Nehîr pale
Jina Afxanî dawiya sedsala 19`emîn û destpêka sedsala 20`emîn li gorî şert û mercên Afxanistan derfet dît ku daxwaza mafên xwe bike. Di çarçoveya wê de sedsala 20`emîn li Afxanistanê dibistan ji bo şagirtên jin hatin vekirin. Piştî wê ji bo wekheviya di navbera jin û mêr de jina Afxanî dest bi têkoşînê kir. Yek ji rêbazên ku destpêkê dane bikar anîn kovara bi navê `Erşad-e Niswan` a jin vekirin. Bi riya kovarê daxwaza wekheviya di navbera jin û mêr de anîn ziman. Sala 1977`an Rêxistina Şoreşger a Jinên Afxanistanê ji aliyê Mîna Kîşwar Kemal ve hat ava kirin. Mîna Kîşwar çalakvaneke siyasî bû û li dijî zayendperestiyê dest bi têkoşînê kir. Mîna ji ber xebatên xwe yên siyasî û rêxistinkirina jin sala 1978`an ji aliyê dagirkeran ve hat kuştin.
Iqtîdara Afxanistanê gelek caran hatiye guhertin. Jin herî zêde di wextê ku iqtîdar ketiye destê Talîban de rastî rêbazên tûndiyê yên dijwar hatiye. Tevgera Talîban sala 1994`an hatiye ava kirin û sala 1996`an iqtîdar ketiye destê wan de. Hukmê wan li Afxanistanê ji sala 1996-2001`an berdewam kiriye û sala 2021`an dîse Afxanistan dagir kirin.
27 sal li ser avakirina tevgera Talîban derbas bûye û di wextê iqtîdar ketiye destê wan de bi temamî hebûna jin tê inkar kirin. Sala 1996-2001`an tevgera Talîban her tişt li ser jina Afxanî qedexe kiribû. Kîjan jin li hemberî vê yekê derketibane dihat recim kirin û rehmet lê nedikirin. Hemû dibistanên ji bo şagirtên jin hatibûn vekirin, girtin û qedexe kirin ku jin bixwîne û bixebite. Divê jin ji malê dernekeve û eger derbikeve jî divê mêr pêre hebin.
Herî dawî zilamekî bi sîfeta oldar têkoşîna jinê û daxwaza wê ya azadiyê dixe rojeva civaka Afxanî. Hewl dide ku civaka Afxanî li hemberî jinê tehrîk bike, rêbazên xwe yên li hemberî jinê didin bikar anîn ku bi civaka Afxanî bidin qebûl kirin. Mêrê Oldar di xutbê de ji her kesî re dibêje kîjan jin daxwaza azadiyê bike divê wê tazî bikin û li kolanên bajarê Kabil ê Afxanistan bigerînin. Bang li hikûmeta Afxanistanê dike ku hemû jinên azadîxwaz tazî bikin û li kolanên Kabil bigerînin da ku herkes bibîne û careke dîtir kesek behsa azadiyê neke. Jinên têkoşîna azadiyê dikin wan weke fahîşe pênase dike û dijminê ola Islamê radgihîn in. Her wiha di nava gotinên xwe de tîne ziman ku di lêpirsînê de jin têne tazî kirin û vê yekê rewa dike.
Tevgera Talîban wê rêbazên ku berî zayînê li hemberî jin hatine bikar anîn, dîse bikar bînîn. Berî zayînê mêrên oldar bi navê ol jin gunehkar radighandin, ew tazî dikirin û li kolanan digerandin. Jin tazî kirin û li kolanan gerandin rêbazekî cezakirinê yê di bin navê ol de tê kirin. Her wiha Talîban jî mîna Xiristiyanan wê jinên têkoşînvan û azadîxwaz gunehkar û dijminê ol îlan bikin û li dadgehên mîna dadgehên engîzasyonê bukjin. Niha dadgehên şoreşger ên Îranê heman tiştî dikin, kîjan jin siyasetê bike, têbikoşe û daxwaza azadiyê bike wê li girtîgehan dirizîn in. Ji bo jin koledariyê qebûl bike û serî hilnede, wê hemû rêbazên qirêj li ser wê bidin meşandin.