Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûnerên siyasî, leşkerî û rûspiyan civîn lidarxistin

13/08/2018
in Uncategorized
A A
Nûnerên siyasî, leşkerî û rûspiyan civîn lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi armanca nirxandina pêşketinên dawîn li herêmê û Sûriyê, Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajarokê Sor ê Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rûspiyên eşîrên Dêrazorê amade bûn.
Di civînê de nûnerên şandeyan axivîn û rewşa dawî li Sûriyê nirxandin û behsa hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyê de kirin.
Serokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif diyar kir ku civîn wek hevdîtineke şêwirmendiyê pêk hat û wiha got: “eşkere ye ku her herêmek xwedî taybetmendiyekê ye, taybetmendiya herêma Dêrazorê jî ew e ku bi hevgirtina eşîrên xwe tê nasîn û rola nûnerên van eşîran di giştî dozên herêmê de mezin e. Wek rêveberiya siyasî û leşkerî erka me ye em pêşketinên dawî bi welatiyên herêmê û bi rûspiyên eşîran re gotûbêj bikin.”
El-Yûsif di axaftina xwe de diyar kir ku wan di civînê de hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyê de û gelek mijarên girêdayî herêmê û rêbazên çareserkirinê gotûbêj kirine.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Xebîl Ebû Xewla di civînê de bersiva gotegotên îdiaya radestkirina herêmên rizgarkirî ji rêjîmê re da û wiha got: “Tu rastiya vê îdiayê tune ye. QSD’ê ev herêm bi xwîna şehîdan rizgar kirine û ne pêkan e radestî tu aliyan bike û tenê wê radestî welatiyên wê yên resen bike. Em bi çareseriya siyasî re ne da ku rûmeta gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê were parastin.”
Girêdayî pêşketin û geşedanên hemleya Bagera Cizîrê Ebû Xewla diyar kir ku hemleya wan a rizgarkirina giştî bejahiya herêmê ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de di qonaxa dawîn de berdewam dike û wiha got: “Tenê deverek di destê çeteyan de maye û wê di van rojên pêş de bi temamî rizgar bikin.”
Şêx Menaf El-Reca yek ji rûspiyên eşîra El-Cibûr e, di civînê de axivî û piştgiriya xwe ji diyaloga Sûrî –Sûrî re ragihand û banga vekirina deriyê diyalogê li pêşiya hemû pêkhate û aliyên Sûriyê kir.
Di civînê de serokê Buroya Têkliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xeyrî Mihemed axivî û piştrast kir ku armanc ji vê civînê ew e ku lêhûrbûnên hevdîtinên di navbera MSD’ê û hikûmeta Sûriyê de ji nûnerên herêmê re bêne ragihandin û wiha got: “Peywira me ew e ku tiştê rû daye bi zelalî ji welatiyan re were ragihandin. Divê agahiya welatiyan ji hemû geşedanên qada siyasî hebe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.