Nehîr pale
Mêr ji xakê çêbûye û jin jî ji parsuyê mêr çêbûye! Di mîtolojî û ol de girîngiyeke mezin ji bo vê hişmendiyê hatiye dayîn. Di mîtolojiya Sumeran de ku dewlet çêkirine ev hişmendî tê pêşxistin. Ji neslekî derbasî neslê dîtir bûye. Ji cîhanê hejmareke ne kêm bi vê yekê bawer dikin û wisa jî nêzî jinê dibin. Rêber APO dibêje:` Jina weke xwedawend diket zîggûratên Sumeran weke orûsipiyekê ji perestgehê derdiket`.
Di hemû pirtûkên pîroz ên yek xwedayî de jî hatiye nivîsandin ku mêr ji axê çêbûye û jin ji parsuyê mêr çêbûye. Ji derketina Sumeran 4000 BZ. heyanî niha ev hişmendî didome. Dibe ku ev yek buye sedema jin her tiştî li ser xwe qebûl bikin, li hemberî tûndiya li ser wan bêbertek bimînin û her tim şikestî bin. Çawa çûkên fêrî qefesê bûne nikarin dûrî wê bikevin, jin jî zû bi zû nikarin ji mêr dûrbikevin û mêr stara xwe dibîn in. Jin difikirin ku dema ji mêr dûrbikevin bêxwedî dimîn in. Mêr tûndiyê li wan dike, ew dîse direvin gel mêr.
Hişmendiya jinê ji parsuyê mêr çêbûye maf daye mêr ku çawa bixwaze nêzî jinê bibe. Jin ji xwedawendbûnê kirine urûspî, piştre li qesran bûye cariye û niha jî bermalî ye. Jin gihandina asta bibe aşiqê koletiyê. Mêr bi alîkariya civakê zextê li jinê dike ku tenê ji bo wî bijî, wekî dîtir tu wateya jiyana wê nîne.
Di navbera heftiyekê de du buyerên gelekî balkêş qewimîn. Jin çima dighîje asta ku dawî li jiyana xwe û zarokên xwe bîne. Li gundê Zuxeyîr ê Dêra Zorê jinek dawî li jiyana xwe tîne. Temenê wê 29 salî ye, zarokeke wê yê 3 salî heye û ducanî ye. Di meha xwe ya 8`emîn de ye. Di navbera wê û hevjînê wê de pirsgirêk diqewimin û ew diçe gel malbata xwe. Heftiyekê li gel malbata xwe dimîne û zextê lê dikin ku vegere gel hevjînê xwe. Ew bê îradeya xwe vedigere û di heman rojê de dawî li jiyana xwe tîne. Çi bûye sedem ku dawî li jiyana xwe û ya zarokê di rehmê xwe de bîne?
Di têkiliya jin û mêr de pirsgirêk dighîjin asta bibin alozî. Gelek mirinên bi guman ên jin çêdibin. Li gundê Hewayîc Ziyab ê Dêra Zorê jinekê xwe daleqandiye. Ew jî zewicî ye û temenê wê ne biçûke. Guman hene ku ne wê xwe daleqandibe û hatibe kuştin.
Jin hemû bûyerên tûndiya li ser jinê analîz nakin, tenê ditirsin. Nayê bîra wan ku li çareseriyê bigerin û ne jî berpirsyartî radikin. Heyanî jin xwe birêxistin nekin û nebin xwedî helwest ev bûyer wê biqewimin. Mêr tucarî bi hişmendiya xwe re nakeve nava nakokiyan, xwe şaş nabîne û kesek hesab jê naxwaze. Hemû bûyerên ku diqewimin li ser wan tê girtin. Jina ji ber zextên mêr, malbat û civakê dawî li jiyana xwe tîne, dibe qurban. Ew jî çima dibe qurban ji ber têkoşîn nake, jina têkoşer nabe qurban û bihurmet dijî, destûr nade ku kesek çarenûsa wê diyar bike û dîroka xwe dinivisîne.