Qasim Engîn diyar kir ku xisleta çewt a ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15’ê Tebaxê hatiye parçekirin û rakirin.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an axivî. Engîn, 15’ê Tebaxê weke roja vejînê bi nav kir û got; “Ji bo me Kurdan hem cejn hem jî şahiyek e. Eger roja 15’ê Tebaxê weke roja vejînê were nirxandin, wê demê beriya vê jiyaneke din jî heye.”
Engîn destnîşan kir, ji bo ku maneya 15’ê Tebaxê were fêhmkirin, pêwîstî bi fêhmkirina rewşa beriya 15 Tebaxê heye û wiha dewam kir; “Bi sedan salan li ser civaka Kurd êrîşên dijwar hene. Bi taybet jî di sedsala 20’an de Kurd girtin nava pêvajoya qirkirina bê navber. Qirkirina ku di aliyê çand, fîzîk, ruhî de li ser civaka Kurd ferz kirin bû sedem ku tevahî xisletên vê civakê ku ji kûrahiyên dîrokê ve hatine, werin guhertin.”
15’Ê TEBAXÊ CEJNA VEJÎNÊ YE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn, gotina Frantz Fanon a guleya yekemîn bi bîr xist û got; “Ev gule, di serî de ne ji bo mêtingeriyê, ji bo ew kesê bişavtî ye. Di serî ji bo ew kesî ye ku dagirkerî qebûl kiriye, ji xwe direve. Guleya yekem dibe guleya afirîner, azadkirina wî ferdî. Wî ji tevahî pençeyên qirkeran xelas dike. Em dizanin Frans Fanon ev ji bo gelê Cezayîrê anîbû ziman. Tiştê ku li Cezayîrê rû da, her çiqasî ne hêsan be jî, yê li Kurdistanê rû daye qat bi qat zêdetir e.
15’ê Tebaxê ji bo kesekî wiha ketî, bêxêr, giştî hebûna xwe ji bo memûrtiyekê, xizmetkariyek baş a sîstema mêtinger xerc dike dibe rêya xelasbûyînê, dûrketinê. Ango 15’ê Tebaxê, guleya yekem e ku rêya xwebûnê vedike. 15’ê Tebaxê ji nû ve avakirina însanekî bi xwe bawer e. Ji nû ve ji rewşa ketinê derbasî rewşa afirandinê dike. Ew civaka parçeparçebûyî derbasî milê yekîtiyekê dike. Di serî de şoreşa civakî ye. Çandî ye. Beriya hemûyan jî şoreşek ruhî ye. Siyasî ye. Şoreşek herî pêş a jinê ye. A ciwanan e. Şoreşa çanda xweşbînî ye. Di vê manê de 15’ê Tebaxê wekî roja vejînê ye. Ji ber ku tevahî karekterên ku dijmin li ser civaka Kurd ferzkirî parçe kirine, rakirine. Ji fikrên teng ên malbatî, eşîrî, ên aborî derxist û bi fikir, armancên neteweyî ve girêdan. Ev hemû di serî de nirxên afirîneriya 15’ê Tebaxê ne. Beriya 15’ê Tebaxê Kurd eskerê herî baş ên hinekên din bû. Lê 15’ê Tebaxê hişt ku Kurd bibe eskerê xwe. Rê vekir ku xwe bi hemû gelan re bike yek, pêşengtiyê ji wan re bike. Kurdê ku bi fikrê teng ê neteweperestiya teng radibû, bi 15’ê Tebaxê re bû pêşengê rêya civaknasiyê, sosyalîzmê. Bû pêşengê felsefeya neteweya demokratîk. Ev giştî nîşane ye ku 15’ê Tebaxê karaktereke nû ava kir. Karaktera civaka Kurd a ku dagirkeriyê bi êrîş, çavtirsandin, komkujî, qirkirinê guhertibû, 15’ê Tebaxê careke din sererast kir. Di vê manê de dema ku wekî cejna vejînê tê nirxandin dibe pênaseyek rast. Bi rastî jî cejna vejînê ye.”…ANF






