Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi vîna jina azad Efrîn wê rizgar bibe

13/08/2018
in Uncategorized
A A
Bi vîna jina azad Efrîn wê rizgar bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Efrînê têkildarî destdirêjiya li ser jinê û kiryarên dagirkeriyê ji rojnameya me re axivim û gotin: Ji bo ku hêzên dagirker gelekî tune bikin, di serî de êrişî jinan dikin. Di şexsê jinê de civakan tune dikin û ji nav dibin.

ÎRADEYA JÎNÊ BI SER DIKEVE

Jina êzîdî Zêneb Ezîz derbarê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê de got: Faşîzma Tirk beriya ku êrişî Efrînê bikin, bi awayekî rasterast destek dan çeteyên DAIŞ û li Şengalê komkujî pêk anîn. Li Şengalê têkîliya beolojîk a herduyan eşkere bû. Lê bi Efrînê re isbat bû ku herdu jî ji yek jêder hatine. Zêneb tekez bale dikşîne ser fermana 73’an a li Şengalê bi destê Çeteyên dewleta Tirk DAIŞ pêk hatiye û dibêje: Bi wê êrişa nemerdane dixwestin di şexsê jina Kurd a resen de civaka Kurd têk bibin. Ji ber vê yekê; asta destdirêjî û tecawizê pir bû. Jinên me li sûk û bazarên xwe weke kole û rehîne hatin firtoin. Îro jî dixwazin li Efrînê vê yekê dubare bikin. Bi taybet jî jina êzîdî. Zêneb dawiya nirxandina xwe de got ku; Jina ku li ser hîmên felsefeya Rêber APO a Netewa Demokratîk mezin bûye, jineke birêxistinkirî ye. Ti caran bi rêbazên terorane nayê têk birin. Ji ber ku fêr bûye li hember her cureyên êrişan xwe biparêze. Êdî vîna wê serkeftî ye.

DIXWAZIN ŞENGALÊ LI EFRÎNÊ DUBARE BIKIN

Ji aliyê xwe ve jina êzîdî ya bi navê Nizhet Sîdo got ku; jinên Efrînê bi awayekî sîstematîk rojane rastî destdirêjî û tadeyên leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê tên. Dixwazin bi riya têkbirina vîna jinan, civaka xwezayî ya Efrînê tune bikin. Çawa li Şengalê kirin, îro jî dixwazin li Efrînê derheqê jinan bi giştî û bi taybet jinên êzîdî bikin. Nizhet balê dikşîne ser kiryarên faşîzma Tirk û çeteyên û bibîr dixe: Dema ku dijminek bixwaze civakekê manîple bike, di ser de berê xwe dide têkbirina îradeya jinê. Bi têkbirina vîna jinê civak ji rêûresma dîrokî derdikeve û êdî li gorî hişmendiya neyaran tê birêxistinkirin.
Nizehet dawiyê de tekez dike ku; Jinên Kurd û bi taybet ên êzîdî ev peyama dagirkeran baş fêmkirine. Ji ber vê jî, wê asta têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike hê bilindtir bibe. Bi vîna jina azad wê Efrîn jî rizgar bibe. ji lewra em bang li hemû jinan dikin ku di asta pêşengtiya ketiye ser milê wan, riya tişta ku li Şengalê qewimiye li Efrînê dubare nebe bigirin. Ancax bi vîna jina azad Efrînê rizgar bibe…

Şîlan XOCE

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’
HAJMARA PDF

‘YEKRÊZIYA KURDÎ PÊDIVIYEKE STRATEJÎK E’

21/06/2026
Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike
CIVAK Û JIYAN

Buhayên derman yên zêde barên nexweşan giran dike

21/06/2026
Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî
CîHAN

Girîngiya stratîjîk ya tengavan û bandora wê li ser bazirganiya cîhanî

21/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Jiholêrakirina Îrade an Berxwedana Gel?

21/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Diplomasiya Kurdî li Ewropayê: Gera Li Garantiya Pêşerojê û Sazkirina Çareseriyê

21/06/2026
Xwedîkirina ruhê şoreşê
QUNCIK NIVÎS

Înşakirina wateyê

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.