Ahmed Aktaş
Piştî 6 selan, hema ji nişka ve rabû çû Bexdayê! Ev gera wî bala herkesî kişand û pirs li pey pirsê hat rêz kirin! Her çendîn pirs bê bersiv mabin jî, lê ji ber ku pirêza vî kesî, kûr û birazayê wî li ber çava ye, êdî armanca çûna wî an jî kê ew bi lez şand Bexdayê diyar e!
Ya fermandarê wî yê nêz Receb Erdogan an jî fermandarê gewre ji DYE yê, ev kar da destê wî û xist ser rêya diplomasiya malxerab. Berî sê mehan Receb Erdogan jî, derketibû gera Bexdayê û Erbîlê, dibe ku zemîn ji Mesûd re, xweş kir û li pey xwe Mesûd şand, ji bo ku projeya xwe dewam bikin. Erê mijarên rojevên gerên xwe gelek zelal aşkere nekiribin, belê Receb Erdogan, dijberiya xwe ya PKK’ê li her qonaxê pir aşkere digot.
Jixwe êdî li pey ger û gotinên vî fermandarê qirkerê gelê Kurdistanê, li pey hev hinek bûyeran rûdan. Êrîş û şewatên hinek deveran destpêkir û ya sosret, kiryarên van bûyeran PKK’ê û YNK’ê nîşan dan! Li gel ku hinek ji van bûyeran, komên tirkimenên ser bi dewleta tirk ve hildan ser milê xwe jî, Nêçîrvanê biraza û zavayê Mesûd Berzanî, got “na xêr PKK’ê û YNK’ê ev kara kiri ne”! Li gel van bûyerên qirêj dewleta tirk, ne bi tinê li seranserê sînorê Bakur û Başûr(ji herêma Xakurkê heta herêma Dihokê)ê Kurdistanê, belê êdî bi sedan maşîn û seyarên xwe yên bi zirxê pola tank û hwd.di rêyên qîrê re kişandin nava Başûrê Kurdistanê û li van deverên gelnişîn baregeh ava kirin. Armanca wan ev e ku li seranserî sînorê herêmê ji gundiyan vala bikin û weke herêmên leşkerî ava bikin. Helbet li goreyî tê dîtin, ev tevgêra qirkerî û dagirkerî, di pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê de bi hevkariya Rêveberiya Bexdayê û Mesûdê Berzanî ve pêktê. Belê li vira mijara derdikeve pêş û balkêş, rola Mesûdê Berzanî ye! Ji ber ku di 3.7.2024 de, li vê herêma mijara gotinê ye, tevgêra dewleta tirk a xwe bicihkirin û êrîşên ezmanî û bejahî gûrtir bûn.
De îca xala balkêştir ev e ku; dema êrîşa di 26.8.2016 de, derbaskirina sînorê Sûriyeyê ya li ser Cerablûsê û derbaskirina sînorê Iraqê ya li herêma Çelê, Mesûdê Berzanî di heman rojê de li Enqereyê bû. Piştî 9 salan di 3.7.2024 de, dîsan roja destpêka êrîşên dagirkeriyê li ser herdû herêman, vê carê Mesûdê Berzanî li Bexdayê bû.
Me gelo dibe ku van bûyeran hema jixweber(xwezayî) wisa(tesadufî) pêk hatibin?
Na xêr, şopa pirezeyên van kesên ji rêveberên vê malbatê, tije xwîna birakujî û xiyanetê ye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê, li gel dewletên mêtinger û qirker xwîna gelê Kurdistanê rijandine, heta qirikê destên wan di xwîna gel de ye. Xwedêgiravî Mesûd gotibû, “heta ez sax bim birakujî nabe”! Ji her alî ve û bi taybetî bi derewîniyên çawa ew fermandarê xwe Receb dişibin hev! Êdî ti hêviya biratî an kurdîtî ji van kesên xayin nabe, bi tinê çarê; li himberî wan berxwedan e!