Kemal Necim
Pêşangehên pirtûkan mîna ansîklopediyeke mezin in, tê de naveroka ramanên nivîskar, bîrmend û afrîneran heye. Ji ber ku pirtûk serpêhatî û ramanên kesên din in ku civak dikare sûdê ji wan bigire, Pêşangehên pirtûkan li her welatê cîhanê wekî çalakiyeke bi nirx têne lidarxistin, ku di qadeke diyar de komek pirtûk û herhemên nivîsandî û danerên wan têne ba hev ku xwendevan dikare bi hêsanî wan bibîne da ku çi jê re bikêr e û çi li gorî pêdiviyên wî yên xwendinê ne hilbijêrin,
Pêşangehên pirtûkan ne tenê cihekî ji bo pêşadndan û firotina pirtûkan e, ango ne tenê bazreke firotinê ye.
Pêşangehên pirtûkan dikare bibe helkefteke ji bo çasipandina rol û bandora çandê, çi bi rêya weşanê û çi bi rêya çalakiyên ku bihêlin pirtûk bi hêsanî ber bi her alî ve bêne belavkirin û peydakirin.
Her wiha dê bibe sedema têvedan û piştgiriya weşanxane û dezgehên çandî ji bo berfirehkirina tevgera weşangerî û wergerê, û birêxistinkirina wê tevgerê da ku xwe bighîne asta cîhanî. Ew jî bi rêya tevlêkirina bîrmend û nivîskarên pispor, û sazkirina bername û planên ku dihêle hemû aliyên raman û zanistê bigire nava xwe.
Bi rêya pêşangehên pirtûkan derfet çê dibe ku hevdîtin û diyalog di navbera weşanxane û xwendevanan de û di navbera wan û berpirsên karûbarên çandî û perwerdeyî de pêk bên, da ku qada xwendinê û tevgera weşanê mezintir û berferehtir bibe.
Pêşangehên pirtûkan derfetê didin ku di navbera weşanxane, kesên ku bi çandê re mijûl in û nivîskaran de awayên hevkariyê pêş bikevin da ku bi hev re arîşe û pirsgirêkan bibînin û derbas bikin û asta pêşangehan bilindtir bikin.
Di nîvê cotmeha vê salê de, tê payin ku 8`mîn Pêşangeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan li bajarê Qamişlo bête lidarxistin. Heta hina ev pêşangeh bûye mezintirîn û girîngtirîn çalakiya çandî û rewşenbîrî li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Weke hemû xebat û çalakiyan, pêwîst bû ku ev çalakî her sal ji sala berî wê baştir û pêşketîtir bihata lidarxistin. lê tişta mirov dikare bêje ku ev çalakî heme bêje weke xwe ma, şêwe û awayên lidarxistinê, bername û planên çalakiyên girêdayî pêşangehê her weke xwe man, carna jî mixabin kêmtir û qelstir bûn, hijmara çalakiyên li kêlekê (simînar, panêl, imzekirina pirtûkan), di pêvajoya salan de pir kêm û qels bûn. Ev jî rûdaneke bi êş e û ne li gorî bejn û nirxê vê çalakiya mezin û girîng e. Barê pêşxistin û guhertin û başkirina vê çalakiyê pêşî dikeve ser milê aliyên têkildar yên Rêveberiya Xweser, bi taybet desteyên çandê, ku pêwîste li gorî girîngî û nirxê vê pêşangehê piştgiriya diravî jêre terxan bikdin da ku komîteyên amadekar bikaribin bername û planên têr û tije saz bikin.
Komîteya amadekar ya pêşangehê pêwîste ne tenê kesên erkdarên deste û saziyên çandî yên fermî bin. Ji ber ku ew karmend û erkdar ne pisporê lidarxistina van çalakiyan e. Pir girîng e ku weşanxane, yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran, kesayetên rewşenbîr û nivîskar bibin hevparê lidarxistina pêşangehê û hevparê danîna bername û çalakiyên pêşangehê da asta vê çalakiya bi nirx sal bi sal bilindtir bibe.





