Solîn Mihemed/ Qamişlo
Ji ber ku muzîk xwedî şiyana yekirina mirovan, derbaskirina astengiyan û zimanek hevpar yê tevahî cîhanê ye, di sala 1982’an de, 21 hizêranê ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Roja Muzîkê ya Cîhanî hat ragihandin.
Muzîk zimanekî gerdûnî ye ku li hemû cîhanê, her çand xwedî reng û awazên taybet e. Muzîk dengek ji dengê cîhanê ye ku di Roja Cîhanî ya Muzîkê de, li zêdetirî 120 welatên cîhanê şahiyên bê pere têne lidarxistin. Ji ber ku ev roj hemû cureyên muzîkê hembêz dike, ji muzîka kilasîk bigire heya ya gelêrî, hemû cûreyên sereke yên mûzîkê li kolan, park û qadan tên pêşkêş kirin.
Roja Muzîkê ya Cîhanî ji bo pîrozkirina hêza muzîkê û bandora wê li ser jiyana mirovan pir girîng e.
Roja muzîkê
Roja Cîhanî ya Muzîkê ji aliyê UNESCO yê ve di sala 1982’an de bi armanca pêşxistina têgihîştina navneteweyî û aştiyê bi rêya muzîkê û her weha hişyarkirina li ser girîngiya muzîkê wekî zimanekî gerdûnî ku çandên cûda dihewîne, hatiye damezrandin.
Lê belê, bi silogana “Muzîk li her derê, konser li her derê” dest pê kir, banga pîrozkirina Roja Muzîkê ya Cîhanê di 21’ê Hezîrana 1982’an de li Fransayê derket holê, da ku hemû kesên ku şop û bandora xwe li ser muzîkê hiştine rêz bigirin. Wezîrê Çand û Hunerê yê wê demê yê Fransayê, Jack Lang bi alîkariya muzîkjen Maurice Floret, banga pîrozbahiyek muzîkê kir û festîvala muzîkê ya yekem “Make Music” li Parîsê hate lidarxistin.
Ji wê demê ve, festîval bûye diyardeyek navneteweyî, ku di heman rojê de li zêdetirî 700 bajaran li 120 welatan yên mîna Hindistan, Almanya, Îtalya, Yewnanistan, Rûsya, Awistralya, Peru, Brezîlya, Ekvador, Meksîka, Kanada, Dewletên Yekbûyî, Keyaniya Yekbûyî û Japonya, têne pîrozkirin.
Roja Muzîkê ya Cîhanê bi rêya konser û performansên hunerî li her çar aliyên cîhanê, ji bilî çalakiyên perwerdahî û atolyeyan ku perwerdehiya mûzîkê pêş dixin û têkiliya afirîner û îfadeya hunerî teşwîq dikin, tê pîrozkirin.
Armanca festîvalê ew e ku muzîk û danûstandina çandî di navbera gelên cîhanê de, di bin dirûşmeya “Muzîkê çêke” de, pêş bixe. Bi saya organîzekirina gelek şahiyên mûzîkê yên belaş ji bo amator û profesyonelan ew mûzîkjenên amator teşwîq dike ku li kolanan û cihên giştî bi dilxwazî lê bixin.
Bi saya festîvalên ku li dewletên navnetewî têne lidar xistin, êdî her kesekî ku dixwaze dikare bigihêje mûzîka her cûreyeke mîna mûzîka klasîk, mûzîka cîhanê, mûzîka kevneşopî û hwd.
Her wiha cîhan muzîkê weke amûrek şahiyê dibînin ku ne tenê jiyanê dewlemend dike, lê di heman demê de wê têrkertir dike. Muzîk xwedî şiyana yekirina mirovan, derbaskirina astengiyan û wekî zimanek hevpar di cîhanek ku her ku diçe cihêrengtir dibe de ye.
Di roja cîhanî ya muzîkê de mîna amûrên weke piyano, krîstal, Kemal, dahol û hwd têne lidar xistin. Ji ber lêdana awazên wan yên xweş, ev amûr pir bala welatiyan dikişîne ku li wan kom bibin. Heya roja îro li seranserî cîhanê çalakiyên cûr bi cûr yên mûzîkê têne lidar xistin û her kes ji wan hez dike. Mûzîk di vê demê de cihekî xwe yê pir kûr di nava çandên cûda de girtî ye.






