Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Her roj ji bo Kombûna Jinan a Zenûbiya şoreş e

31/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Piştî rizgarkirina Kantona Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zor jin ji hemû pêkhateyan li hevdû kom dibin. Ji pêkhateya Çerkes, Ereb, Kurd û Tirkmen ciyê xwe di rêveberî û komîteyên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya de digrin. Komîte li gorî pêdiviyên jin hatine ava kirin û bi riya wan jin têne birêxistin kirin. Ev komîte di aliyê fikrî û pîşeyî de têne perwerde kirin. Perwerde ne tenê bi riya dewreyan tê meşandin, gelek cureyên çalakiyan ji bo jin perwerde ye. Dema ku buyer diqewimin jin li her çar Kantonan bi riya daxuyaniyan û çalakiyên curbecur helwestê xwe diyar dikin. Buyer şîrove kirin û nirxandin, li beramberî buyeran buyîna xwedî helwest rêbazên perwerde û têkoşînê yên hebûna jinê diyar dikin.

Mala Jin li her çar Kantonan heye, hejmarekî ne kêm jin ji bo bighîjin mafên xwe, hesab ji mêr were xwestin û pirsgirêkên wan ên malbatî werin çareser kirin, berê xwe didin Mala Jin. Gelek keç hene ku malbatên wan dixwazin bi darê zorê wan bizewcînin an jî tûndî li wan têkirin, berê xwe didin Mala Jin da ku bighîjin çareseriyê. Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi riya Komîteyên xwe li hemberî zîhniyet û hemû rêbazên zayendperestiyê têdikoşe.

Diyardeya tûndiya li ser jin îdeolojîk e û niha jin berpirsyartiyeke gelekî giran rakirine. Jin di bin banê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hevdû kom dibin rewşa siyasî şîrove dikin, rapora xebatên xwe pêşkêş dikin, rewşa xwe ya rêxistinî dinirxînin û pîlansaziyên xwe datînin. Li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê her roj ji bo jin şoreş e.

25`ê Tîrmehê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya salane bi tevlîbûna jin ji Kantona Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê lidarxistin. Tevî mêvanan 250 jin beşdarî civînê bûn. Rengê cilûbergên jinan ên hemû pêkhateyan xemla civînê bû. Di civîna salane de rewşa siyasî şîrove kirin, rapora xwe ya xebatê pêşkêş kirin, rewşa xwe ya rêxistinî nirxandin û pîlansaziya xwe derxistin.

Di nirxandina rewşa rêxistinî de hemû rêveberiyên jin rexne dayîna xwe dan. Rexnedayîn li beramberî hemû jinên tûndî li wan hatiye kirin, jinên ku dawî li jiyana xwe anîne û jinên bûne qurbanên polîtîkayên qirker û nehatine parastin, hat dayîn. Kêm û kurtiyên xwe yên di rêxistinkirin û perwerdekirina jinan de anîn ziman û nirxandin. Di heman demê de girîngiyeke mezin ji bo parastinê hat dayîn. Pêdivî hat dayîn ji bo tevayî jin li bajar û gundewaran werin rêxistin kirin. Her wiha jin li saziyên xweser û giştî hevdû temam bikin. Di saziya malbatê de jî ji bo guhertina mêr têkoşîn were kirin.

Ji bo gihîştina rêbazên têkoşînê û parastinê yên xurt gelek jinan pêşniyar kirin ku dewreyên perwerde yên fikrî û pîşeyî werin vekirin da ku jin bikarbin xwe biparêz in.

Di encama civîna salana ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran ew bû ku meha Tebaxê Konferans li ser parêznameya Rêber APO (Sosyolojiya Azadiyê) were birêxistin kirin. Her wiha Kovarek bi navê Zenûbiya were derxistin, ji bo jinên êlan jî civîn were çêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.