Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
in NÛÇE
A A
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Navenda Mafên Mirovan a Îranê li ser zêdebûna zextên hêzên rêjîma Îranê û dezgehên dadweriyê yên li ser xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir û tê de destnîşan kir ku parêzerek Kurd bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Herwiha ji ber çalakiyên sivîl hejmarek xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê li ser zêdebûna zextên hêzên rêjîma Îranê û dezgehên dadweriyê yên li ser xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku parêzera bi navê Gulale Wetendost ku xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye piştî ku wekaleta dosyeya girtiyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ girtibû ser xwe, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve bi tohmeta ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 6 sal, 7 meh û 20 roj yê girtîgehê lê hatibû birîn. Gulale Wetendost ji bo bi cih anîna cezayê xwe veguhestin Girtîgeha Navendî ya Sineyê.

Hate diyarkirin ku 7 xwendekarên Zanîngeha Hunerî ya Şerîf a Tehranê ku di nav wan de du jinên bi navên Perniyan Xudabexşî û Fatime Xakpûr jî hene, ji ber çalakiyên wan ên di tevnên medya dijîtal de yên girêdayî xwepêşandanên seranser yên vê dawiyê li welat serîhildayîn, ji aliyê zanîngehê ve cezayê dûrxistinê li wan hat birîn.

Di heman raporê de hate destnîşankirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya 62 salî Fatime Sipêhrî ya di Girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê de tê girtin, dibin metirsiyeke giran de ye.

Fatime Sipêhrî, wekî bertek li dijî binpêkirina mafên xwe û bêrêziya li hemberî rûmeta mirovî ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, dest bi greva birçîbûnê û redkirina dermanan kiriye. Hevsozên Fatimeyê hişyarî dan ku ger heta roja şemiyê (îro) bersiva daxwazên wê yên yasayî neyê dan, ewê li deverên cuda yên Îranê dest bi çalakiyên protestoyî bikin.

Mafê Mirovan a Îranê da zanîn ku Mehdîye Yûsifî ya 19 salî ku yek ji girtiyên xwepêşandanên dawiyê yên li welate, bi nexweşiyeke giran a dil re têdikoşe û berdewamiya girtina wê di girtîgehê de, fikarên mezin li ser rewşa wê ya tenduristiyê ava kirine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.