Neteweyên Yekbûyî ragihand, di şerê 7 salan de li Sûriyê 400 hezar kes mirine, pênc milyon kes koçber bûne û bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyê bûye. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî nîvê nifûsa Sûriyê ku 22 milyon e neçar mane malên xwe biterikînin û herî kêm pênc milyon Sûriyeyî jî neçar mane koçî welatên din bikin.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di şerê heft salan de xisarek ji 388 milyar dolarî li Sûriyê bûye.
Neteweyên Yekbûyî ragihand, di şerê 7 salan de li Sûriyê 400 hezar kes mirine, pênc milyon kes koçber bûne û bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyê bûye.
Komîsyona Civakî û Aborî ya Asya Rojava (ESCWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku di şerê 7 salan de bi 388 milyar dolarî zerara aborî li Sûriyê bûye.
Zerara li rê, binesazî, avahî û saziyên din bûne, 120 milyar dolar e. Li gorî daneyên komîsyonê, ji ber kêmbûna hilberînê, 268 milyar dolar xisar li Hatineya Navxweyî ya Sûriyê bûye.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li Sûriyê heta niha 400 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, nîvê nifûsa Sûriyê ku 22 milyon e neçar mane malên xwe biterikînin û herî kêm pênc milyon Sûriyeyî jî neçar mane koçî welatên din bikin.






