Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di civakê de temsiliyeta jinê

24/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Ji mêj ve ye ku ked, afirînerî, hilberîn û teşedayîna jiyanê ya civakê ku ji hêla jinê ve pêş dikeve ji nedî ve tê. Hişmendiya baviksalarî ya serwer yan jinê tune dihesibîne yan jî wê tune dike. Heke em pê dakevin; nêviyê civak û mirovahiyê ji jinan pêk tê.  Jiyan bi kedê teşe digire û xwediyê jiyanê jin e. Em bala xwe didinê ji hilberîna çand û hunerê bigire heta hilberîna xurekan ji hêla jinan ve pêk tê. Hema bêje di afirîneriya hemî nirxan de keda jinê heye. Lê mixabin ji hêla hişmendiya baviksalarî ve tê tunehesibandin. Lê belê ya girîng û divê bê zanîn ew e ku tunekirin û tunehesibandina jinê di heman demê de tê wateye tunekirin û tunehesibandina civak û mirovahiyê.

Ya pêwîst ew e ku divê hişmendiyeke demokratîk, wekhev û azad bê pêşxistin. Heke hişmendiyeke wiha pêş nekeve xetereya heyî dê civak û mirovahiyê tune bike. Li vir em tenê behsa tunebûneke fizîkî nakin. Heke tunebûna hişmendî û manewî pêş bikeve dê hebûna fîzîkî jî bêwate bimîne. Ji lewre jî divê rewşa heyî ji nû ve baş li ber çavan were girtin û ne tenê formalîtî divê bi esasî hebûna jinê bê qebûlkirin û hemû mafên ku ji dest hatiye girtin lê were vegerandin. Naxwe mirov nikare behsa civakê bike.

Ji bo wê jî divê di her qada jiyanê de jin hebe. Bi taybetî di rêvebirina civakê de. Ji bo temsîliyeta jinan di rêveberiyên herêmî de bê zêdekirin, divê şertê “temsîliyeta herî kêm” bê danîn û sûdwergirtina wan a ji derfetên bajarî bê misogerkirin. Lewre heke nîvê civakê jin be divê temsîliyeteke hevpar û wekhev jî hebe.

Li aliyê din tundiyeke mezin li ser jinê heye. Ji bo pêşî li tundî, tacîz û îstîsmara li ser jinan bê girtin divê plansaziyeke berfireh bê kirin. ji bo wê jî ya herî girîng perwerdehiya civakê ye. Heke hişmendî neyê guherîn dê pêşiya tu tundî, neheqî û destdirêjiyê neyê girtin. Li gel perwerdehiyeke giştî û bi hevsengî divê malên parastin, rehabîlîtasyon û çandê yên jinan, navendên şêwirmendiyê bên vekirin û di vê mijarê de hevkariya bi rêxistinên dildar re bibe erka rêveberiyê.

Aliyekî din jî debare, yanî aboriya malê ye. Heke aborî nebaş be, ev tê  wê wateyê ku tevahiya jiyanê nebaş e. Bi taybetî jî di warê madî de.  Ji bo vê jî divê xebateke taybet pêş bikeve û ji bo çareseriya aboriyê û derfetên baştirîn ên jiyanê xebat bên kirin. Divê di îstîhdamê de pêşî jin bên bi cih kirin, şert û mercên xebatê bên başkirin. Heke di her qadên aboriyê de jin hebe dê jiyan watedar bibe. Lewre jiyan bi destê jinê teşe digire û bi wate dibe. Lewma jî divê xwediyê gotinê jin be.

Em vê jî bibêjin dema mirov behsa temsîliyetê dike, bila şaş neyê fêhmkirin. Temsîliyet divê wekhev be û ne formalîteyî, bi esasî be. Mirov dikare bêje hemû jî bi hişmendiyê ve girêdayî ye û divê ev hişmendî bê guherîn. Bi guherîna hişmendiyê re jî encax dikare civak bigihêje nirxên xwe yên rastîn û bi vê yekê re jin jî dê bigihêje nirxên xwe yên wekhev ên civakî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.