Ahmet Aktaş
Di cîhanê de gelek şêwazên têkilî û peywendiyan hene, di navbera kesan, netewan, dewletan û hwd.de Belê di vê gotarê de mijar, bi taybetî li ser rêxistin û partiyên me yên bi dewletan re ye.
Bi giranî li ser du şêwazên têkiliyên li gel dewletan axaftin û şîrove tên kirin: Dîplomasî û nokerî(xiyanet). Hema yekser em derbasî mijarê bibin; li Kurdistanê rêxistinên pêşengiya vê mijara peywendiyan dikin PDK, YNK û PKK ne. Ji vanan jî yên pir axafin; rexne û pesindarî li ser tên kirin PDK û PKK ne. Ka em bi kurtayî bala xwe bidin rewşa têkilî û peywendiyên van partiyan. Têkiliyên van partiyan teva, bi gelek dewletan re hene, belê bi taybetî divê em bala xwe bidin peywendiyên wan ên bi dewletên dagirker re çawa ne?
PDKê bi Îranê re têkilî danîn, bi wê re êrîşî partiyên Rojhilat kir, ji her du aliyan bi sedan pêşmerge hatin kuştin û ji her alî ve gelê Rojhilat xistin nava aloziyek mezin.
PDKê bi Iraqê re êrîşî hêzên YNKê kir(hema di êrîşa hevbeş a dawî de ya 1996an a Hewlêrê tinê), gelek pêşmerge hatin kuştin û şehîd kirin, Hîro Xan a hevjîna Mam Celal jî dîl hat girtin û nêzî 100 endamên PKKê yên li nexweşxaneya Hewlêrê jî hatin şehîd kirin.
Niha jî, bi dewleta tirk a dagirker û faşîst re, êrîşên hevbeş ên qirker dibin ser endam û alîgirên PKKê û her wiha êrîşê dibe ser Rêveberiya Xweser û hemû destkeftiyên şoreşa gelê me yê Rojava! Têkiliyên PKKê jî, bi van dewletan re heye, ma gelo kes dikare mînakekê nîşan bide ku bi hêzên van dewletan re êrîşên hevbeş birine ser filan partiyê an gelê mê yê filan parçeyî?
Îca, ka gelo mirov têkiliyên PDKê û yên PKKê yên li gel van dewletan, dikare weke hev bibîne?
Jixwe ya mirova hêrs dike jî, hilwesta hinek kesên xwe rewşenbîr û siyasetmedar dibînin, di çapemeniya Berzaniyan de, têkiliyên her du partiyan dike weke hev û dibêjin, “ma çima têkilî ji PKKê re asayî ye û Mezlûm Ebdî jî dixwaze têkiliyan bi dewleta tirk re deyne, ji vanan re normale lê ji Berzaniyan re ne asayî ye û xiyanet e”? Eha li vira têkiliyên dîplomatî û yên xulamtî derdikevin holê. Têkiliyên PKKê, li ser berjewendên gelê Kurdistanê ye; têkoşîna ji bo bidestxistina gav û qonaxên siyasî ye, an bi gotina latînî karê diplomasî ye. Her wiha ne li dijî karê partiyek din e. Lê têkiliyên PDK a Berzaniyan, li ser berjewendên hinek kesan(Mesûd, kur, biraza û çend kesên din) e, berjewendiya partiyê jî nîne. Bêgûman dewletên vê berjewendiyê pêşkêşî wan dikin jî, ji bo berjewendên dewleta xwe ne. Ev jî ne diplomasî ye, ev xwefiroşî-kurdfiroşî ye, an bi gotina tê zanîn xiyanet e.
Hema bala xwe bidin têkoşîna Rêber APO, ev ferq û cudahî zelal xuya dibe. 25 sal e di zîndanê de jî, li himberî xiyanetê berxwedan pejirandiye û karê xwe yê bîrdozî û dîplomasî di asta herî hêja de dimeşîne û neyarên Kurdistanê ditirsîne!