Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PJAK’ê ji bo rêxistinan 10 xal pêşniyar kir

13/08/2018
in Uncategorized
A A
PJAK’ê ji bo rêxistinan 10 xal pêşniyar kir
Share on FacebookShare on Twitter

PJAK’ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir.
Piştî ku Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) nexşerêyeke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û krîzên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir, PJAK’ê 10 xal ji bo hevgirtina hizb û rêxistinên Rojhilat eşkere kir. PJAK’ê daxuyaniyek da û bang li rewşenbîr û hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi awayekî piranîgir û hevkariyê çarenûsa civakê binirxînin.
PJAK’ê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û rakirina nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê.

PÊWÎSTÎ BI ENIYEKE NETEWEYÎ HEYE

PJAK’ê diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelê Kurd pêkhateya herî bi rêxistin kiriye û pêwîstiya hizib û rêxistinên din ên Îranê bi ezmûna gelê Kurd heye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo gelê Kurd di nava van guhertin û pêşbirkên siyasî de bibe xwedî rol, divê eniyekî neteweyî hebe, eger na wê bibe aliyekî pêkanînê û kirdeyekî ya berjewendiyên siyasî yên din.”

10 XALÊN JI BO MECLÎSA NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK

PJAK’ê bi van 10 xalan bang li hêzên Rojhilatê Kurdistanê kir.
1- Ji bo nakokiyên navbera hêzên siyasî bên rakirin, divê komîsyoneke hevbeş bê avakirin. Di nava komîsyonê de ronakbîr û akademîsyen xwedî rola sereke bin.
2- Avakirina meclîsa neteweyî û demokratîk a pirhizbî. Bi beşdarbûna nûnerên hizban û kesayetên nehizbî, rêxistinên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê ku wê erka wê çavdêriya nêzîkbûn û tevgera hemû hizban û aliyên siyasî yên Kurd be.
3- Pêkanîna hêzekî leşkerî û artêşî ya neteweyî. Di çarçoveya parastina rewa de hevbeş be.
4. Pêkanîna encûmenekî leşkerî, bi çavdêriya Meclîsa Neteweyî û Demokratîk.
5. Pêkanîna Encûmena Dîplomasî ya hevbeş. Ji bo nûnertiya Kurdan di lihevkirinên cîhanî û herêmî de bike. Li jêr çavdêriya Meclîsa Neteweyî û Demokratîk de.
6. Pêkanîna medya û televîzyona hevbeş. Ji bo belavkirina siyaseta Meclîsa Neteweyî, li ser asta Îran û Kurdistanê.
7. Pêkanîna navenda lêkolîna stratejiya Kurdistanê, li Ewropa bi beşdarbûna Kurdan, ji bo lêkolînkirinê û şêwra li gel Meclîsa Neteweyî, hizban û rêxistinên siyasî.
8. Pêkanîna navendekê ji bo lidarxistina çalakiyên hevbeş ên weke konferans, civînên nerazîbûnê, greva karkeran ji bo ahengiya li gel civaka Rojhilatê Kurdistanê.
9. Pêkanîna sazî û rêxistinên pirhizbî. Bi taybetî bi jinan, li ser bingehê çareserkirinên derbarê jinan de. Bi biryarên hevbeş. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên jinên Rojhilatê Kurdistanê.
10. Pêkanîna komîsyoneke hevbeş ji bo çalakiyan û rojane çavdêriya rewşa girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Komera Îslamî ya Îranê bike û têkoşînê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.