Farûk Sakik
Dema ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de 72 balafirên dewleta Tirk a dagirker dest bi bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, şerê li hemberî Kurdan derbasî qonaxeke nû bû.
Plana ku di cotmeha 2014’an de di MGK de hatibû nîqaşkirin ew roj xistin meriyetê.
Ev şer wê êdî neşibiya şerên berê. Ev yek di meha Nîsanê de dema hevdîtina herî dawî bi Rêber Apo re hat çêkirin de hatibû destnîşan kirin. Rêber Apo digot; ev şerê ku wê dest pê bike wê bibe sedemên gelek êşên mezin û ev nêrînên wî rast derketin. Anha ev şer bû sedema gelek felaketên mezin. Bajar hatin rûxandin, mirov hatin qetilkirin, xweza hat tarûmarkirin, çekên kîmyewî hatin bikaranîn, koçberiyê dest pê kir. Li Rojava heroj balafiran êrîş kirin, herêm hatin dagirkirin û demografî hat guhertin. Ev yek li Kurdistanê pêk hatin.
Li Tirkiyê qeyranên siyasî, aborî, civakî roj bi roj kûrtir bû.Civak bi birçîbûnê re rûbirû ma.
Berî ku ew 72 balafir ji balafirxaneyan bilind bibin, Amerîka û PDK’ê jî daxilî wê planê bûbûn.
Li dijî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ‘konseya şer’ ava kiribûn. Amerîka û PDK’ê jî di vê konsêyê de cîh girtibûn. Li asûmanan îstîxbarata Amerîka, li jêr hevkariya PDK’ê êriş dikirin. Ji wê demê ve ev êriş bê navber û sekin dewam dikin.
Ji meha pûşberê ve, ev şer derbasî qonaxeke nû bû. Piştî hevdîtinên li Bexdayê di nav planê de planek nû xistin dewrê. Herêma Başûr a ku bi salan e di her qadî de hatî dagirkirin, evcar dagirkirin û îlankirina hin herêmên tampon dewam dike. Li herêma Behdînan tiştên ku diqewimin berdewamiya dagirkeriyên herêmên li Rojava ne. Ji civakê û ji cîhanê bi awayekî hostayî tê veşartin ku her wek dewleta Tirk mafdar e li herêmê di nav tevgerê de ye.
Ji çi cesaret girt? Dema ku Serê Kaniyê û Efrîn dagir kir, got; li van deveran ber bi sînorê me xeterî heye. Herkesî pê bawerî anî. Îroj li Başur gerîlayê Kurdistanê wek talûkeyekê nîşan dide. Ji bilî Amerîka û PDK’ê tu kesî bawerî pê neanî. Lê ev herdû hêz, ji bo xeyalên wan qîm dikirin. Bila tu kes nebêje Tirkiye di şerê Sûrî de têk çû. Naa. Di vî şerî de gelek deskeftiyên xwe çêbûn. Îroj li herêma Behdînan navber dabû ji bo xeyalên xwe yên ‘mîsaqî mîllî’ ji meha Hezîranê ve ji nû de bi rê ketin. Navîgasyona rêwîtîya wan li ser Duhok, Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê re derbas dibe. Berî ew bigihêjin van herêman ji bo wan amadekarî jî hatine kirin. Turkmen û PDK’ê, paqijiya derdorê kirine. Xalî û xaliçeyên sor raxistine û li benda artêşa Cengiz Xan in. Di 18’ê Tîrmehê de, parlamenterê Eniya Turkmenên Iraqê Erşat Salihî di axaftinek xwe ya televizyonê de digot; Me û PDK’ê li ser hilbijartinên walîtiya Kerkûk û serokê meclisa bajêr li hev kiriye. Ev yek ji aliyê Devlet Bahçelî ve jî hatibû îtirafkirin. Digot; em ê Kerkûk û Mûsilê daxilî sînorê xwe bikin.
Bahçelî û faşîstên Tirkiyê di mijara Turkmenan de erkdar in. Ew her tim di nav danûsandinan de ne. Ew Turkmenan bi rêxistin dikin. Herî dawî hefteyek berê heyetek ji waliyê Kerkûkê û çend encûmenên Turkmen li Enqerê hevdîtinek pêk anîn. Li gor agahiyên tê gotin ku ev heyet ji bo hilbijartinên Walîtiya Kerkûk û amadekariyên dagirkeriya Tirkiyê hevdîtin pêk anîne. Divê çi were kirin? Dive hêzek, enerjiyek, an jî balyozek ku PDK’ê bide seknandin were dîtin. Dijmin dijmin e. Tu nikarî bêjî bi min re dijminatî neke. Lê em dikarin ji PDK’ê re bibêjîn; Heger tu nebî tu gavek dagirkeriyê nayê avêtin.