Hemza Sêvo/ Qamişlo
Malbatên şehîdan diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelên bindest şoreşa azadiyê bû, bi saya felsefeya Rêber Apo, keda şervanên azadiyê û xwîna şehîdan destkeftiyên giranbuha hatin qezenckirin. Herwiha malbatên Şehîdan tekez kirin ew ê hertim li ser şopa şehîdên heqîqet û azadiyê têbikoşin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dikeve sala xwe ya 12’an, ji bo kurdên Rojava, herwiha gelên Sûriyê bi giştî şoreşeke nimûneyî li ser asta cîhanî ye. Bi hizir û felesefeyeke kûr, bi çirûska çekê heqiyê û hêza jin, xort kal û pîran di sala 2012’an de dest pê kir. Tevî astengî û êrişên çete û dewletên desthilatdar û hegemon, ev şoreş bû destkeftiyek bi nirx, bi saya şehîdan heta roja îro, hîna li ber xwe dide û didome.
Di derbarê salvegera 12’mîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.
‘Şoreşa Rojava derfeteke dîrokî ye’
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Xêriya Hesen anî ser ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelê kurd û pêkhateyên din re derfeteke dîrokî ye û wiha got: “Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, di heman demê de Buhara Gelan li gelek welatên erebî dest pê kiribû ji wan dewletan Sûriyê bû. Li Sûriyê serhildanek li dijî rêjîma wê demê hat destpêkirin û hêzên qaşo xwe dikin rikberên hikumeta Şamê şerek dest pê kirin. Me weke qada sêyem xeta şoreşa xwe da meşandin, parastina xaka xwe kir. Di pêşveçûna vê şoreşê de me êrişî tu aliyan nekiriye, lê belê me civak bi rê ve bir û civak ji desthilatdariya rêjîma wê demê rizgar kir. Netewa kurd di ber qirkirinê de bû, rêjîma desthilatdar siyaseta pişaftinê dida meşandin. Pêkhateyên din ji bilî yên kurd jî mîna suriyan, aşûr, ermen û hwd… ji mafê xwe bêpar mabûn. Lê bi destpêkirina şoreşê re, êdî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wê zilm û zordariya hatin rizgarkirin, ji ber vê yekî jî Şoreşa Rojava ji bo gelên Sûriyê bi giştî derfeteke dîrokî bû. ”
‘Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa azadiya jin, civak, ziman û çandê bû’
Xêriya Hesen diyar kir ku Şoreşa Rojava jin, civak, çand û zimanê kurdî azad kir û wiha domand: “Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bibe, gelên Sûriyê û bi taybet gelê kurd ji ziman, çand û hemû mafê xwe bêpar bûn. Bi derketina şoreşê re sûdeke mezin li gelê kurd hat kirin ku destpêkeka qonaxeke nû ji bo gelê kurd hat afandin û dîroka kurdan, ziman, nasname û çanda kurdî bi cîhanê jî da naskirin. Ev qonaxa nû ya li ser fikr û felsefeya Netewa Demokratîk nefes da civakê, di serî de jin ji hişmendiya malbat û dewlet hat rizgarkirin. Bi vî awayî jina kurd li nik zilamê kurd xwe bi rêxistin kir û sîtstema hevseroktiyê hat çêkirin. Jina kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi berxwedaniyekê kir xwe di hemû waran de, weke milê siyasî, aborî, civakî û hwd… li pêş xist, nexasim di aliyê leşkerî de. Berxwedaniya YPJ’ê ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de yê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandin, berxwedaniyeke efsûnî bû û hişt cîhan bejna xwe li hemberî vê berxwedanî û vîna jinên kurd bitewîne. ”
‘Felsefeya Rêber Apo bandor li tevahiya cîhanê kir’
Rêveberiya Qomîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo dest nîşan kir ku hizr û ramanên Rêber Apo bandora xwe li gelên cîhanê kir û wiha axivî: “Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava em şoreşa xwe, li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, têkoşer, gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Birastî Şoreşa Rojava li gorî şoreşên cîhanê yên ku berî niha hatine destpêkirine şoreşeke nimûneyî ye, ji ber ku xwedî rêgez, felsefe, nirx û îdiyolojiyeke cuda bû. Vê şoreşê li ser xeta şoreşgerî ya îdiyolojî Tevgera Rizgeriya Kurdistanê û felsefeya Rêber Apo meşa azadiyê dest pê kir. Di pêşveçûna şoreşê de roj bi roj serkeftinên dîrokî weke destkeftiyên nirxbuha bi saya şehîdan û şervanên me dihatin qezenckirin. Lewma jî dengvedaneke mezin li ser asta cîhanê çêkir, ne tenê li Sûriyê û Rojhilata Navîn, lê belê gelên cîhanê tev ketin bin bandora Şoreşa Rojava û felsefeya Rêber Apo. ”
‘Em pişta xwe nadin şehîdên azadiyê’
Cîhan Gulo bilêv kir ku ew ê hertim li ser xeta heqîqet û azadiyê bimeşin û wiha axivî: “Bê guman Şoreşa Rojava tevî ku astengiyên derdikevin pêşiya me, êriş û gefên li ser herêma me tên kirin dîsa jî berdewam e. Di dema heyî de hemû hêzên desthilatdar bi taybet dewleta Tirk bi hemû hewldanên xwe dixwaze vê şoreşê têk bibe. Rojane êriş, û kiryarên dagirkeriyê tên kirin, li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ’ê jî bi saya dewleta Tirk tevdigerin, armanc ji vê yekê jî têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê ne. Lê şoreşa ku gelên wê bi saya wê ava azadiya vexwarine, wê ticarî bêdeng nemînin li hember êrişên ku li ser herêmê tên kirin. Her bostek ji axa Rojava û Kurdistanê tevî bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Lema jî eger pêwîst bibe, ne tenê li Rojava em ê têkoşînê ji bo axa xwe bikin, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê axa pîroz biparêzin. Em ê hertim bi hizir û ramanên Rêber Apo kar û xebatê bikin û heya nefesa dawî em ê li ser şopa şehîdên azadiyê bin. ”