Kemal Necim
Di nivîseke berê de me behsa komên xwendin û nixandina pirtûkan kiribû û çawa çalakiyên wiha rê li pêşiya pir encamên erênî vedikin, yek jê dê pirtûk û berhemên nivîskaran di nav beşeke xwêneran de bêne belav kirin û kirîn, her wiha dê der barê naveroka berheman de jî nêrînên cuda derkevin ku yê nivîskar jî dikare sûdê ji wan nêrînan bigire. Ji bilî wilo jî pir sûd û mifaya van rûniştinan hene.
Yek ji wan projeyên lidarxistina rûniştinên xwendin û nirxandina pirtûkan ku li asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, projeya (Dîwana Xwendinê) ye ku ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê lidarxistin e.
Ta niha li herêmê çend ezmûn û çalakiyên komên xwendin û nirxandina pirtûkan hatine lidarxistin, carna ji hêla hin komên rewşenbîran ve, carna jî hin saziyên rewşenbîrî, lê piraniya wan çalakiyan nebûn çalakiyên berdewam û demdirêj, her wiha di çarçoveya bajarekî de man û berferh nebûn.
Projeya Dîwana Xwendinê dikar bê gotin ku çalakiya herî demdirêj a xwendina û nirxandina pirtûkan e, ku ev nêzî du salan e bê navber berdewam dike. Çalakiya destpêkê di 8`ê cotmeha sala 2022`an dest pêkir û heta roja me ya îro jî berdewam dike.
Yek ji taybetmendiya projeya Dîwana xwendinê ew e ku guh dide berhemê xwecihî, ango hemû berhemên ku têne xwendin çi bi zimanê Kurdî û çi bi zimanê Erebî yên nivîskarên xwecihî ne û ji weşanên weşanxaneyên herêmê ne, lewma di piraniya rûniştinan de derfet çêdibe ku nivîskarê berhemê bi xwe beşdar bibe, nirxandinan guhdar bike û bersiva pirsên beşdaran bide û yên beşdar û yê nivîskar hevdû ji nêz ve nas bikin.
Her wiha çalakiyên Dîwana Xwendinê li gelek bajar û bajarokan têne lidarxisin. Her mehê sê çalakî têne lidarxistin, yek li kantona Kobaniyê du jî li kantona Cizîrê, heta niha li kantona Cizîrê çalakiyên rûniştinê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê û Dêrikê hatine lidarxistin, lewma çalakî tenê di çarçoveya herêmekê yan bajarkî yan komeke diyar yan kesan de nema ye û gelek xwêner û rewşenbîr ji deverên cuda beşdarî çalakiyan bûne.
Bi saya van rûniştinan heta niha 40 pirtûk hatine xwendin û nirxandin, ango 40 pirtûk her carê nêzî 15 nisxeyan hatin kirîn û belavkirin. Ev jî derfeta peydakirin û belavkirin û xwendina pirtûkan ferehtir kiriye, ji xwe ev yek ji armanc û sûdên rûniştinên xwendina pirtûkan e.
Pirojeya Dîwana Xwendinê di pêvajoya du salan de derfeteke pir mezin û fereh li pêşiya pêşxistina qada rexneya wêjeyî li herêmê vekir. Ji bo derdor û kesayetên ku bi rexneya wêjeyî ve mijûl dibin derfeteke baş peyda bûye ku bibin piştgir û hewil bibin vê çalakiyê baştir bikin. Lê mixabin li gorî çavdêrî û dîtin û şopandinê, heta niha ev derdor bi taybet baş xwedî li vê çalakiyê derneketin. Her çiqas ev derdor di dîdar, civîn û hevdîtinan de dikin pitpit ku çalakiyên rexneyî kêm û qels in, lê çalakiyeke mîna Dîwana xwendinê nabînin û beşdar nabin û piştgiriya wê nakin.