Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serkeftina komên biçûk

28/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Wek hun xwendevanê hêja jî dizanin, bi taybet Netewa Kurd, weke komekî biçuk dest bi şoreşa Kurd û Kurdîstanê kir. Kesayetên xwedan vîn û berxwedêr, li beramber hêzên mezin, cesaretekî bê sînor li xwe pêçandin û dest bi berxwedanek pîroz kirin. Dewleta Tirk û hevkarên wan bi hêzên xweyên leşkerî, aborî û têkiliyên bingehîn yên sîyasî jî, nikaribun bizava Kurd têk bibin.

Ev koma han weke çîroka Talut û Calut ku, di Quran‘a pîrozde jibo şîret girtinê hatiye gotine.

Qur’an Jibo Pêxember û hevalên wî di tekoşînê de bêbawerî û bêîrade neminin vê çîroka han, ji Pêxemberê me Hz Muhemmed (sas) be dibêje.

Çîrok di Sureya Beqerde derbas dibe:

Talut dema bu fermandar ji leşkerê xwe re wisa axifî got:

‘Ewê Xweda we bi çemekî biceribîne (îmtîhan bike). Kê jiwe, jivê Çemê (avê) vexwe, ew ne jimeye. Kê ji avê tam neke (venexwe) û Çengekî avê liba xwe bigre, ew jimeye.“ Henekî ne têde, hemuyan jiwê avê vexwarin.  Ew û bawermendên pêre dema ji Çem derbas bun, yên ji hevaltiya (Talut) ketin weha gotin: „Îro tu hêza meya kû em li beramber Calut bisekinin û biserkevin nemaye.

“Kesên bawerdikir kû wê leqa Xwedayê xwe werin weha gotin: Gellekî komên hijmarên wanan kêm û biçuk, bi îzna Xwedê li beramber komên mezin serkeftin bidest xistine.“ Xweda bi kesên berxwedêr reye.’ (Beqere 249)

Belê ev koma kû Qur’an pênase dike çîrokekî ku di kurahiya şer û tekoşînên heqî û neheqiyede çêbune radixe berçavên me. Di Dîroka Mirovahiyêde gellekî Împarator û Siltan hebune, xwedan hêz û leşker bune, rexmî vêna li beramber Pêxember û Rêberên rast û hevalên wan têkçune.

Dema vê dozê li bakurê Kurdîstanê dest bi karê xwe kir, gelê Kurd kû hatibu çewsandin weha digot; ev koma feqîr û belangaz ewê li beramber vê dewleta xwedan hêz çi bike! Hun bi van dewletan nikarin, ji dewletan re dewlet lazime.

Lê Dema serokê gelê Kurd dest bi bizava xwe kir, wîjî got ev çemekiye navê wî Kurdîstane. Dagirkeran welatê me dagir kirine û divê ev welat were rizgarkirin. Got: lê emê birçî bimînin, tazî bimînin, werin şehîd kirin, bikevin zîndanan, divê hun ji destê Neyaran avê venexun. Ger hun wê avê vexun, hun nejimene! Kesên qaşo doza Kurdîstanê dikir, ava neyaran vedixwar, nanê wan dixwar û digotin em doza Kurdîstanê dimeşînin. Ew Rêxistin û kesayetên ku, av û nanê dujmin xwar û vexwarin zeîf ketin û têkşikestin. Kesê ava Tirkan xwarin weha bang kirin: hawar ev dewlet bi hêzê û em biwan nikarin. Lê Qehreman û Egîdên ku ji ava Neyaran venexwarin, berxwedan û tekoşîn mezin kirin. Îrojî ev Egîdana di tunêlên şerde li bin erdê, li beramber kîmyasalan ber xwe didin. Desthilatdarên Başur ku ev 40 sale azadin, hêza wanjî heye, weha gelê xwe dixapînin, dibêjin me hêz nîne, em bi Tirkan nikarin.  Weke Çîroka Calut û Talutjî, Tekoşerên ku îro di tunêlên şerde berxwe didin, weke leşkerên Talut  biserdikevin. Kesê av û nanê neyaran dixun di ruhde têk çune. Her serkeftin wê para kesên berxwedêr be. Rexmî hemu zehmetiyan serkefin nêzîke.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.