwe derketin, ev helwest bi tena serê xwe dibe bersivek ji bo îxaneta malbata Barzanî. Wê demê êdî PDK’ê wê nikaribê bi dilxweşî hevkariya bi hêzên dagirker re qebûl bike.