Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nijadperestî  û îslam

14/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Piştî koça dawî ya Pêxember SXL, Îslam ji bo desthilatê hêdî hêdî hate bikar anîn û ola Îslamê ji meqseda xwe ya bingehîn hate dûrxistin. Di serdema Emewiyan de Îslam ji bo nîjadperestiya erebkirinê hate bikar anîn. Hêla Îslamê ya gerdûnî weke dagirkirinê hate bikar anîn. Lê ev dagirkirin di heman demê de ji bo erebkirina gelan hate pêşxistin. Weke mînak kê Erebî nizanibe nikare bibe oldarekî baş, zimanê Erebî zimanê cinetêye û hwd.

Ev jehra nijadperestiyê weke ola îslamê bi destê desthilatan hate belav kirin.

Îslam pirsgirêka nijadperestiyê weke nexweşî digre dest û hemû mirovan weke hev pênase dike.Tenê li ba Xwedê ew kes xwedan qedir û qîmete ku berpirsiyar tevdigere û berpirsiyariyên xwe bi cîh tîne. Xweda di Sureya Hucurattê de weha dibêje:“Gelî Bawermendan! Bila civakekê bi civakekê dîtir tinazên (laqirdê) xwe neke; dibe ku ew civak ji wan çêtir û baştirbe.” (Hucurat 11)“Gelî Mirovan! Bê guman me we ji nêr û mêyekî afirand, ji bo hûn hevdû binasin, me wergerand ji Eşîr û Gelan.

Li ba Xwedê kesê herî qedirbilind, Kesê/kesa li beramber Xwedê berpirsiyariyên xwe pêk tîne eweye. Xwedê her tiştî bi heqqîyê dizane û ji her tiştî agahdare. (Hucurat 13)

Pêxemberê me weha gotiye: “Kesê banga nijadperrestiyê bike ew ne ji meye. Kesê ji bo nijadperestiyê şer bike ew ne ji meye. Kesê ji bo nijadperestiyê were kuştin ew ne ji meye.”( Ebu Dawud, edeb, 111-112) Ji Pêxember hate pirsîn nijadperestî çiye? Got: “ Qewmê te zalimbe û tû piştgiriya wî bikî.”

Dema mirov van ayetan û Hedîsan dixwîne û kiryarên kesên ji xwere dibêjin em Misilmanin dinêre, mirov matmayî dimîne. Di pêşbirka Goka Îsal ya Ewrupayê de, yek ji listikvanên tîma Gokê Îşareta Gur ku nijadperestiya Tirkan pênase dike, nîşan kir û ser wê gengeşî hatin pêşxistin. Divê neyê ji bîr kirin, ev nîşaneya Gur buye sedema kuştina sedhezaran mirovî! Kê çê zilm, dizî, tecawûz, kuştin û tiştên ne li rê kirine bi nijadperestiya Tirk xwe xemilandiye. Kesê li Almanya ev Îşareta nîjadperestiyê pêkanî lê ceza hate birîn. Ew kes bixwe jî weke nijad ne Tirk e! Ji Mela û Şêxên dewletê bigre heta sîyasetmedarên wî ji bo vê cezayê xwe perçe kirin. Çawa nijadperestiya me tê ceza kirin. Hemû kesên li Tirkiyê dijîn va îşareta nijadperestiya Tirkan bixweve kirin û gotin em Tirkin serbilindin. Heyf û mixabin kesê vê sosreta han pêk tînin, piraniya xwe jî, weke nijad ne Tirkin. Erdogan ji bo vê buyerê çû Berlînê. Ji bo doza Kurdî heta êvarê Meleyên wan, Şêxên wan, Alim û zanayên wan bang dikin dibêjin nijadperestî herame!

Gelo Kurdê hêjar ku zimanê wî, çanda wî, dîroka wî û ola wî hatiye qedexe kirin, doza van tiştên xwe yên fitrî xwezayî bike herame? Mixabin îro gelek kesên jixwere dibêjin em Misilmanin, Kurdan weke nijadperest û Kafir dibînin. Ew dînê Xwedê nas nakin, Dînê dewletê dihebînin. Pêxemberê me SXL negotibû, nijadpersestî dema Qewmê te zilmê bike û tû piştgiriya wî bikî tu nijadperestî!

Dînê Xwedê û Pêxemberê wî Hz Muhemmed SXL ji holê hatiye rakirin, şûna wî dînê dewletê hatiye bi cîh kirin. Kesê /Kesa qaşo di nava civakên bi navê Misilman yên Tirk li Tirkiyê dijî, nijadperest e, û Pêxember jî dibêje nijadperest ne ji mene? Gelo Hûn ji kîjan Pêxemberî bawer dikin.

Post Views: 118
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.