Sîpan Şînda
Peyv, ango alavên bilêvkirina hest û ramanên mirovan. Dema peyv dilerize, dil diquse, mejî gêj dibe, giyanê mirovî teng dibe. Dema peyv diherike, dil geş dibe, mejî vedibe, giyanê mirovî fireh dibe. Peyv, serdilê pênûsa helbestvanan, dil evîniya dengbêjan, dermanê dilê evîndaran. Peyv, xurttirîn çeka nivîskaran.
Peyv, di jiyana mirovî de weke hilmê, nan û avê ye. Dema mirov bê peyv dimîne, mirov kerr û lal dibe, jiyan li mirovî teng dibe. Di jiyana mirovî de peyv, weke yek ji hîmên ku mirov jiyana xwe pê dide domandine. Gelek peyv hene di jiyana mirovî de mirov bi kar tîne, lê belê mirov ji aliyê watê de li ser wan peyvan nasekine. Lê çawa di jiyanê de her tiştekê navek, wateyek ya xwe heye, her peyvekê jî wateyeke xwe heye. Ji ber wê ye ku peyv dibin berdevkê dil, giyan û mejiyê mirovî. Wata peyvan, ji bo mirov bikaribe derdê dilê xwe baştir, xurttir û herikînertir bêje, girîng e. Gelek peyv hene mirov wata wana baş ji hev dernaxîne. Dema mirov wata wan ji hev dernexe, mirov wana di şûna hevdû de dişixwilîne û ev yek him ji bo kesan him ji bo ziman tengaviyekê dertêxe holê. Du peyvên ku di Kurdî de tên bikaranîn û carna gelek kes vana tevilhev dikin jê bawerî û rik e.
Bawerî; girêdana mirovan ya bi tiştinan yan jî kesinan ve ya ji dil e. Mirov dikare bêje ji roja mirovahî heyî heta niha bawerî jî heye. Bawerî, di jiyana mirovan de ji bo wana tişteka erêniye. Xwediyê baweriyê, ji çi tiştê, ji kesî bawer bike bila bike, ew wê baweriya xwe ji bo xwe û jiyana xwe girîng dibîne. Her çend mirovan di heyamên berê de ji tirsa xwe bawer kiribin jî, lê paşê ev tirs û xof veguheriye lêgerînekê. Gelek caran felaketên mezin di serê mirovahiyê de hatine. Ji ber wê, ji bona mirov xwe ji felaketan biparêzin, heta ji wan hatiye baweriya xwe xurt kirine. Di baweriyê de mirov xwediyê armancekê ye. Bawerî tişteke bi plan e; hêvîyekê, gomanekê dide xwediyê xwe. Bawerî, enerjiyeke erênî dide bawermendan. Mînak, ew kesên bi mehan dikevin di rojiyê de, bê xwarin û vexwarin dimînin, xwediyê baweriyeke bê hempanin. Heke ne ji ber baweriyekê pirr xurt be, mirov nikarin demekê ewqas dirêj bê xwarin û vexwarin bijîn. Lê ew baweriya wan mirovan, wana li ser piyan dihêle. Kesên ku oldarin jî, bi heman baweriyê heta taliya temenê xwe dijîn. Bawerî hêzê dide xwediyê xwe.
Rik; bi kurtasî mirov dikare bêje lingê xwe dana tehtê ye. Ango qebîl nekirin û pêjber derketina daxwazan ya bi tûnd e. Li hember derketina daxwaz, hîvî yan jî qedexeyên hina ne. Çi armanca rikûyîtiyê nîne. Kesên riko dixwazine bi rika xwe, xwe li derdora xwe bidine pejirandin. Xwediyê rikê (eks, inyad), bê armanc û plan e. Rikûyîtî, di jiyana mirovan de tiştekê nerêniye. Ew him xwisarê dide xwediyê xwe û him jî dide derdora wan. Dema yek dibêje, ‘ez ji rikê te de nakim’, ‘li min biye eks’, ev tiştên henê her tim di navbera mirovan dibe sedema devjenî û nexweşiyan. Bi taybetî ji di navbera zarok û deybaban de. Bawerî xwediyê xwe pêşve dibe, rik xwediyê xwe vedimirîne.
Bê goman bi hemîkesê re biçek ji be rik heye, lê belê dive mirov rê nede ku rika mirovî serî ji mirovî bistîne û bibe bela serê mirovi.