6 gundên rojavayê Tebqayê ji ber daketina rêjeya herikîna ava çemê Firatê bi pirsgirêkên avê re rû bi rû ne.
Di encama berdewamkirina kiryarên Tirkiyê de ku ev demek e ava çemê Firatê li ser Sûriyê birriye, welatiyên herêmê zehmetiyên avê dikişînin û rewşa jiyanî li herêmê dijwartir bûye, bi taybetî ji ber ku giştî welatiyên herêmê debara xwe girêdayî herikîna ava çemê Firatê dikin.
Di encama kêmbûna rêjeya herikîna ava çemê Firatê de navenda belavkirina avê ya Ebû Hureyra jî rawestiya. Ev navend ava vexwarinê ji 6 gundên derdorê re peyde dike û niha welatiyên van gundan rewşeke jiyanî ya dijwar derbas dikin.
Welatiyên van gundan neçar dimînin ku ava xwe bi sarincan peyde bikin û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kirin ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyê bigirin…ANHA






