Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gav bi gav rizgarkirina Minbicê -3-

11/08/2018
in Uncategorized
A A
Gav bi gav rizgarkirina Minbicê  -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Hejmareke fermandar û şervanên beşdarî hemleya rizgarkirina Minbicê bûne diyar kirin ku pevçûnên li taxa El-Hezwanê rû dane gelekî dijwar bûn û dane zanîn ku çeteyan hemû giraniya xwe xistin vê taxê.
Çeteyên DAIŞ’ê di şerê xwe yê hundirê bajarê Minbicê de xwe spart sekvanan, mayin û seyareyên bombebarkirî. Fermandarê Giştî yê Tabûrên Şems El-Şemal Egîd Ehmed diyar kir ku ev rêbaza şer di hundirê taxa El-Hezwanê de zêde bû.
Ehmed li ser pevçûnên li taxa El-Hezwanê wiha got: “Rojane nuqteyeke şervanan bi seyareyên bombebarkirî dihat armancgirtin. Hin caran em pêşve diçûn, li paş me teqîn pêk dihatin. Hilweşandina avahiyan li taxa El-Hezwanê di encama mayinan û seyareyên bombebarkirî de çêdibû.
Şervanê Tabûra Şems El-Şemal ê bi navê Debûr Minbic ku beşdarî pevçûnên li taxa El-Hezwanê bûbû, diyar kir ku pevçûnên herî dijwar li vê taxê bûn û got: “Piştî 25 rojan ji şer û pevçûnan em derbasî taxa El-Hezwanê bûn.”
Debûr Minbic wiha dewam kir: “Taxa El-Hezwanê mezintirîn tax e û rizgarkirina vê taxê tê wateya ku giştî bajarê Minbicê li ber rizgarkirinê ye. Çeteyên DAIŞ’ê yên li vê taxê şer dikirin biyanî bûn. Me ew bi cenazeyan nas kirin. Minbic deriyê çeteyan ber bi Ewropa ve bû û ji ber vê yekê rizgarkirina wê dijwar bû, piraniya çeteyên di bajêr de biyanî bûn û bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûbûn.”
RIZGARKIRINA SIVÎLAN
Çeteyên DAIŞ’ê nehişt ku welatiyên sivîl ji bajêr derkevin û ji xwe re weke mertalên zindî bi kar dianîn. Vê yekê hişt ku peywira şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dijwartir bibe.
Li taxa El-Hezwanê çeteyên DAIŞ’ê hemû welatiyên sivîl ber bi nîvê bajêr ve birin û xwe ji şerekî vekirî re amade kir. Hejmareke kêm ji welatiyên sivîl karibûn ji destên çeteyan birevin û xwe bigihînin deverên rizgarkirî.
Egîd Ehmed behsa komkujiyeke çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlan kir û wiha got: “Dema ku em ji rêya Bazarê ve nêzîk bûn, hejmareke welatiyên sivîl berê xwe dan nuqteyên şervanên me û di encamê de sekvanên DAIŞ’ê ew armanc girtin û 9 ji welatiyên sivîl şehîd bûn.”
Egîd Ehmed diyar kir ku di rojekê de 3 hezar û 500 welatiyên sivîl rizgar kirin. Egîd Ehmed wiha dewam kir: “Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me kir û welatiyên sivîl tavilê belav bûn û mayînek bi sewalan de teqiyan û tenê sivîlek birîndar bû. Sekvanên DAIŞ’ê jî ji gelek aliyan ve em armanc digirtin.”
Şervanan sivîl li gorî hatiye plankirin rizgar dikin da ku ji deverên pevçûnan bêne dûrxistin. Ev çalakî hemû bi rêya telefonên rasterast bi welatiyên sivîlan ên bajarê Minbicê re pêk hatin.
Egîd Ehmed bal kişand ku hejmara şervanên Tabûra Şems El-Şemal di wê demê de nêzî 250 şervanan bû û xizmên hemûyan di hundirê bajêr de hebûn û peywendî bi xizmên xwe re dikirin û bi piraniya sivîlan bi rêya peywendiya van şervanan hatin rizgarkirin.
Şervanê tabûra Şems El-Şemal ê bi navê Fehed El-Labîde piştî ku beşdarî pevçûnên rizgarkirina embaran bû berê xwe da taxên rojavayê Minbicê. Di pevçûnekê de Fehed li rex 5 hevrêyên xwe êrîşî avahiya “El-Şerhiyê” kir. Piştî ku derbasî avahiyê bûn çeteyên DAIŞ’ê êrîşa xwe ya li dijî wan dest pê kir.
Fehed wiha behsa wan kêliyan dike: “Piştî ku em derbasî avahiyê bûn, çeteyan wekî baranê gule bi ser me de rewşandin. Wan dixwest me mijûl bikin û di heman demê de komeke din a çeteyan derbasî jêrzemîna heman avahiyê bûn. Piştre çete derketin qata yekemîn û em jî di qatê duyemîn de bûn. Çeteyan bang li me dikir ku em xwe radestî wan bikin. Hejmara wan zêde bû. Li qata yekemîn agir vêxistin û piştî du saetan me şer kir em ji avahiyê derketin.”
TAXA DAWÎ YA MINBICÊ
Di rojeke înê de taxa dawî ya di destên çeteyan de mabû, taxa El-Sirb bû û çete tenê di sê kolanên wê de mabûn. Li rex çeteyan bi hezaran sivîl hatibûn komkirin da ku ji xwe re wek mertalên zindî bi kar bîne.
Ji bo parastina jiyana sivîlan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nexwestin hemleyeke leşkerî li vê taxê pêk bînin. Tevgereke leşkerî dibe ku jiyana sivîlan bixe xetereyeke mezin. Ji ber vê yekê şervan neçar man daxwaza çeteyan pêk bînin û rê ji wan re ber bi Cerablûsê ve vekin.
Fehed El-Labîde dibêje ku wî dît ku çawa çete ji Minbicê ber bi Cerablûsê ve vekişiyan û got, “Her çeteyekî xwe di nava 10 sivîlan de vedişart û hemûyan kemberên teqemenî li xwe kiribûn. Me xwest taxa El-Sirb beriya vekişandina çeteyan rizgar bikin, lê dema em ji taxê nêzîk dibûn çeteyan sivîl weke bend didan pêşiya me.”
Fehed El-Labîde kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina giştî bajêr anî ziman û diyar kir ku wan tavilê dest bi hemleya paqijkirina mayinan kir da ku di demeke lezgîn de welatiyên bajêr vegerin malên xwe.
Fermandarê tabûrên Şems El-Şemal Egîd Ehmed kêliyên rizgarkirina taxa dawîn a bajarê Minbicê wiha anî ziman: “Ez ne li eniyên taxa El-Sirb bûm, min xwest ez kêliyên rizgarkirina taxa dawîn bibînim. Min nûçeya rizgarkirinê li ser bêtêlê bihîst.”
Egîd Ehmed diyar kir ku di wê demê de wî li rex hin şervanên din ên QSD’ê pêşwaziya sivîlan dikir û got: “Gelek sivîlan bawer nedikirin ku em şervanên QSD’ê ne û guman dikirin ku em çeteyên DAIŞ’ê ne û cilên QSD’ê li xwe kirine. Ji ber ku buyerên bi vî rengî çeteyên DAIŞ’ê gelek caran kiribûn. Pîremêrek nêzîkî min bû û destên xwe li rûyê min xist û got, “ êdî van dirêj neke.” Jinan cilên reş dişewitandin û hin zilaman ku ev çend sal in cixare nekişandine, dikişandin.”
ME WÊNEYÊ EBÛ

 

LEYLA DALIQAND
Egîd Şems El-Şemal behsa kêliya herî xemgîn û ya di hemleya rizgarkirina Minbicê de kir û wiha got: “Tişta ku ne pêkan e di hemû qonaxên hemeleya rizgarkirina Minbicê de were jibîrkirin, ew e u me şehîd Feysel Ebû Leyla û gelek hevalên hemleyê winda kirin û şehîd bûn. Şehadeta Feysel Ebû Leyla gelekî bandor li me kiribû. Ji bo bîranîna şehîd Ebû Leyla û ji bo pêkanîna dilsoziya me bi wî re di roja yekemîn a rizgarkirina bajêr de me wêneyekî şehîd Ebû Leyla li çerxerêya El-Beta daliqand.”
Birayê Egîd Şems El-Şemal Mistefa Ehmed piştî sê rojan ji şehadeta Feysel Ebû Leyla şehîd bû û derbarê şehadeta birayê xwe de wiha got: “Beriya şehîd bibe em ji hev xeyidîbûn, beriya ku şehîd bibe hat ba min û em li hev hatin û min soz da dayika xwe ku ez carekê bi xwe re bînim malê, lê di roja din de min ew wek şehîd bir malê.”
Egîd Şems El-Şemal behsa şehade

ta du birayan kir û wiha got: “Piştî ku şervanê me Îsmaîl şehîd bû me malbata wî di destpêkê de agahdar nekir, lê piştî 15 rojan birayê wî jî şehîd bû.”

Bajarê Minbicê û gundewarê wê di 12’ê Tebaxê de ji destên çeteyan hate rizgarkirin û rûpela reş di dîroka bajêr de hate girtin. Êdî welatiyên Minbicê bi awayekî demokratîk û azad dijîn.

Şîlan MIHEMED

Cûma MIHEMED

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.