Şaredariya Gel a bajaroka Mergeda ya navçeya Şedadê bi merasîmekê hate vekirin.
Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê bi merasîmekê Şaredariya Gel a Mergeda ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê vekir.
Di merasîmê de, endamên saziyên sivîl ên Şedadê, bajarê Hesekê û bi dehan şêniyên Mergeda amade bûn.
Di merasîmê de, bi navê Meclisa Kantona Hesekê Hûsam El-Elî vekirina şaredariyê pîroz kir û anî ziman ku kadroyên şaredariyê wê berpirsyariya pêşxistina bajarokê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê bigirin ser xwe.
Şaredarî ji aliyê dayika şehîd Ehmed El-Zabit ve ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû hat vekirin…ANHA






