Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
in NÛÇE
A A
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk mihemed/Qamişlo

Berpirsyarê rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê yê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî 8 salan ji koçberiyê di encama lihevkirina 29’ê çileyê de gelê Efrînê vegeriyan cih û warê xwe û wiha got: “Piştî vegerê astengî û zehmetiyên gelê Efrînê hêjî didomin.

Koçberiya 8 salan di encama lihevkirina 29’ê çileya 2026’an de navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de bi dawî bû, ku yek ji xalên sereke yê wê peymanê vegera koçberan bû. Lê piştî ku 8 kerwan ji herêma Cizîrê û Kobanê vegerşyan jî lê hin ji gelê Efrînê bi zehmetî û astengiya re rû bi rû ne. Erebên ji hewirdor ango yên ku ji Dêre Zor, Hesekê, Ebo Kemal û Bakurê Helebê malê xelkê venagerînin heya ku pere û macên mezin nedin.

Di vê derbarê de Berpirsyarê rêxistina mafê mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Di encama pêkanîna lihevkirinê de 8 kerwan ji koçberên Efrînê vegerîn warê xwe’’

Îbrahîm Şêxo daxuyakirin ku vegera koçberan guhertina demografîk rawestand û wiha got: “Piştî rêkeftina 29’ê çileyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de hevpeymaneke hate îmze kirin, yek ji xalên sereke yê vê peymanê vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di çarçoveya pêkanîna peymana li ser erdê 8 kerwanên koçberên Efrînê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîn Efrînê, 7 kerwan ji herêma Cizîrê bûn û yek jî ji kobanê ber bi Efrînê ve rêketin. Bi gîştî derdora 7 hezar 700 û 20 malbat weke ku ji aliyê berpirsên vê peymanê ve hatiye raghandin vegerîn warê xwe. Ev gaveke girîng û dîrokî bû ji bo vegera xelkê me li ser axa xwe, herwiha vegera van guhertina demografîk yê ku di herêman de çêdibe vala derxistin. Ev jî serkeftinek ji bo gelê Efrînê careke din karîbûn ku vegerin warê xwe Çiyayê Kurmênc.”

‘‘Mal û milkên xelkê Efrînê venegerin heya ku bacan  nedin’’

Îbrahîm Şêxo tekez kir ku erebên hewirdor mal û milkên xelkê Efrînê venagerînin û wiha pê de çû: “Hin ji pêkhateyên Ereb ji cih û warê xwe derketibûn û derbasî Efrînê bibûn ev jî derketin û çûn malên xwe. Lê heta niha jî hejmareke ji wan di malê xelkê Efrînê de ne, piştî ku gelê Efrînê vegerî û daxwaza malê xwe ji wan kesan kirin bûn astengî li pêşiya wan. Mal û milkê koçberên vedigerin di dest erebên hewirdor dene, piraniya wan kesan li bajarê Efrînê û bajaroka Cindrêsê dimînin, ew bi xwe ji Dêre Zor, Ebo Kemal, Hesekê, Bakurê Helebê û Hirêtanê ne heya niha hin di bajarê Efrînê de ne. Ev kes di dema rêjîma Baas de ji ber hin pirsgirêkan ji mal û bajarê xwe koçber bûne, lê piştî ku di 8’ê Kanûna 2024’an de Rêjîma Baas hilweşî û hikumeteke nû hate ser desthilatdariya Sûriyê diviyabû ku vegerin war û herêmên xwe, lê heya niha jî bi derbasbûna salekê li ser ketina rêjîma baas û hatina hikumeta demkî a Sûriyê re ev kes venegerî ne û hinceta wan tune ye ku neçin warê xwe.

Gelê Efrînê di encama rêkeftina 29’ê Çileyê û di encama lihevkirinekê de vegerin warê xwe divê ev kesên ku ji warê xwe derketina û derbasî Efrînê bûne ev jî vegerin warê xwe, hejmareke malbetan di hindur Efrîn û cindirêsê de ne herî kêm 3’ê hezîran e. Piraniya wan malbetan jî ji bo ku ji malê Efrîniya derkevin bacên bi dolaran û hejmarên mezin dixwazin. Ji bo vê û ji bo pêkanîna xalên lihevkirina 29’ê Çile hikumete demkî berpirsyar e, divê ku wan malbetên ji Dêre zor, Hesekê, Ebo Kemal û hwd vegerînin û malê xelkê Efrînê lêvegerînin heya niha ji sedî 25 di malbetên Ereb di male Efrîniyan de ne û piraniya wan girêdarî komên çeteyan a ku bi ser dewleta Tirk ve ne. Ji bo vê ji gelê Efrînê piştî vegerê mecbûr dibin ku derbasî kolgehên niştecihbûnê ya li gundê Keferûnê bibin û hin jî derbasî kampên ku li gundê Tirindê hatine amadekirin dibin. Ev jî mafekî rawe ya  gelê Efrînê û ew kes vê mafê binpê dike. Ev jî rexneyeke ji bo rêveberên herêma Efrînê ye.”

‘‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel herdu aliyên ku peyman îmze kirine perpirsyarin’’

Berpirsyarê rêxistina mafê mirovan a Efrîn-Sûriyeyê  Îbrahîm Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyeke din ve li navçeya Reco hin kom derdikevin nav mal û milkên xelkê û dibêjin ev mal û milk ya me ya hûn nexwediyê wan milkanin. Kes nikare berpirsyarê milkên bira an jî xizmên xwe rake anjî bi rê ve bibe ev komên çeteyan nahêlin û li pêşiya wan dibin asteng anjî dibêjin bila xwediyê wê bi xwe werin anjî em nadin.  Piraniya xwe li navçeya Reco li gundê Çeqmaqa, Elendara û yên derdora wan ev tevger ji hêla hin komên çekdar ve derdikevin. Ev jî zehmetî û astengiyên mezin li pêşiya gelê Efrînê derdixin. Piranî malbat dengê xwe ji me re dişînin û gazinin ji bo vê yekê dikin.

Di heman demê de hin ji gelê Efrîn ku vegerî ne ji ber nedana malên wan mal bi kirê birine û sed dolarî didin. Herweha li beramberî wê jî derfetên kar gelek kêmin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li pêşiya gelê efrînê piştî vegerê derdikeve çareserkirina van pirsgirêkan berpirsyariya herdu aliyên ku peyaman 29’ê Çileyê îmze kirine ye, ev yek jî dihêle ku gel mecbûr binînin, careke din ji bajarê xwe derkevin. Dema ku em van agahiyan dibhîzin anjî dişopînin piranî em di milê raghadinê derxînin pêş û xebat dikin, herwiha em wan agahiyan belge dikin, têkilî bi kesên têkildar re dikin û wan agahdar dikin da ku çareser bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.