Farûk Sakik
Rojek di sohbetek bi rojnamevan Cahît Mervan re me qala PDK’ê dikir. Kesek digot ji bilî mijara PDK’ê mijar çi dibe bila bibe ez ê tevlî bernama Cahît bibim. Cahît digot; temam mijar tebaqeya Ozonê be jî, lîstka Futbolê be jî, pirsgirêkên hawirdorê bin jî, ez ê bînim bi PDK’ê ve girêbidim.
Ev îroniyek bû. Lê rastiya xwe jî hebû. Îroj di hemû geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, di bin her kevirî de, navê PDK’ê û Barzaniyan derbas dibe.
Em ê behsa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê ya dagirker nekin. Em ê behsa serûbinkirina sîstema azadiya Başûr nekin. Em ê behsa dizî talanê nekin. Em ê behsa zextên li ser mixalifan nekin. Em ê hehsa belengaziya li herêmê heye ku sedem jî PDK ye nekin. Em behs nekin ku ji ber jiyana bêaramî koçberî dest pê kiriye. Koçkirina ji welat û di rêwîtiya penaberiyê de felaketên mezin pêk hatin. Em dikarin vê lîstê dirêj bikin, lê em li vê derê bîhnokek bidin.
Lê em ê behsa xiyaneta vê malbatê ya aktuel bikin. Li ser peyva xiyanetê gelek tiştên cuda tên gotin. Dibêjin wek malbata Barzaniyan bi kar neynin di malbatê de hin nirx hene. Pêşmergeyên ji artêşa Tirk re hevkarî dike nebêjin, Pêşmerge dîrokek xwe heye. Lê herkes dizane ku em ji kê re û ji çi re peyva xiyanetê bi kar tînin.
Artêşa Tirk bi tanq û topên xwe herêma Behdînan dagirkirin. Hin herêm bi dest xistine. Ev dever wê weke Efrîn û Serêkaniyê werin birêvebirin. Ev jî qîm nake wê malbatên çeteyên ku pişgirî dida wan û li hemberî ‘dîktator Beşar’ bi kar anîbû bîne li van herêman bi cîh bike.
Li aliyekê ev xebat tên meşandin û li aliyekê jî ji bo hevdîtina Erdogan û Beşar Baxdad tê destnîşan kirin. Erdogan berê ku here Baxdayê divê jetsek bide daxwazên Beşar. Daxwazên Beşar çibûn. Valakirina cihên dagirkirî û dawîanîna piştevaniya çeteyan. Ango di destpêkê de valakirina Îdlîbê. Îdlîb were valakirin wê ew malbat bi kûve herin?
Li gorî hin agahiyên bi dest ketine wê wan malbatan bînin li deverên Tirkiyê ji Başûrê Kurdistan-herêma Amêdiyê bi cîh bikin. Û herêmên hatine dagirkirin jî wê rêveberî dest biguhêre. Radestî ENKS’ê bikin. Lê bazarî û axaftin li ser navê ENKS’ê bi PDK’ê re tê çêkirin.
Heyetên herdû welatan li Baxdayê hevdîtinan pêk tînin. Di qada îstixbaratê de berî ku Erdogan û Beşar werin gel hev, paqijiya rê tê kirin. Bi Esad re bazarî tên kirin.
Artêşa Tirk ketiye herêmê û wa amadekariya hatina malbatên çeteyan dike. PDK’ê jî li gel wan ji bo valakirina herêmê piştgirî dide dewleta dagirker. Ev kiryarên PDK’ê yekem car e di nav Kurdan de bi awayekî vekirî û bêtirs tê şermezarkirin.
Êdî ji bo Barzaniyan peyva “xiyanet” tê bikaranîn. Di serî de li Duhok û li gelek navendan meş tên lidarxistin. Di van meş û mitîngan de ne bi tenê dagirkeriya dewleta Tirk tê protestokirin, di heman demê de li dijî xiyaneta PDK’ê jî seknek heye.
Berê hêviyên gelek kesan hebû ku PDKMê were îknakirin da ku were di nav ‘yekîtiya Kurdan’ de cîh bigire. Mixabin ev hêvî êdî bê wate ye. Heger ji roja berê bihata zanîn ku israra wan a xiyanetê dewam dike, evqas êşên mezin li wê axê wê pêk nehata. Diviya helwesta ku îroj li Başûrê Kurdistan tê nîşandan berê bihata nîşandan. Lê dema ku em li dîmenên helwesta gel dinêrin, hêviyên mezin dide me. Kurdên ji vê malbatê, ji vê PDK’ê, ji vê xianetê rizgar bibin.