Zozan Cizîrî
Sal 1793, jineke fîlozof, nivîskar, parêzvana mafên jin û aktîvîst navê xwe Olympe de Gouges, di çaxê Şoreşa Fransiz de ji ber bi fikir û baweriya ku tîrantiya zilaman a li ser jinan çavkaniya hemû şiklên newekheviyê, bêedaletiyê û zilma li ser civakê ye, têkoşîneke watedar dimeşîne, ji aliyê hêzên dewletê ve tê girtin, dadgeh yekser biryara îdamê digire û roja 3’yê Mijdara heman salê bi giyotînê serê wê dibirin. Dadgeha Fransa belkî Olympe de Gouges ji bo berjewendiyên desthilata xwe bi neheqî qetil kirin, lê ma karîn fikra wê û têkoşîna wê ya ji bo azadiya jin û edaletê jî tune bikin? Na! Berevajî, raman û têkoşîna wê ya ji bo azadiyê, dadperweriyê û bidestxistina mafên jin nifş bi nifş berdewam kir, di tevahî cîhanê de ji bo gelek têkoşînên jinan bû îlham û gihîşt heya roja îro.
Di vê sedsala 21. de rastiya dewletê ya qatilê jin û giştî civakê ku tu pêwendiya xwe bi nirxên civakî û exlaqî re nemaye, careke din xwe eşkere dike. Rejîma Îranê ya paşverû û zalim, van rojên nêz biryara îdamê li du jinên Kurd ên bi navê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî birî. Bi taybetî Pexşan Ezîzî, niha weke jineke pispora xizmetên civakî, parêzvana mafên jin û rojnamevan li Zîndana Evîn a Îranê di bin zilm û êşkenceyeke giran de ye. Şerîfe Muhemmedî jî, berî her tiştî jineke zewicî û dayîka zarokekê ye. Her du jî, bi tohmeta “li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî meşandine” îro bi xeteriya îdamkirinê re rû bi rû ne.
Em hinek paşde biçin û vegerin wan rojên destpêka Serhildanên Jin, Jiyan, Azadî. Heman rejîma Îranê ya paşverû, dilxwede pêkhateyek bi navê “polîsên exlaq” erkdar kiribû û yek ji kiryara wan a bi navê “exlaq”, bi bêexlaqî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî bû. Bi vê bûyera kuştinê re esas sekin û kiryarên wan ên derveyî exlaq bêhtir eşkere bû û riswa bûn. Lewre her kesê bi vê bûyera jandar û neheq hesiya, qetilkirina Jîna Emînî wek êrîşek li ser tevahî jinan zanî û her der bû meydana serhildanê. Ango qetilkirina Jîna Emînî wek çirûskekê bû wesîle ku tevahî xelkên li Îranê û cîhanê bi yek dengî li hemberî dewleta Îranê ya paşverû-zilamperest helwesta pêwîst bi serhildanên girseyî raber bikin.
Wekî rastiyeke siyaseta hêzên desthilatdar ên cîhanî ya roja îro, di serî de dewleta Tirk û Îsraîl hemû dewletên şirîk ên NATO’yê ji her milî ve hewl didin dewleta Îranê tengav bikin û hilweşînin. Lê di kesayeta Pexşan û Şerîfe de tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sîstemek demokratîk, azadiya jin û civakê dixwazin. Ev daxwaz ne parçekirin û hilweşandina dewleta Îranê, berevajî rêya çareseriya demokratîk vedike. Ango pêşeroja dewleta Îranê ne bi darvekirina Pexşan û Şerîfeyan, bi naskirina dijminên rast dikare misoger bibe. Hêja ye mirov bibîr bixe ku çawa dewleta Fransa bi rêbaza giyotînê qetilkirina Olympe nekarî fikra wê asteng bike û tune bike, îro jî rayedarên dewleta Îranê bi rêbaza îdamkirinê ne dikarin agirê serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” yê di nav dilê jinan û gelan de gur bûyî vemirînin, ne dikarin ruhê azadîxwaz ê jinan tune bikin, ne jî pêşeroja xwe hildin saxlemiyê. Di vê çarçoveyê de dewleta Îranê niha di neqeba du rêyan de ye; yan wê biryara çareseriya demokratîk bide, dawî li îdaman bîne û aştiya civakî pêk bîne, yan jî wek dewleteke serhişk di bin lingê desthilatdarên kapîtalîst de bipelixe.