Kemal Necim
Dawiya hefteya derbasbûyî li bajarê Qamişlo, nehemîn kongreya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê hate lidarxistin. Li gorî rotîn û protokolên naskirî kar û barên kongreyê birêve çûn û bi encamên diyar û pêşniyar û plan û bername bi dawî bû.
Kongre bi durişmeya “Ber bi rewşenbîriyeke Kurdî ya resen ve” hate lidarxistin. Weke endamekî komîteya amadekar ya kongreyê dema ku me ev durişme bilind kir, mebesta me ku em hewl bidin tiliya xwe deynin ser hin kul û birînên ku di laşê qada rewşenbîriyê de kûr dibin û lihêm digrin. Di kongreyên berê de durişmeyên me girêdayî rewşa giştî ya welêt bûn, me dixwest bi rêya durişmeyên mîna “Em li vir in” sozdariya qada rewşenbîrî bi êş û azarên vê xakê ve bidin diyarkirin û weke rewşenbîr bêjin ku rayên me di vê axê de kûr bûn e û emê hewil bidin ku sozdarê xwîna ku hatiye rijandin bin. Lê serê çend salan e di vê qada rewşenbîriyê de gelek kurt û kêmasî û derd û kul kûr bûn, êdî rewşa vê qadê pir şêlo bû û dike ku rewşenbîr nasnameya xwe ya Kurdî ji dest bidin. Lewma me xwest ku bi vê durişmeyê hewil bibin lêvegerkê pêk bînin û li nasnameya xwe ya resen bigerin.
Me hewil da ku kongreya xwe dûrî wan protokolên giran û fermî li dar bixin, lewma tenê endamên HRRK`ê hatin vexwendin û bêyî rê û resmên vekirinê yên fermî û axaftinên mêvanan û pîrozbahî û HWD, me dest bi kar û barên kongreyê kir.
Mirov nikare bêje ku gotûbêjên pir kûr û bi bandor hatin kirin, lê dîse HRRK`ê di kongreya xwe de hin rêgezên xwe parast in.
Di bin bandora hin bîr û boçûnan de, hin endamên kongreyê ji hin xalên rêziknameyê ne razî bûn û xwestin ku guherînê pêk bînin. Yak ji wan xalan ew bû ku ji mercên endametiyê pêwîste ku kurd be û ji Rojavayê Kurdisanê yan Sûriyê be, bi salan HRRK`ê ev rêgez parast, ne weke helwesteke nijadperest, lê weke mafekî ku mafê rewşenbîrên Kurd ên vî welatî heye ku sîwaneke wan a xurû kurdî hebe. Li gorî hin endaman ev xala rêziknameyê helwesteke nîjadperestî ye û xwestin ku deriyên HRRK`ê ji rewşenbîrên netewên din re jî bête vekirin. Lê piraniya endaman ev bîr û boçûn ne pejirandin. Ji xwe berê di rêziknameyê de xalek heye dibêje ji mafê rewşenbîrên ji netewên din ên ku dost û alîgirên netewa Kurd û doza kurdan ya azadiyê ne yan xizmet ji bo wê kirine, bibin endamên rûmetê yên HRRK`ê.
Mijareke din ku hate gotûbêjkirin, hin endamên kongreyê xwestin mijara koteya jianan têxin rojevê, xwestin ku komîteya taybet a jinan bête avakirin û koteya jinan di komîteya rêveber de were destîşankirin. Lê ji xwe HRRK`ê bêyî cudahiya zayendî endametiya hevgirtinê û mafê berendametiyê û hilbijartinê bi wekhevî dide hemû endaman û mercên endametiyê jî li gorî asta rewşenbîrî hatine destnîşankirin ne li gorî çîn û zayendan. Her çiqas ev pêşniyar û nêrîn jî nehat pejirandin, lê di encama hilbijartinên komîteya rêveber de ji 9 kesan 4 jê jin bi xwezayî û bêyî kota derketin û bûne endamên desteya rêveber.